Rengemuzîk

03/04/2024

Gelo dengê muzîkê heye? Zimanê wê, rengê wê, ruhê wê? Muzîk bi çi awayî tê guhdarîkirin? Bîranîn an jî jiyan, te ber bi muzîkê ve dibe an muzîk bîranînên te tîne ber te û jiyana te dixe nav şêwazekê? Di nav wê bîranîn, jiyan û şêwazê de tu helbet zimanê wê jî seh dikî, ruhê wê jî hîs dikî belkî, bi sînor. Lê reng? Deng? Bi rastî jî tu dengê muzîkê bi çi awayî seh dikî, ji guhê xwe derbasî sînorên mejiyê xwe dikî û li wir di nav têlên ecêb de digerînî û piştre ber bi dilê xwe ve bi rê dikî? Rêwîtiyeke dirêj û balkêş dest pê dike.

Lê reng? Rengê muzîkê heye bi rastî jî? Wexta ku tu guhdarî Porqué te vas? dikî, tu kîjan rengî dibînî? Sor? Reş? Belkî jî tu rengekî nabînî di wê de, lewre keçikeke biçûk tîne ber çavê te, ya ku dilê xwe di destê xwe de digerîne û nizane ka dê li ku bi cih bike. Wisa digerîne, bi aramî lê bi tirs, bêyî ku biêşîne. Esas ne sor ne jî reş. Tu bordoyeke mat dibînî di vê stranê de. Girêdana di navbera enstrûmanan û stranbêjê de kelecaniya vî rengî dide te. Daxwazek heye, pirsek. Ne bi îsyankarî, lê bi henûnî. Dike ku tu daxwazên xwe wekî wê keçika şermoker, bi rengê bordoya mat bikî. Lê ne dikarî pirs bikî, ne jî daxwaz bikî. Dixwazî dilê xwe wekî wê, li derekî asê veşêrî. 

Di Behr bê pêl nabe de tu şîn dibînî? Na, divê tu gewrereşiyeke kezebperitî bibînî. Rengê wê ew e. Lewre ew gewrahî ye ku te dixe vî halî û ew pêl tên ji ser wan keviran xwe diavêjin himbêza te û piştre dixwazin te daqurtînin. Tu yê çi bikî? Xwe berdî himbêza wan pêlên nerm an tu yê birevî? Tu yê xwe berdî. Tu yê çavên xwe jî bigirî û xwe berdî. Lewre wê kêlikê hesteke jiyanê namîne bi te re. Kûrahiya avê jî meraq dikî helbet ka dê te bibe ku. Gelo binê behrê jî gewrereş e? Ew roj têne bîra te. Rojên ku tu carinan diçûyî ber wê behrê, li ser wan kevirên mezin ên li qeraxê xwe hildiavêt, bi lingekî, carinan bi du lingan. Lîstikeke xweş bû. Lê tu ditirsiyayî bikevî nav wan keviran, di navbera hinek ji wan de valahiyên mezin hebûn. Tu ditirsiyayî, lewre tê de marên mirî hebûn. Tu vediciniqî. Binê behrê, gewrereş nebe jî, ji wan marên mirî çêtir e dibêjî. 

La vie en rose pembe ye bi rastî jî an rengê êşê ye? Bi rastî rengê êşê çi ye? Tu dikarî bibêjî? Gelo hewce dike mirov zimanê wan bizane ji bo dîtina rengê wan? Na, hewce nake. Ji ber ku rengê vê stranê spî ye. Di spîtiya evînê de dixwaze te bifirîne lê tu diçî tam li orta dîwarê reş dikevî. Radibî ser xwe û şeqizî yî! Dong!!! Li ber perdeyên spî, li ser zimanê te la vie en rose.

Lost on you kîjan rengî bi te dide hîskirin? Rengê evînê? Şîn. Rengê şîn ê evînê ku du ruh, du ruhên du jinan, yên ku di nav bedenekê de digihîjin hev û wenda dibin. Şîn aramî bû bi te, lê li vir, di vê stranê de rengê wendabûnê ye, jê wêdetir rengê fediyê, rengê ji civakê dûr. Şîn çima fedî ye tu fam nakî. Çima revîn e, çima xweveşartin e?  

Li geliyekî ar digire qurm, gelo çi ye, çi ye gunehê dara berû? Ji kesk derbas dibe û berê xwe dide sor? Soreke tarî ya ku hemû gunehên xwe dixe stûyê te. Bi wê çelloya hişk nermahiyek dide kemanê, lê ew “ramûsan” bi çûnûhatina piyanoyê germahiyekê nade gelo? Germahiyeke heta jê tê mor! Wekî ku di navbera şîn û sor de dimîne. Hestên te tevlihev dike, xeyalên te di nav wan de şêlû dike, “xweziyan dilewitîne di nav kirêtiyê de”. 

Mihemedo? Çi reng e Mihemedo? Çi deng e? Kelecaniyeke mezin dide te ev deng? Kelecaniya reş û spî. Her du rengên berevajî hev. Hem neyar, hem bê hev nabin. Striyên di canê te de digire û derdixe, ji aliyê din bi awayekî tûjtir, xirabtir tê de dixe. Canê te diêşîne di her yekê de, lê xwîna te naherike, cemed girtiye. Westiya ye! Mihemedo belkî xwîna xwe dirijîne, zivistanê. Belkî bi ser te de dirijîne û xwîna te germ dike. 

Babamız Bizi Sevmedi, Çirkiniz (Babasız Kızlar Balosu) çi hesteke ecêb e, çi rengekî giran! Belkî tu gelek caran rastî vî rengî tê lê carinan paşguh dikî, carinan jî hema wisa dadiqurtînî. Rengê dû, dûyê her tiştî ne heman reng e, rengê vê stranê rengê dûyê plastîkê ye, yê ku ne qîr û reş e, ne jî gewreke zelal. Di navberê de maye, wekî hezkirin û nehezkirina hinekan. Tiştekî ne xweşik, bêhneke ne xweş, serê te gêj dike. Ev jî te diêşîne, tu vî rengî di her rêya demarên xwe de hîs dikî, ya ku xwîna te bê westan tê de digere, her roj, her şev, her gav. Tu wî rengî dixî nav çavê xwe û hemû dinya dibe ew reng. 

Şiyê, şiyê hem rengê aramiyê, hem jî yê xemgîniyê ye. Di rûyê te de bişirîneke têhnşîr çêdike, çawa ku tu şeveqê şiyar dibî û roj ber bi derketinê ye, rengekî ne sor ne pembe, hem aramî hem xemgînî ye. Dilê te bi carekê coş dike, lê ji nişka ve vedigerîne ser nîvcoşiyê. Lewre hêdî hêdî sor dibe. Şiyê berî wê sorbûnê, rengê kêmsor e. Şiyê qêrîn e, dilê te bi kêreke ko didirîne. Tu dixwazî deriyê xwe dadî, ji wan azaran, lê mifte ka? 

Negrî çav deryayê, çima ruhê te ji canê te vediqetîne, çima her carê wan rojan tîne bîra te. Wan rojên serma yên yaqûdî. Ev stran yaqûdî ye ku emrê te dike çend û şeş. Nahêle ku tu bîranînên yaqûdî ji hişê xwe der bikî. Tu yê çi bikî? Ew ê heta hetayê bi te re bên û nahêlin tu yên nû bi ser de ava bikî da ku şûna wan hinekî jê bibî. Lê her dem di quncikekî mejiyê te de ne, çi bibe bila bibe. Ken, ne ken! Yaqûdîbûna vê stranê her carê dilê te hema dike ew reng.  
Medet Ya Alî? Tu dibêjî Ene’l Heqq û tê dardakirin. Edeb û erkan rêya rastiyê didin te gelo? Rengên dardakirinê, heq nîzamê, alîkariya ferîşteyan, vexwarina badeyê, bi dengê hûhûyan gazîkirina Elî, îqrardayîna pîr ku ew jî te ji dardakirinê xilas nake, çi ne? An hemû yek reng in? Rengê van hêvî û lavayan, daxwazan çi ye? Gelo bi rastî jî tu dikarî bersiva wan her du ferîşteyan bidî, yên ku tên ji te tiştan pirs dikin? Kesk in ev hemû? Kîjan kesk? Keska xwezayê, ya bihuştê? Bihuşt kesk e bi rast î jî? Tu nikarî biryar bidî, tu yê li bendê bimînî heta îqrardayîna xwe ya ji pîr. Kî ye ew?


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Di 1988an de li Tetwanê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Stenbolê beşa Ziman û Edebiyata Fransî xwendîye. Master li Zanîngeha Artûklûyê û doktoraya xwe li Zanîngeha Dîcleyê qedandîye. Niha li Zanîngeha Artûklûyê di beşa kurdî de dixebite. Bi karê wergerê re jî mijûl e, çend gotarên ji îngilîzî û fransî wergerandine bo kurdî. Pirtûka Shahab Vali ya bi navê Kurdên Yarsan ji fransî wergerandîye û di 2018an de ji alîye weşanxaneya Avestayê ve çap bûye.

Te ev dîtıne?

Cîran

Fîlmê Mano Xelîl [1] ê metrajdirêj Neighbours [2] (2021), di Şeşemîn Festîvala

Notên Hefteyê: Çîroka kesên ku nikarin çîroka xwe vegêrînin!

I. Hema wisa! Ez, xwe! Yê ku xwe ji bîr dikim û

Romana Kurdî û Rexne -3- : Helîm Yûsiv, Musayê Qamişlokê û Sykesê Londonê

“Şiîr ji birîna derkirî re diaxive” dibêje John Berger [1]. Gelo roman