Spectrum Houseyê, derbarê Meyla Dengdêrên Kurd û Pîvana Performansa Wan da, raporek belav kir.
Rapor 12 û 13yê Tebaxê li 12 bajaran hatîye amadekirin.
Ev pirs ji dengdêrên kurd hatine kirin: Em bibêjin, heke îro hilbijartin çêbibe tu dê dengê xwe bidî kê? Tu piştgirîya kîjan serokên sîyasî dikî? Hêvî û daxwazên we ji partîyên sîyasî çi ne?
Li bakurê Kurdistanê li van bajaran rapor hatîye amadekirin: Agirî, Intab, Bingol, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Şirnex û Wan. Ji ber ku nifusa kurdan li Stenbol, Enqere û Mêrsînê jî zêde ye li wan deran jî ew pirs hatine kirin û li raporê hatîye zêdekirin.
Beşdarên lêkolînê ji %53,8 mêr in, ji %46,2 jî jin in.
Çend dane ji raporê bi vî rengî ne.
Ji beşdaran hatîye pirsîn; Em bêjin heke îro hilbijatinên serokkomarîyê çêbin tu dêdengê xwe bidî kê?
Ji %46,8 Selahattin Demirtaş, ji %18,7 Recep Tayyip Erdoğan, %8,8 Ekrem İmamoğlu, ji %4,6 Özgür Özel û %3 Mansur Yavaş
Em bêjin heke îro hilbijatinên parlementerîyê çêbin tu dêdengê xwe bidî kê?
%47 DEM Parti, %16,6 AK Parti, %11,7 CHP, %2,4 YRP, %1,2 Hüda Par
Bi dîtina we divê hilbijartinên pêşwext bêne kirin?
Ji %67,1 kesan gotîye divê bêne kirin, ji %27,7 kesan gotîye na bila neyêne kirin.
Herî zêde ji kîjan serokê sîyasî hez dikin?
Ji %51,7 ji Abdullah Öcalan, Selahattin Demirtaş û Gültan Kışanak hez dikin, ji %15,3 ji Recep Tayyip Erdoğan hez dikin, ji %9,2 ji Ekrem İmamoğlu hez dikin û ji %21,7 serokekî/ê hez nakin.
Bo agahî, dane û îstatîstên zêdetir derbarê raporê da bitikîne an jî ji PDFa jêrî bixwîne.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.