Rengîntirîn çîroka dotmîreka kurd

Rengîntirîn çîroka dotmîreka kurd
Rengîntirîn çîroka dotmîreka kurd
Şener Ozmen

Leïla li paytexta dewleta Osmanî, ji bavekî kurd î ji Cizîra Botan û ji dayîkeke cihû ya Romanî zayî. Ji zayînê ve dest pê kiriye nasnava wê ya piralî.

Emma Goldman bû ya ku gotibû; “Heke ez nikaribim bireqisim, nexwe ev ne şoreşa min e.[*], gava qala temenê xwe –hingê devîdevî panzdeh salî ye– û pê re pê re girêfûtkên salên xwe yên xamatiyê dike, wekî çawan ketiye benda evîneke canêş, xwestiye qesta canê xwe bike. Di wan salan de (salên ku bi kom û kuflet koçî Amerîkayê kirine û li Rochestera New Yokê bi cî bûne) dil ketiye xortekî, lêbelê ev hubeke yekalî ye ji qewlê wê ve, ji ber êş û handana vê evînê, rabûye li ser awayên xwekuştinê dûrûdirêj ponijiye; dilê wê dest nedaye wekî bi avşorkê (bi awayekî romantîk) dawî li jiyana xwe bîne. Li ser gora xwe jî hiziriye canikê; “Heke min xwe ji ber evînê bikuşta, di gora xwe de ez dê bi rûçikekî spîçolkî, seyr û helbestî bihatama xuyanê.”, Gava temenê wê bûye şanzdeh, li ser xwekuştineke mirêsdartir biryar daniye, heya mirinê bi danskirinê. Ev gotina wê ya ku bûye dûrişmeyek, herçend li jiyana prensesa me ya dansê Leïla Bederkhanê jî be, ji ber kurdbûyîna xwe, nemaze ji ber Bedirxanbûyîna xwe, temet hemzayend û hevpîşeyên xwe yên din yên ku jiyana wan tev de bûye dans, nebûye yeka bextvekirî, çi ku kurdbûyîn û Bedirxanbûyîn di mêjûya nêzîk a kurdan de weke du xelekên zexm ku di nav hev re derbas bûne, hem bûye astengiyek, hem jî ji aliyê neteweperweriyê, rêyeke nû a pêwendîdanînê vekiriye bi cîhanê re ya ku bi serê xwe şayanî lêkolînê ye.

Herçî dans û xebatên li ser antropolojiya wê ne, yên ku ji aliyê çavdêrên spî ve li qadê hatine berhevkirin û tomarkirin, ne mijara vê nivîsê ye, a min bes parvekirinek e, ya ku ji xwendinekê berev xwendineke din rê birrîne. Û herçî antropolog in, qet nebe di vê mijarê de li ser bîr û boçûnekê hemraman mane, ew jî fonksiyona tekamûlî ya dansê ye, lewre “dans” ji komikên piçûk (komikên ku ji takekesên ku xwediyê xwe û têkiliyên nêzîk in pêk hatine), ber bi komikên mezintir (komikên ku dest pê kirine bi kom û kuflet jiyane) bûye wek navgînekê. Em ji dêlindêzên Dîyonîsosî ve ye pê dizanin wekî oreibaia yan jî Dansa Zivistanê, awayeke femînen a perestîşê bû, jinên ku ji bi bangewaziya Xwedayî re dihatine cem hev, ne bi tenê çirikên xwe davêtin, pê re jî destê zarokên xwe berdidan, welê ber bi çiyayan ve baz didan, li wir xwe bi çermê xezalan dinixaftin û dest bi danseke “dînoke” dikirin.

Barbara Ehrenreich, di xebata xwe de gava rîtûelên danskerên berî zayînê heldisengîne[**], amaje pê dike wekî ji tişta ku dikirin (sedem her çi bûya), kêfxweş dibûn. Bêguman, gava dinya hebekî din veguherîye, bûye lana zagondanêrên serhişk, olperestên tûndrew, qedexekerên zerbedest, hingê dehkekirin jî (kirariyên zagonî) zêde bûne, bo mînak, di sedeya sêzdehem de, “dans kirin”, nemaze jî danskirina “şehwanî”, wek gunehekê hatiye pejirandin û ceza jî li gor pileya wê ya şehwetê hatiye birrîn. (E.B., 2009)

Dibe şev, dibe roj…

Yezdan… navê ‘Leyla’yê (şevê) da tarîyê. Kitêba Leïlayê, bi gotineke Tewratê dest pê dike, a ku wek gotina pêşî, di Afirîşê (Genesîs) de hatiye nivîsîn, “Destpêkê Yezdan, asîman û erd danî, erd xalî bû, şiklên asîmanî nîn bûn, bi tariyeke bêserûbin nixumantî bû, giyanê Yezdên di ser avan re digobilî.”[1] Jê û pê de çîroka Leïlayê ye, şerê wê yê bi xwe re û bi dinyaya gewrik re ye ya ku awayekî ji awayan hîn jî berdewam e.

Leyla Bedirxan

Erdê xalî (tabula rasa) û asîmanê bêteşe, bi dû fermana Yezdên re, bi tiştên erdîn û asîmanî tije dibin, dinya wek “şevê” û “rojê”, wek “tarîyê” û “ronahîyê” dibe du felq, çimkî ew Yezdên e û hertiştî dibîne û bi hertiştî agahdar e, dizane bê baştirîn ronahî kîjan e, ronahî ji tariyê vediqete, bi gotineke din, ew ji tariyê dizê, navê “Rojê” li “Ronahiyê” dike, ji “Tarî”yê re jî dibe “Şev”, dibe êvar paşê, dibe sibe, pê re jî “roja êwil” derdikeve mexderê. Hemû rojên me yên êwil, vedigerin destpêkê, vedigerin Afirîşê, çîroka Leïlayê jî wisa. Ji ber hindê havnavê Leïlayê jî (Leyla Safîye), “Gotina Yekem” tercîh dike ji bo pêşkêşê, di pêşekê de li dû navê wêdikeve, wekî ji ku tê, bi çi û çi re têkildar e, çi heye di kakilê wê de, piştî salan dê hîn bibûya wekî şi’ra klasîk a erebî aidî hîvê, stêrkan, ji şevên hênik û ‘leyl’ê ye. Dê hîn bibûya wekî navê wê ji dotmîreke razbar a Rojhilatî dihat.[2] Gava mamoste kaxeza qurmiçandî ji erd radike, wê ji hev vedike û malikên li ser dixwîne (malik ji şi’ra Nezer a Yehya Kemal Beyatliyî ye), radibe malavayî dike ji wî/ê kesî/a ku kaxez hinartiye re (hingê di Qolêca Enqereyê de di pola dawîn de ne), Leïlaya ku li rêza pêş rûniştiye, çavên xwe dadixîne û heta bi paşguhan sor dibe. Mamoste dest pê dike wateya navê Leïlayê di ser mînakên edebiyata Rojhilatê re şirove dike û di dawiya axaftina xwe de pirsekê arasteyî polê dike wekî “Mecnûnê Leylaya me kî ye?”

Navek û rozgarek

Navek çawan dibe rozgara jinekê? Çawan di rozgara reş e lêl[3] de asê dimîne? Nivîskar, ji bîr û baweriyên Misrîyên dêrîn mînakan dide, yên ku bawerî bi hebûna gewhera di navan de anîne, li gor vê baweriyê, nav ew tişt e ku dirûvê dide jiyana mirovî, cihê wî/wê yê li dinê dipeyitîne, mirov ji kakilê navê xwe berpirsiyar e, divê ew bixwe wateyekê lê bar bike. Ev nêzîktêdayîn, bingeha felsefeya egzîstansîyalîzmê bi bîra me dixe; pêşî çê bibe, dû re xwe temam bike; “L’existence précède l’essence!”[4], pêşî mirov heye, paşê awayekî ji awayan, kirasekî din li xwe dike. Çimkî ew gewherê xwe diafirîne. Gelo çawan? Bi xweavêtina li dinyayê re, bi êşkişandin û şerkirinê re hêdî hêdî xwe jî derdixîne mexderê. Ev rêya xwediyarkirinê qet nayê dadan, her tim vekirî ye. Leïla, çîroka sê jinên hemnav bixwe ve girê dide (ya rast dihewîne), di ya yekem de jineke bêhempa heye ku ji Rojhilatê ber bi Rojavayê ve çûye, dotmîra me Leïla Bederkhan e ew, danskera bi nav û deng ya bi zemanekî. A dinê Leila Perret ye, qewimîn û gilîgotinên derbareyê dayîka wê ya mêrûnê bi hûrgilî di bîra wê de ne, a dawîn jî nivîskara kitêbê Leyla Safîye ye, ya ku Leila Perretyê nav lê kiriye. Leyla Safîye, gava Leïla Bederkhanê disêwirîne, qala jineke çavreş a rengê şevê li xwe kirî dike ya ku bi navê xwe re bûye yek. Gelo navê wê yê egzotîk dê berê wê bidaya jiyaneke derasayî?[5]

Bergê kitêba Leila Berderkhan

Li ser dikê, bi navê xwe yê rastîn…

Dîsan li gor agahiyên ku Safîye Xan dide xwîneran, Leïla Bederkhan, di heyamekê de [1920-1930] ku danskerên Rojavayî nav û bedelnavên Rojhilatî yên xwedî raz li xwe dikirin, derdikeve ser dikê, bo mînak, Margaretha Geertrude Zelle bi navê Mata Harîyê, Simkie bi navê Simone Barbierê, Ragini Devi jî bi navê Esther Shermanê li dikê cihê xwe digire. Hin danskerên mûzîkholan, ji bo debdebe û razberiyeke wan hebe, peyva dotmîr (prenses) li pêşiya navên xwe yên dikê zêde kirine. Belam Leïla, li dikê jî navê xwe yêrastîn bi kar tîne.  Rojnamegerên wê demê, Leïla Bederkhan wek “hîva çardehşevî ya şevên Rojhilatê” bilêv dikin.

Hîn di serê serî de tiştek dibe kul û qotik ji jînenîgarnûsê re, gelo ji bîranînan çiqas jê tevlî xewn û xeyalan bûne, çiqas jê rast in, heke rast bin jî, dê kî rastiya wan bipeyitîne? Heke xewn û xeyal bin jî, dê kî wan ji hev veqetîne? Ev şayîşa han, wek zehmetiyeke bingehîn e ku hîn di serê rê de bi Leyla Safîyeyê re dikeve heftûheştê; çimkî ji afîşên navbera salên 1924-1939an, ji rexnenameyan, ji bername û wêneyên wê, ji kûpurên ku ji kovar û rojnameyên cûrbicûr hatine jêkirin, yên ku li rûpelên albûma wê ya zer î rengavêtî ya berghevrîşim ve hatine zeliqandin, qonaxa nivîsîna jiyaneke derasayî ya jineke kurd ya ku bi tiştine ku li çîroka wê hatine zêdekirin yan jê hatine derêxistin aloztir û girêktir dike, loma jî Leyla Safîye, Leïlayê li ser rêyekê dualî dide sekinandin, dixwaze bixwe rêya xwe bibîne, rêyeke ku di nava rasteqîn û sêwirînê de asê maye. “Belam” dibêje, “ev e ne jînenîgarîyek e, destnîşankirina bîranînan e.”[6] Û cedwela repertûra wê ya dansê pêşkêşî me dike, dixwazim çendekan binivîsim; Arabia, Baladi [Beled], Balinaise [Jina Balîyî], Baya-Zein [Qereç], Belkis, Qeybanûya Sebayê Belkis, Baleya Qeybanûya Sebayê, mûzîk Ottorino Respighi, koreografî Leonide Massine, Bibi Jaap Kool, Chanson Nuptiale [Kilama Şeva Dîlanê], Dans un île [Li Giravekê], Danse de Cachemire [Dansa Keşmîrê], Danse des Crotales [Dansa Marên Xişxişok] 1944, Danse d’Ispahan [Dansa Îsfehanê], Danse Druse [Dansa Durziyan], Danse du Serpent [Dansa Mar] Vebêjeya Coletteyê Les Serpents, Danse du Tcherkess [Dansa Çerkezan], Danse Nomade [Dansa Koçeran], Dieux Solaires [Yezdanên Rojê], Dîlan [Dansa Kurdan], Guerrier Kurde [Şervanê Kurd], Les pleurs dans la nuit [Rondikên Li Şevê], La Magie Kurde [Sêhra Kurdan] mûzîk, Tcherepnine, L’oiseau [Çivîk] mûzîk Milhaud, Odalisque [Cêrî], Toilette de Radha/Radna [Wesema Radhayê], Vision Hindoue [Xeyala Hindî][7]

Dansê ew azad dikir

Ji stû heta lingan xwe bi zirûpoşeke niviştkirî ya marî edilandiye Leïla, kincê wê yî ku bi penesên piçûk ên birbisok rûkirî yên ku bi her liveke wê re dibirisin, fena çemekî zeraqdar diherike ji bejn û bala wê ya takrihanî, di van kêlîkên bêhempa de Leïla vediguhere aferîdeyeke xişokî ya çalebelek, berşoşkîbûna wê derbasî bîneran jî dibe, ne pêkan e wekî bîner nekevin ber bayê wê, agirê dilê wê hîn venesiyaye, dest û pêçiyên wê bi zar û zimanê margîskî beled in, laşê wê bi çivaneyên maran dizane, ew nîşaneya sermediyê, Lamiaya şahbanûya maran e, ya ku hifza xwe jê dikin. Leïla bîneran li ser tilîya xwe dizîkzikîne, di guhên wê de çepikên bicoş û peroş olan didin, dubare wê keremî dikê dikin û ku pê re pê re gef û gur lê tên xwarin, heke pêlî şerefa malbatê bike, dê bikujin!

Leïla Bederkhan ji gelek aliyan ve dişibiya Isodora Duncanê ya ku wek dayîka dansê dihate nasîn, fena Duncanê, ew jî serî li rê û rêzikên civakê hildabû û li dû tişta ku pêbawer ketibû, belam berevajî malbata Duncanê [***], Leïla bi awayekî zelal piştgirî ji binemalê nedîbû.

Di sala 1948an de piştî ku li Parîsê bi cî dibe, Kamuran Bedirxan û Leïla gelek caran tên ba hev. Hevaltiya wan di çarçoveyeke giramîyê û nîqaşê de, di nava gerîneka êriş û bergirîyê de dimîne, ya ku miqabilî hev e. Li gorî gotegotan, Kamuran Bedirxan di nava êla hejmekarên Leïlayê de bû, lê pêşniyaza wî ya zewacê bi şûn de vegerandibû. [****]

Henriette Hornik [Deutsches Literaturarchiv Marbach]

Duncan, bi qasî pênc salan di dibistana seretayî de xwendibû, lê ji ber tûndiya rêzkariyê ya perwerdehiya honayî ya ku dijberî giyanê wê yî azad bû, di deh saliya xwe de dev ji dibistanê berda bû û dayîkê jî piştgirî dabûyê. ‘Adet û rasûmatnameyên li San Fransiscoyê, di demeke berwext de ji holê hatibûn rakirin, têgeha wê ya azadiya liv û tevgerê, li dij derketina pergalê dihat; xwe li gor dilê xwe biedilîne, li gor dilê xwe bijî, pûte bi qaydeyên civakê meke! Bêguman, kitêba Leïla Bederkhanê bêyî Duncanê nedibû, li gor agahiyên di kitêbê de, Duncan di sala 1910an û 1912an de çûbû Misrê, lêbelê derneketibû ser dikê; piştî ger û geştekê di Nîlê de, li bejiyê, di binê taveheyvê de, ji bo nas û dostên xwe dans kiribû.[8] Çaxa bi dayîka xwe re (Henriette Hornik Bederkhan) li Misrê bi cih bûne, Leïla devîdevî çar salî bûye, Qahîre ne îşê germ bûye, bi ser de jî gotegot, şer û pevçûn, hebûna hizban…Heya hingê, tu keçeke kurd li ser dikê dans nekiribû, bi ser de jî yeka ji malbata Bedirxaniyan! Leyla Safîye, vê yekê bi veguheztina nîgaşa hêzê ya ji bo dikê şirove dike[9], ku di dansa wê ya Şervanê Kurd de amaje pê hatiye kirin wekî pesnek ji bo Evdirezak Bedirxan Begî[10] be, ku bi xwe bavê Leïlaya yaxîger e.

Evdirezak Bedirxan Beg

Û em pê dihesin ku piştî Marion Danielsê, Leïla jî vexwendnameya Paul Joseph Goebbelsî ku wezîrê propogandayê yê Adolf Hîtlerî yê navdar bû, pejirandiye (nûçe, di rojnameya Paris-Soirê de, di rûpela yekan de hatiye dayîn), gava ev pirs jê hatiye kirin jî, hewl daye wekî avê li ser xwe zelal bike. Li gor agahiyan, resîtala wê ya dawîn ya li Almanyayê, di sala 1932yan de pêk hatiye, ye’nî salek piştî desthilata Naziyan.

***

Çend anekdot

Di sala 1970an de, gava Koma dansên gelêrî ya tirkan li Dijonê tevlî Mihrîcana Folklorê Ya Navnetewî dibin û bi ser de jî xelata zêr bi dest dixin, seba ku hin dans aydê kurdan in, Leïla wan protesto dike û ji wan dixwaze wekî bi wî awayî bên anonskirin.

***

Di dansê de Deriyê Rojhilatê vedike. Hikayetên li ser Bedirxaniyan, kilamên ku li ser hatine avêtin, mohra xwe li kesayetiya Leïlayê xistiye. Tim bi kurdbûna xwe, bi Bedirxanîbûna xwe şanaz bûye. Qûmaşê hunera xwe bi çanda kurdan ristiye. Tişta ku bavê wê bi şûr û pênûsê pêk aniye, wê xwestiye ku bi dansê pêk bîne.   

***

Paşnavê Xornîk [Hornik] li Lîtvanya, Polonya, Hungarya, Avusturya û Ukraynayê, li van deverên pirreng û pirziman berbelav e. Di sedsala 18an de bi tevî ku paşnavên cihûyan, bêhtir ji aliyê karmendên Avusturyayî ve bi awayekî çawalêhato dihatine dayîn jî, carinan paşnavek pîşeya xwediyê/a xwe jî dida derê, wisa derheqê kok û binyada malbatê de jî. Xornîk, bi wateya xwe ya rastexwe, ji “Zilamên Çiyayî” re dihate gotin. Bi silavî, “berbesvan”…    

***

Li gor Westminster Gazetteê, tenê ji bo resîtala dansekê dê £2000 wergirta li Amerîkayê. Li gor New York Herald Tribuneê Leïla di Cotmeha sala 1928an de, ji bo li Koşka Clarence Mackayê dans bike, hatiye vexwendin, her wiha ji Washingtonê jî nameyeke vexwendinê wergirtiye. Lêbelê bernameya xwe ya li Amerîkayê ji ber hin sedeman betal kiriye, di 21ê Mijdarê de li Salzburgê derketiye ser dikê.

***

Piştî du salan, hevjîna Mîr Kamuran Bedirxanî Nathalie, gava ji sardana Leïlayê vegeriyaye, ketiye û jiyana xwe ji dest daye. Kamuran Bedirxan çaxa di 1978an de koça xwe bar kiriye, Leïla gelek xemgîn bûye. Di nava peyamên sersaxîyê de peyama Pierre Rondot ve Mistefa Barzanî jî hebû.   

Têbînî

[*] Emma Goldman, Dans Edemeyeceksem Bu Benim Devrimim Değildir, Agora Kitaplığı, Tirkiya wê: Necmi Bayram, r. 2, Tebax 2006.

[**] Sokaklarda Dans, Barbara Ehrenreich, Kolektif Eğlencenin Bir Tarihi, Werger: Nil Erdoğan-A. Kerim Savran, Versus, 2009.

[***] Duncanê, nemaze di babeta afirandina dansa Amerîkan de xwe gorî vîzyona xwe ya resen kiribû. Azadî û bedewiya wê ya xweser, giyanê ciwan ê Amerîkayê dida der. Walt Whitman, ji dota xwe ya menewî re nivîsîbû; “Ax, em nika qasek din bisekinin, Em jî li keştiyê siwar dibin, Em jî bi kêfxweşî xwe li deryayên bêrê û dirb didin, bêtirs li hemberî keviyên nenas.” (n. n.)

[****] Dansın Kürt Prensesi Leïla Bederkhan, Leylâ Safiye, r. 295, Avesta, 2021.

[1] Tewrat, “Afirîş”. r. 1, Weşanên Yeni Yaşamê, 2001-2008.

[2] Dansın Kürt Prensesi Leïla Bederkhan, Leylâ Safiye, r. 18, Avesta, 2021.

[3] Ulysses, James Joyce, ji ingilîzî Kawa Nemir, Avesta 2023.

[4] Sartre, Jean-Paul, Varoluşçuluk, Werger: Asım Bezirci, Weşanên Sayê, 2016.

[5] Dansın Kürt Prensesi Leïla Bederkhan, Leylâ Safiye, r. 20, Avesta, 2021.

[6] Heman berhem. r. 21.

[7] Cedwela repertûara Leïla Bederkhanê ya ku ji 50 şêweyên dansê hatiye pê, di kitêba navborî de ye. (n. n.)

[8] Dansın Kürt Prensesi Leïla Bederkhan, r. 151.

[9] Gurrier Kurde (Şervanê Kurd),Heman berhem. r. 91.

[10] Bavê wê Evdirezak Bedirxan Beg, yek ji şexsiyestên naskirî yên bizava Kurdan e, lawê Mihemed Necîb Paşayî ye, Mihemed Necîb Paşa jî lawê Bedirxan Paşayî yê duduyan e. Bi xwe di jûra mazbatayê ya Meclîs-î Valayê de perwerde bûye, di sala 1879an de rûtbeya mîrê mîran û di sala 1884an de jî rûtbeya Beglerbegê Rûmeliyê wergirtiye