“Raydayîn mafê her kesî ye”

  • 26/05/2023
“Raydayîn mafê her kesî ye”
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

26/05/2023

Platforma Çavdêriya li Hilbijartinan a Serbixwe derbarê mafê dengdayînê de bi çendîn zimanan vîdeoyek weşandiye ku kurdî jî yek wan e.

Vîdeo bi sernavê “Raydayîn mafê her kesî ye” li ser YouTube-ê hatiye weşandin.

Platformê di vê vîdeoyê da nîşan dide ku bê ka hilbijêr dema çûn li ser sindoqan wê bi çi şêweyî dengên xwe bidin.

Di 14ê Gulana 2023yan da li Tirkiyeyê hilbijartina Serokomariyê û ya Parlamenteriyê ya Serdema 28an pêk hat. Di ya Serokomariyê de ji ber ku ti namzetekî ji sedî 50+1 deng bidest nexist, wê di 28ê Gulanê da tûra duyem a hilbijartinê pêk bê. Di vê tûrê da hilbijêr ji bo herdu namzetên di tûra yekem de herî zêde deng bidestxistin, namzetê Tifaqa Komarparêzan Recep Tayyîp Erdogan û namzetê Tifaqa Netewparêzan Kemal Kiliçdaroglû wê dengên xwe bidin.

Çavkanî :bianetkurdî

%d