“Rêberê Hizbullahê Hesen Nasrallah xeniqîye!”

01/10/2024

Rêberê Hizbûllahê piştî teqîna bombe û fûzeyan bi dûman û gazên ji teqînê belav bûyîn xeniqîye û miriye.

Li gor Newsweekê xwe spartiye medyaya Îsraîlê Hesen Nasrallah hingê li stargeha xwe sekinîbûye. Dema Îsraîlê dest bi berdana fûzeyan kirî cihê ew lê ne herifîye lê ji ber gaz û dûmanê nekariye ji wê derê sax derbikeve.

Dema termê wî hatî dîtin tîmên xelasker ferq kirine ku ew birîndar nebûye. Nasrallahê 64 salî nekariye ji cihê xwe derbikeve.

Channel 12ya Îsraîlê gotiye “ew bi êş û azarê miriye.”

Wêneyê Manşetê: GazeteDuvar, SS

Werger: MB ji Newsweekê


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Pozîsyona kultûrên etnîkî di sîstema perwerdeya Îranê da

Weşana paşê

Îranê fûze berdane Îsraîlê