Reha Ruhavioğlu dê li ser ‘Hal û Ehwalê Kurdî Li Tirkîyeyê’ biaxive

26/02/2024

Kurdish Studies Center (KSC) (Navenda Xebatên Kurdî) di bin serenavê #KurdishStudiesTalks (Gotûbûjên Xebatên Kurdî) da 7emîn gtûbêja xwe li dar dixe.

Reha Ruhavioğlu dê li ser mijara Türkiye’de Kürtçenin Ahvali (Hal û Ehwalê Kurdî li Tirkîyeyê) gotara xwe pêşkêş bike.

Dîrektorê Navenda Xebatên Kurdî Reha Ruhavioğlu yek ji wan kesan e ku di avakirina navenda xebatên kurdî da cih girtîye û ji roja avakirina wê heta niha ew beşdarî hemî lêkolînên li ser kurdî bûye.

Ruhavioğlu di vê gotûbêjê da, di çarçoveya daneyên lêkolînên Navenda Xebatên Kurdî da, dê li ser mijarên wekî rewşa kurdî li Tirkîyeyê, xwestekên kurdî û rijdîya wan xwestekan û sekna raya giştî ya Tirkîyeyê ya ji bo zimanê zikmakî gotara xwe pêşkêş bike.

Bername dê bi pirs û bersivan bidome.

Gotûbêj 2yê Adarê li Amedê, dê li ofîsa KSCyê saet 11:00an dest pê bike.

Forma serlêdanê.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Notên Hefteyê: Çîroka kesên ku nikarin çîroka xwe vegêrînin!

I. Hema wisa! Ez, xwe! Yê ku xwe ji bîr dikim û

Maşallah Dekak: Medyaya cîhanî bi profesyonelî patronên xwe vedişêre, lê ya kurdî bi serbilindî qala patronên xwe dike

“Hawar, derbeke “Xencera Celadet Alî Bedîrxan” e ku li cehalet û nezaniya

Romana Kurdî û Rexne -3- : Helîm Yûsiv, Musayê Qamişlokê û Sykesê Londonê

“Şiîr ji birîna derkirî re diaxive” dibêje John Berger [1]. Gelo roman