“Rawestandina operasyonan dê bi kêrî DAIŞê bê” – Mezlûm Evdî / Sky News

12/12/2024

Di vê hevpeyvîna taybet de bi Sky News re, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Evdî li ser metirsîyên ewlehîyê yên li bakur û rojhilatê Sûrîyê, rewşa girtîyên DAIŞê, û bandora pevçûnên dawîyê li ser têkoşîna li dijî DAIŞê diaxive. Evdî diyar dike ku operasyonên hevbeş ên li dijî DAIŞê hatine rawestandin û hişyarîyê dide ku ev yek dê rê li ber xurtbûna DAIŞê veke.


Sky News: Hûn ji komên ku Sûrîyê dagir kirine ditirsin? Gotinên wan ên niho pir cida ne ji yên berê. Gelo hûn ditirsin? Mirov dikare bawerîyê bi wan bîne?

Mezlûm Evdî: Helbet metirsî heye. Em van koman ji berê ve nas dikin û hinek ji wan hîn jî êrîşî me dikin. Niho şer berdewam e û her roj mirov mirin. Bêguman ev metirsî heye. Hemû komên li vê derê û dewletên ku piştgirîya wan dikin, divê bi aqilane tevbigerin û prensîba hevkarîyê qebûl bikin. Eger ew li ser rêbazên otorîter ısrar bikin, wek rejîma Beşar Esed, ev dê bibe sedema şerî li Sûrîyê.

Sky News: Li vê derê gelek girtîyên DAIŞê di girtîgehan de ne. Tê gotin ku dibe ew serbest bên berdan, an bi efûyekê an jî dibe ku hin çekdar wan serbest berdin. Ev çiqas mimkun e?

Mezlûm Evdî: Bi rastî niho metirsîyeka mezin li ser ewlehîya van navendên girtîgehan heye. Bo nimûne, li Minbicê çekdaran êrîşî yek ji girtîgehan kir û li Reqa ku navendên girtîgehan e bi zêdetirî hezar girtîyan hene, metirsîyên holê li ser van dezgehan hene. Em dixwazin van dezgehan biparêzin.

Sky News: Bêguman DAIŞ li rewşa niho dinêre û difikire ku ev derfet e. Hûn nîşanên vê dibînin?

Mezlûm Evdî: Bêguman em vê metirsîyê nas dikin. DAIŞ niho li çola Sûrîyê xurttir e. Berê ew li deverên dûr û veşartî bûn, lê niho azadîya wan a tevgerê zêdetir e ji ber ku tu pirsgirêkên wan bi komên dî re tune ne û ew ne di şerî de ne bi wan re. Li herêmên dî ên di bin kontrola me de jî çalakîyên wan zêde bûne. Tenê çend roj berê sê endamên hêzên ewlehîya navxweyî li nêzî El-Hesekê di operasyoneka DAIŞê de mirin û em dizanin ku plana revînê ji girtîgehan her tim di rojeva wan de ye.

Sky News: Li ser rewşa Hêzên Sûrîya Demokratîk, eger hûn di pevçûn û şerî de bin bi Artêşa Neteweyî ya Sûrîyê û komên dî ên piştgirîya Tirkîyê dikin re, ev ji bo şerê li dijî Dewleta Îslamî tê çi wateyê?

Mezlûm Evdî: Bêguman ew in yên ku êrîşî me dikin. Bo nimûne, eger şideta şerî li dijî gelê me zêde bibe, dibe ku em neçar bimînin hejmara hêzên li dora kampa El-Hol û girtîgehan kêm bikin da ku xetên pêş xurt bikin. Bi giştî, bandora hêzên me û yên Hevpeymanîyê li dijî DAIŞê kêm dibe dema ku em li ser parastina sivîlan û civakên xwe dixebitin, ji ber ku hewldan ber bi şerê berdewam ve tên veguherandin. Ji ber vê ez dibêjim ku eger şer berdewam bike û zêde bibe, ev dê bi kêrî DAIŞê bê.

Sky News: Û gelo rewş niho welê ye? Li gorî têgihiştina min, ji ber qeyrana ewlehîyê û pevçûnan, operasyonên çalak li dijî Dewleta Îslamî niho hatine rawestandin?

Mezlûm Evdî: Erê, niho operasyonên hevbeş li dijî DAIŞê hatine rawestandin. Ev ne biryarek e, lê rastîyeka leşkerî ye, ji ber ku Hevpeyman jî bi şerî ve mijûl e. Ji ber vê ez tekez dikim ku eger ev êrîş berdewam bikin, operasyonên hevbeş dê rawestîyayî bimînin.


Çavkanî:

  • Sky News
  • Botan Times

Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Erdheja Tîbetê: 95 kes mirine – Xinhua, The Guardian

Di erdheja ku îro sibehê li bajarê pîroz ê Şîgatseyê qewimî de

Serokkomarê berê yê Fransayê dê li ser pere-standina ji Qedafî bê mehkemekirin – AFP

Serokkomarê berê yê Fransayê, Nicolas Sarkozy li ser îdîayên ku wî di

Jetên Îsraîlê derdora Şamê dihingîvin – Reuters

Li gorî çavkanîyên leşkerî yên Îsraîlê, artêşa vî welatî di van çend