Xwedîyê Facebookê Meta, sepana Threadsê bo bikarhêneran vekir.
Threads û Instagram bi hev re dixebitin ku li gorî pisporan, potansîyela wê aplîkasyonê heye ku bikarhêner piştî guherînên li Twitterê dê hesabên xwe li vê platforma nû ya sosyal vekin.
Avakar û danerê Metayê Mark Zuckerberg ragihand ku di çar seatên ewil da 5 milyon hesab li ser Threadsê hatine vekirin.
Li gorî nûçeya BBCyê her çend Threads zêdetirî 100 welatan tê bikaranîn jî, Threads hîn jî li welatên Ewropayê ji ber sererastkirina daneyên bikarhênaran nayê bikaranîn.
Threads çawa tên bikaranîn?
Bikarhênerên Threadsê wekî Twitterê dikarin li ser vê platformê jî lînk, video, wêne û postên nivîskî parve bikin.
Li ser ekrana sereke ya Threadsê peyam û postên şopîneran tên dîtin. Bikarhêner dikarin hesaba xwe sînordar bikin û şiroveyan di binê postên xwe da binivîsin yan jî hesabên xwe kîlît bikin.
Eger bikarhênerek li ser Instagramê bikarhênerekî/ê din asteng bike, ew di heman demê de li ser Threadsê jî tê astengkirin.