Rêsayên Rastnivîsîna Îzafe û Pêşgirên “bê-” û “bi-”yê

03/01/2024

Zimanê devkî û zimanê nivîskî du diyardeyên ji hev cuda ne. Loma tê gotin ku zimanê devkî zimanekî wisan e mirov wî werdigire, lê herçî zimanê nivîskî ye xwedî rêzik e, bi rêsayan hatiye standardkirin û mirov tim wî zimanî dihewise.

***

Di serî de dixwazim çarçoveya vê nivîsarê diyar bikim ku mijar rastnivîsîn e. Herçî rastnivîsîn e, eger em bi awayekî giştî bibêjin şêweya nivîsîna rast a peyvan û nivîsîna zimanekî ya bi rêzikên diyar e. Di gel vê yekê zimanê me yê nivîskî ji vî aliyî ve hîn tam cihgir nebûye û nîqaşên li ser hin rêzikên vekîtê berdewam in. Ez ê jî hewl bidim li ser du mijarên eleqedarî rastnivîsînê çend tiştan bibêjim.

Ev her du mijar, yek jê awayê rastnivîsîna îzafeyan û ya din jî vekîta pêşgirên “bê-” û “bi-”yê ye. Ji lew re di gelek nivîsaran de em rast lê tên bê çawan der heqê vekîta wan de hevgirî û lihevkirineke tam nîn e. Loma ez hewce bi amajekirina vê rewşa nîqaşbar (!) dibînim û dixwazim li ser wan raman û her wiha pêşniyazên xwe yên ji bo çareseriyê jî derpêş bikim.

Serê pêşî hez dikim ji awayê rastnivîsîna îzafeyê, bi gotina Celadet Bedirxan a veqetandekê behs bikim, nemaze di wexta ravekên zincîrî de. Ji ber ku di ravekê de kêşe tune ye. Lê arîşe bêhtir di ravekên zincîrê de çêdibe û di gelek weşanan de, di rewşa ravekên zincîrî de ev îzafe ji hev cuda tên bikaranîn. Bi dayîna ravekên nimûneyî ez mexseda xwe aşkeratir bikim:

pirtûka sor a mezin/pirtûka sor ya mezin.

dostê min ê berê/dostê min berê.

hevalên wan ên dêrîn/hevalên wan yên dêrîn.

Di van hevokan de dabaşa me li ser şekilên “a/ya” û “ê/” û “ên/yên”a reşkirî ye. Wekî tê zanîn, eger em bi awayekî senkronîk nêzikatî di wan din û bibêjin, halê hazir di zimanê me de îzafeyê me –a, –ê û –ên’ê di ravekê de bi peyva pêşîn ve tên nivîsîn û her sê jî yên binavkirî ne/nasyar in. A pêşî ji bo yekhejmariya mê, ya diduyan ji bo yekhejmariya nêr û ya dawî jî ji bo pirhejmariya her du zayendan e. Gava peyv bi dengdêrê/vokalê biqede, bi awayekî berbelav “y”ya pevgirêdanê tê pêşiya wan. Ev jî rêzikeke giştî ya zimanê me yê nivîskî ye. Her wiha cînavkên xwedîtiyê jî, ku ew bi tena serê xwe nîn in, bi van îzafeyên di gel cînavkên tewandî, tên bikaranîn. Ev rewş di ravekên zincîrî de jî her wisan e û eger ravek nediyarkî be jî dîsan rewş naguhere.

Niha jî em bi dorê li ser hevokên nimûneyî hûr bibin. Di hemû ravekên zincîrî de ku îzafe ji wan cuda hatiye nivîsîn, gişt bi dengdarê/konsenantê bi dawî bûne, lê hin kes van îzafeyan piştî dengdarê bêyî “y” were pêşiyê, hinek jî li pêşiya wan bi danîna “y”yê wan dinivîsin. Lê eger di ravekên zincîrî de peyva duyem bi dengdêrê/vokalê qediyabe îcar bêyî awarte her kes herfa pevgirêdanê “y”yê bi kar tîne û di vî warî de hevgiriyek heye.

Der heqê vê yekê de, min bala xwe daye zimanê devkî jî, bê ka rêsayek ango qaydeyek heye. Çendî awarte hebin jî, lê rêzikek jî heye. Gava peyv bi dengdêrê bi dawî bibe, hin devok ne tê de, “y” tê pêşiyê, wexta bi dengdarê biqede tiştek nayê pêşiyê. Mesela di zimanê devkî de bi piranî awayên “diya min a delal”, “bavê wê navsere”, “xwişkên te yên biçûk”, “birayên wan ên ezeb” tên gotin û û bi vî awayî jî axiftin rewan dibe. Lê eger her tim “y”yek li wan bê zêdekirin rewanî namîne, ev ji herikînê re dibe asteng, peyivîn û xwendin jî kulek û bi teqil dibe. Eger em bibêjin îzafeyên me –a, –ê û –ên in, nexwe çima di ravekên zincîrî de, piştî bêjeya ku li dawiya wê dengdarek heye îcar em îzafeyan bi awayê “ya”, “” û “yên”ê bi kar tînin? Sedem çi ye? Bi ya min divê sedem dengê dawî yê peyvê be û ji bo rewaniya hevokê jî rîayet li vê rêsayê bê kirin.

Meseleya din jî awayê rastnivîsîna “bê-” û “bi-”ya pêşgir, hokera “bê/bêyî” û daçeka “bi”yê ye. Bi rastî ev jî ser û hişê gelek kesan tevî hev dikin. Carek gire mehneguhêr û daçek jî xwedî erk û fonksiyon in. Gava bi “bê-” û “bi-”yê rengdêr çêbin, divê ew bi peyvê ve bin, ji ber ku bi wan mehneya peyvê diguhere. Wekî “bêxwedî” û “bipere”, îcar ew bi awayê “bêyî xwedî/bê xwedî” û “bi pere” bin, êdî ew hoker in û ji peyvê cihê ne. Der heqê awayê vekîta “bê/bêyî”yê de jî ez fikira xwe bibêjim. Celadet Bedirxan ew ji peyvê cuda mîna “bêî”yê bi kar aniye. Di hin devokan de jî ew mîna “bêy” tê gotin. Ê min bi xwe, meyla min li ser awayê wê yê “bêyî”yê ye. Bi vî awayî qet nebe ew û “bê-”ya pêşgir pir bi hêsanî ji hev cuda dibin û hînbûna rastnivîsînê jî pir hêsan dike.

Hez dikim li ser vê mijara dawî dîsan dubare bibêjim; eger gava bi “bê-” û “bi-”yê rengdêr çêbin, divê teqez ew bi peyvê ve bin û bi awayê din jî hewce ye ji peyvê cihê bên nivîsîn.

Zimanê devkî û zimanê nivîskî du diyardeyên ji hev cuda ne. Loma tê gotin ku zimanê devkî zimanekî wisan e mirov wî werdigire, lê herçî zimanê nivîskî ye xwedî rêzik e, bi rêsayan hatiye standardkirin û mirov tim wî zimanî dihewise, bi gotina din hîn û fêr dibe. Di gel vê yekê zimanê me yê nivîskî, ji aliyê rastnivîsînê ve hîn têra xwe cihgir nebûye, nîqaşên li ser wê jî berdewam in. Çendî rewşa me ev be jî, lê tiştên sereke çareser bûne, rêzik aşkera û zelal in. Ên nîqaş li ser wan hene, pirtir mijarên spesifîk in, ew jî bi nîqaş û sedemên beraqil çareser dibin.

Sala nû ya hemû nas, dost, heval, hogir û we xweşdiviyan pîroz be. Her tiştê xweş para me be jî.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Zana Farqînî

Zana Farqînî, di sala 1967’an de li Farqîna Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Farqînê, lîse û zanîngeh jî li Zanîngeha Stenbolê (beşa civaknasî) xwendine. Mastera xwe jî li ser Çand û Zimanê Kurdî li Enstîtuya Zimanên Zindî yên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Artûkluyê ya Mêrdînê kiriye.

Ew yek ji avakarê Koma Çiya ya muzîkê ye û li gel komê jî di kaseta pêşîn a bi navê “Rozerîn” de wek stranbêj cih girtiye.

Cara pêşîn di kovara Rewşenê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de gav avêtiye nav qada weşangeriya kurdî û di vê kovarê de jî di desteya karê nivîsaran de cih girtiye. Paşê di rojnameya hefteyî Welat de wek redaktor û nûçegihan xebitiye. Piştre di derxistina Welatê Me de cih girtiye û bûye Berpirsê Karê Nivîsaran ê pêşîn û dûre jî bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê vê rojnameyê. Piştî girtina wê, îcar di derxistina Azadiya Welat cih stendiye û bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê pêşîn ê vê rojnameyê.

Ji sala 1997’an heta 2008’an çend dewran di Desteya Kargêriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye û li Enstîtuyê serokatiya Beşa Ziman jî kiriye. Devrekê jî (2011-2013) serokatiya Enstîtuya kurdî ya Stenbolê kiriye. Her wiha Farqînî xelatgirê pêşîn ê Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç e ku ji aliyê heman Enstîtuyê ve di sala 2005’an de hatiye lidarxistin.

Yek ji avakarê Weqfa Mezopotamyayê û endamê Heyeta Miteweliyan a vê weqfê ye. Di gelek kovar, rojname û mecrayên dîjîtal de bi giranî li ser zimanê kurdî di warên cur bi cur de gotar û nivîsarên wî hatine weşandin.

Berhemên wî:

Ferhenga Tirkî-Kurdî
Ferhenga Kurdî-Tirkî
Ferhenga Kurdî Tirkî – Tirkî Kurdî
Lêker û Rastnivîsîna Wan (Ji Aliyê Binyatî ve)
Xebatên kolektîf

Em Zimanê Kurdî Binasin
Muzîka Sarayê ya Kurdî
Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) – Tirkî
Rêbera Rastnivîsînê
Wergerên wî yên ji zimanê tirkî:
Mamosteyê Sêyemîn Xanî
Rastiyên Destana Memê Alan
Xanî û Newroz
Xanî û Memzayên Wî

Te ev dîtıne?

Fûara Amedê – Weşanxaneyên kurdan herî zêde kîjan kitêb firotine?

4 xwendekarên ciwan yên beşa kurdî ya Dîcleyê, 4 hezkirî û peyrewên

Dîwarê Hosteyan û Pêlava Înan Eroglu

Di karên honakî de ji dêvla gotina rasterast, pêhesandin an jî nîşandana

Tirs

‘‘Barê me welat bû, rêça me dûr bû’’ û carna hêdî carna