Aktîvîsta Kurd Zîna Madras Gorjê ku di xwenîşandanên Jîna Emînî da hatibû girtin û bi kefelat hatibû berdan, rejîma Îranê cara duyem wê şandîye girtîgehê.
Jina kurd di xwenîşandanênJîna Emînîyê da hatibû desteserkirin û bi hinceta “avakirina rêxistina hilweşîner” hatibû girtin.
Zînayê piştî 40 rojên girtî, bi kefalet hatibû berdan lê doza wê berdewam dikir.
Rejîmê careke din bi îdiayên “li dijî ewlehiya neteweyî lihevkirina veşarî kiriye” û “li dijî rejîmê propaganda dike” Zînayê tawanbar kir.
Li gor agahîyên Ajansa Mezopotamayayê belavkiriye, Zîna bi biryara dadgehê careke din hatiye girtin û wê şandine zindanê.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.