Rekora YouTubeyê di destê Shakirayê de ye

Rekora YouTubeyê di destê Shakirayê de ye
Rekora YouTubeyê di destê Shakirayê de ye
Botan Times
  • 14 Ocak 2023 09:03

Stranbêja popê ya navdar Shakira bi strana xwe ya nû rekorek li ser YouTube şikand.

Shakirayê ev rekor bi strana ku tê de behsa xapandinê hevale xwe yê berê Gerard Pique dike, şikandiye.

Strana “Out of Your League (Ji Serê Te Zêde) di 24 saetan de 63 mîlyon caran li ser YouTubeyê hate temaşe kirin û di 24 saetên ewil de bû strana latînî ya herî zêde hate guhdarîkirin.

Shakîra di stranê de Pique ra dibêje ku “Gelek wext bide xwe ji bo başkirina laşê xwe, lê mêjiyê wî jî hewceyê bi başbûnê ye.”

Stranbêj, danser, lîstikvan Shakîra, Kolombiyayî ye û 16 Xelatên Grammyê wergirtine.

Foto: Instagram,SS – @Shakira