RAWEST: Kal û pîr xwe ji ciwanan bêçaretir hîs dikin lê ciwan ji pîran bifikartir in

Nıvîskar:
12 months berê
Wêne: Murat Bayram, Semsûr, Arşîv

Şîrketa Lêkolînan Rawestê raportek derbarê “Rewşa Piştî Erdhejê, Qenaet û Hêvî” (Depremin Ardından Değişen Durum, Kanaatler ve Beklentiler) da belav kir.

Li Meletî, Semsûr, Hatay, Entab, Meraş û navçeyên van bajaran, tesîreka mezin ya erdheja 6ê Sibatê ya wêranker çêbûbû. Li wan bajar û navçeyên wan ligel 2 hezar kesan rûbirû lêkolîn hatiye kirin. Beşdaran beyan kiriye ku rola mutahît, şaredarî û hikumetê ji erdhejê gelek zêdetir e ku erdhejê ewqas zîyan ne gihandîye wan.

Asta razîbûna heyatê kêm e

Li gorî daneyên lêkolînê yek ji kêşeya herî muhîm ya beşdaran bêkarî, bihabûna tiştan û zam e. Di lêkolînê da “Asta razîbûna ji heyatê kêm e” hatiye destnîşankirin ku asta razîbûna ji heyatê li gorî komên civakî diguhere û wekî “tiştekî nebînayî” hatiye pênasekirin. Li gorî daneyên lêkolînê, asta razîbûna ji heyatê li nik bêkes, kesên ku zîyaneka mezin gehiştîye mala wan, jin, kal û pîr, xelkê ereb, elewî û dengdêrên CHP û HDPyê gelek kêmtir e.

Xelk ji gîyanê xwe aciz e

Lêkolîn serincê radikêşe ser wê yekê ku piştî erdhejê reşbînî, kerb û kîn belav bûye li nav miletî ku hatiye dîtin jin ji mêran hêrstir û dilnexweştir in. “Kal û pîr xwe ji ciwanan bêçaretir hîs dikin lê ciwan ji pîran bifikartir in, yên ku perwerde dîtine ji yên bêperwerde reşbîntir in. Li herêmên erdhejê perwerde talok bûne. Asta talokbûna perwerdeyê li gorî zayendê neguhere jî, li gorî dahata malbatê, zîyana gehiştîye malê, nasnameya kulturî û li gorî barkirina malbatan bo cihekî din diguhere.

Xelk ji sazî, dezgeh û hikumetê ne razî ye

Bawerîya hemwelatîyan bo kom û sazîyên ku rasterast ne mesul, rêvebirên kontrola afet û erhejê ne gelek neguherîye. Lêbelê bi awayekî berbiçav tê dîtin ku bawerîya wan bo kes û cihên wekî walîtî, serokomar, hikumet, polîs û şaredarîyan kêm bûye.

Xwendekar mifayekî ji perwerdeyê nabînin

Di raporê da hatiye dîyarkirin ku perwerde talok bûye û sedê 22,2yê xwendekaran qet nekarîye berdewamîyê di perwerdeya xwe da bikin. Taloqîya perwerdeyê yek ji daneyên berbiçav in ku di raportê da cih girtîye. Li gorî wan daneyan sedê 84,7ê xwendekaran di wê bawerîyê da ne ku mifayê perwerdeyê kêm bûye.

Bê stargeh mane

Li gorî lêkolînê yek ji kêşeyên sereke sitirîn e. Kêşeyên stirînê ekonomî, bêkarî bihabûna tiştan û enflasyonê dihewîne.

Sedê 67,2yê beşdaran di wê bawerîyê da ne, ji ber ku sazî û dezgehên berpirs bergirîyên pêwîst negirtine wêranîya erdhejê zêdetir bûye. Hejmareka kêm ya dengdêrên AK Partîyê dîyar kirine ku “Heke têra xwe bergirî bihata kirin hilweşîn kêmtir dibû.”

Li gorî paportê bawerîya hemwelatîyan bo zanyar û rêxistinên sivîl zêde û bo şaredarîyan jî kêm bûye. Raport destnîşan dike ku bawerîya ji nivîyê zêdetirî hemwelatîyan bo şaredarîyan kêm bûye. Herwiha hatiye beyankirin ku bawerî ji bo partîyên muxalefet jî kêm bûye.

Ji bo temamîya lêkolîna Rawestê bitikîne


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Engin Ölmez

Derçûyê beşa Edebîyat û Zimanê kurdî û Mastera bitez a kurdî ye. Olmez, ji bilî karê akademîyê li Mirza Basım Yayım Dağıtım Sanayi ve Ticaret Limited Şirketi (Pirtukakurdi)yê wekî asîstan xebitîye. Wî edîtorîya 3 kitêban û redaktorîya kitêbekê kirîye. Li companîya Thotsê a Çînê karê deşîfrasyonê di zimanê kurdî da kirîye. Wî li ser malpera Kurdshopê, wek qunciknivîs li ser edebîyat, çand û hunerê nivîsîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsaran dixebite.

Te ev dîtıne?

Li herêma erdhêjê de 3 mîlyon kesan koç kirine

Erdhêja 6ê Sibatê bandor li 13 mîlyon kesan kir. Li gor agahîyên

“Erdhêjê nekuşt dibêjin bila çem bikuje”

Bajarê Amedê jî ji erdhêja 6ê Sibatê para xwe girt. Bi hezaran

5 hezar kes bê nasname hatin binaxkirin

Piştî erdhejên bi navenda Mereşê 45 hezar kesan jiyana xwe ji dest