Li Amedê, ji alîyê Komeleya Kuçeya Hunerê ya Ofîsê ve, di navbera 5-8ê Cotmehê da festîvala çand û hunerî ya Kuçeya Hunerê hat lidarxistin.
Di çarçoveya bernameyê da, roja 3yan ya festîvalê, 7ê mehê li Pîne Cafeyê Rênas Jiyanî gotûbêja xwe kir.
Li Pîne Cafeyê beşdarîyeka mezin hebû ku salona gotûbêjê tejî bûbû. Di nav beşdaran da hunermend Kasım Taşdoğan jî cih girt. Beşdarên gotûbêjê hema bibêje zêdetirê wê ciwan bûn. Bernameyê bi gotûbêjê dest pê kir ku di berdewamîya wê da Rênas Jiyan çendîn helbest, ji dîwanên xwe yên cuda cuda xwendin. Bername bi pirs û bersivan qedîya ku di dawîyê da Rênas Jiyanî kitêbên xwe bo xwîneran îmze kirin.
Dewletbûn û bêdewletî
Rênas Jiyan balê dikêşe ser têgihiştineka xelet a di nav miletî da ku gelek kes li ser dewletbûn û bêdewletîyê wêje û hunerê biçûk an mezin dikin. Jiyan, bêdewletî û dewletbûnê wekî kêmasîyekê li ser hunermend û nivîskaran nabîne ku ew dibêje: “Yanî heger min ev pirtûk nivîsandibe piştî dewleta me çêbibe jî tiştek li wan zêde nabe, yanî wek naverok dê tiştek li wan zêde nebe”.
Wekî kêmasî, ew, tesîra hinceta bêdewletbûnê wekî xapandin û derewekê dibîne ku divê ev yek nebe sebebê xwebiçukdîtin û kêmasîya huner û wêjeyê ku ew, vê yekê wekî meseleya palê pûşî û bikêrnehatinê bi nav dike.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Heke wêje, huner û çanda me bi dewlet dê mezin û bê dewlet biçûk be, wê çaxê ev dereweka gelek mezin e
Rênas Jiyan
Li ser wê kêmasîyê Jiyan lê zêde dike û dibêje ku : “Yanî min ev fahm kir, ku dewleta te hebe tu baş î lê dewleta te tunebe tu çiqas pirtûk û helbestên baş binivîsî jî, tu hilfirî ber perê asîmanan jî vala ye. Ê ma huner ev e gelo?”.
Rênas destnîşan dike ku divê gelê kurd vê kêmasîyê bibîne û li gorî wê tev bigere. Ew beyan dike ku herçiqas wêjeya bêdewlet qîmetê wê nebe jî, piştî demekê bibe dewlet qîmetê wê çêbibe çênebe jî kesên zana tiştê baş tê da dibîne.
Yanî em kêmasîya bêdewletbûna xwe, nikarin li afirîner, hunermend, dilpak û mirovê xwe yê baş bikin bar
Rênas Jiyan
Wêjeya tekfaz û pirfaz
Rênas Jiyan li ser tevn, çîroksazî û karakterên çîrok û romanan beyan dike ku du cureyên wêjeyê hene, wêjeya tekfaz û ya pirfaz. Wêjeya tekfaz dişibîne ceyrana tekfaz ku hêz û qeweta wê ceyranê qels e. Ew li ser vê şibandinê çîrokên ku li ser çîrokek û karakterekî têne afirandin qels û hêsan dibîne ku nivîskarî ber bi konforekê ve dibe.
Wêjeya pirfaz jî wekî çîrokên pirmijar, pirhêman, pirdeng û pirqarekter dibîne. Ew dîyar dike ku divê dengê her karakterekî cuda cuda be, her karakter di hebûn psîkolojîya xwe da bê avakirin ku divê yekrengîyek dernekeve meydanê.
Ew ji bo nivîsandina wêje û hunereka baş metapsîkolojîyê pêwist dibîne ku divê alîyekî xurt yê hunermend û nivîskaran yê metapsîkolojîyê hebe ku ew destnîşan dike ku ev tişt jî bi wêjeya tekfaz nabe. Ji bo wê yekê jî ew hunandin, fîksîyon, hêmansazîyeka xurt û tevnsazîyeka baş û pirrengî pêwîst dibîne.
Ceribîna helbesteka nû
Di beşa dawîya bernameya xwe da Rênas Jiyan li ser nivîsîn û hewildana kitêba xwe ya bi navê Êvar Încas in Şev Kerseleyê axivî.
Ew li ser pirsên wekî gelo ez dê bikarim bêy termînolojîya zanistî û sîyatîfîk binivîsînim an na?, Ez bêy termnên wekî kromozon, antropolojî û bîyolojî ez dê karibim helbestekê binivîsînim an na? sekinî.
Ew dîyar dike ku wî di wê kitêba xwe da ev tişt ceribandine. Ew lê zêde dike û beyan dike ku wî wek pirs, gelo ew dê karibe têkilîya mirovan ligel objeyan dane an ne? ku di beşa Marketa Helbestan a Êvar Încas in Şev Kersele da wî xwestîye wê tekîlîyê dane û dirûvê wê li helbestê bike.
Wî hewil daye ku romana helbestî binivîsîne, yanî helbesta di nav romanê da. Ew bûn û nebûna wê ceribînê bo xwînerên xwe dihêle ku di peywanda romana helbestkî da wî xwestîye helbesta romankî jî binivîsîne ku dîsa ev yek jî di wê kitêba xwe da ceribandîye.
- Derçûyê beşa Edebîyat û Zimanê kurdî û Mastera bitez a kurdî ye. Olmez, ji bilî karê akademîyê li Mirza Basım Yayım Dağıtım Sanayi ve Ticaret Limited Şirketi (Pirtukakurdi)yê wekî asîstan xebitîye. Wî edîtorîya 3 kitêban û redaktorîya kitêbekê kirîye. Li companîya Thotsê a Çînê karê deşîfrasyonê di zimanê kurdî da kirîye. Wî li ser malpera Kurdshopê, wek qunciknivîs li ser edebîyat, çand û hunerê nivîsîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsaran dixebite.
Weşanên dawiyê
- Hevpeyvîn10/09/2024KURTEPIRS: Ali Kemal Çınar
- Rojev29/08/2024MEB: Li dibistanan metoda pirzimanî tê xurtkirin
- Hevpeyvîn23/08/2024KURTEPIRS: Sadiq Ûskan
- Hevpeyvîn21/08/2024KURTEPIRS: Jehrmar