Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Reha Ruhavioglu: Amedspor bûye semboleka neteweyî

11/11/2024

Nifûsa kurdan li Tirkiyeyê gihiştiye 20 milyonî. Amedspor bûye yek ji pênc tîmên herî populer. Ji her deh kurdan tenê sê kes dikarin bi kurdî baş biaxivin. Di warê muzîkê de guherîneka mezin çêbûne”

Rêveberê Navenda Lêkolînên Kurdî (KSC) Reha Rûhavîoglû di hevpeyvîneka bi Medyascopeyê re rewşa kurdan a niho analîz kiriye.

Li gorî lêkolînan, Amedspor di nav civaka kurdî de bûye semboleka neteweyî û hejmara alîgirên wê gihiştiye 2 milyonan.

Piştgirîya tîmê du qat zêde bûye

Rûhavîoglû gotiye ku di sala 2023ê de ji her sed kurdan 8 kesan Amedspor wek tîma xwe ya yekem an duyem hilbijartiye. Ev hejmar di sala 2024ê de derketiye 17 kesan. Tîmê di hemû maçên xwe yên malê de ji du hezar temaşevanî zêdetir kom kiriye.

Astengîyên li pêşîya tîmê

Ji sala 2014ê heta 2023ê, Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê 20 cezayên “propagandaya îdeolojîk” daye. Ji van cezan 12 heb tenê ji Amedsporê re hatine dayîn. Tîmê heft salan nekariye alîgirên xwe bibe maçên deplamanê.

Nifûsa kurdan gihiştiye 20 milyonî

Li gorî lêkolînên navenda kurdî, nifûsa kurdan li Tirkiyeyê gihiştiye 20 milyonî. Ji vê nifûsê 85 ji sedî kurmancî ne û 15 ji sedî zazakî ne. Ji her sê kurdan du kes li herêmên kurdî dijîn, yek jî li rojavayê Tirkiyeyê bicih bûye.

Guherînên di warê çandî de

Di warê muzîka kurdî de guherîneka berbiçav çêbûye. Li gel hunermendên kevneşopî yên wek Şivan Perwer û Ciwan Haco, hunermendên nû yên wek Mem Ararat derketine pêş. Mem Ararat di vê mehê de li Diyarbekirê çar şev li pey hev konser daye û hemû bilet berîya mehekê qediyane.

Ji her deh kurdan heft kes bi awayekî muzîka kurdî guhdar dikin. Sê ji dehan muzîka kurdî ya kevneşopî tercîh dikin. Dido jî muzîka kurdî ya pop û rap guhdar dikin.

Bikaranîna zimanî kêm bûye

Rûhavîoglû dîyar kiriye ku ji her deh kurdan tenê sê kes dikarin bi kurdî baş biaxivin. Ji her deh kurdan heşt kes dixwazin ku kurdî di perwerdeyê de cih bigire û şeş kes dixwazin ku kurdî bibe zimanê fermî.


Çavkanî: Medyascope, Botan Times

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan