Rapora Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê: 58 rojnameger hatine darizandin

Rapora Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê: 58 rojnameger hatine darizandin
Rapora Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê: 58 rojnameger hatine darizandin
Vahdet Uçar
  • 2 Kasım 2021 13:40

DFG’yê di rapora xwe ya meha cotmehê de diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li hemberî rojnamegeran zêde bûne, 3 rojnameger hatine desteserkirin, 6 rojnameger rastî êrîşan hatine û doza 58’an jî dewam dike.

Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê DFG (Dicle Fırat Gazeteciler Derneği) rapora xwe ya Cotmeha 2021’an a binpêkirina mafan a li hemberî rojnamegeran eşkere kir. Di raporê de hat ragihandin ku di pêvajoyeke ku pêwîst e rojnameger di hawîrdoreke tendurist û azad de nûçeyê bimeşînin, nayê qebûlkirin ku di bin zextan de karê xwe bimeşînin, di raporê de hat gotin; “Di meha Cotmehê de jî hevalên me yên rojnameger dema ku li qadê nûçe dişopandin rastî astengiyên cuda hatin. Her wiha gelek caran rastî êrîşan tên. Bi taybetî dema bûyerên civakî dişopînin, rastî tundiya hêzên qanûnê tên, ev astengî û êrîş dibin sedem ku êdî rojnameger nikaribin karê xwe bikin. Polîs, êrîşî hevalên me yên nûçegîhan dikin, alav û ekîpmanên wan ji wan distînin û wan desteser dikin wan ji azadiya wan bê par dikin.”

Di raporê de hat destnîşankirin ku di şopandina nûçeyan de astengkirina rojnamegeran bûye karekî asayî û wiha hat gotin: “Lê belê divê were zanîn ku ev nêzîkatî rewşeke gelekî xeternak e. Rojnamegerek çawa dikare bê astengkirin, ku rojnameger mafê gel ê agahdarîyê weka berpirsîyarîyekê dibînin û vî barî hilfigirin ser xwe. Divê essehî ev kirina polîs û hêzên zebtî bê sekinandin. 

ROJNAMEGER Dİ DESTÊN DARAZÊ DE NE

Di raporê de hat diyarkirin ku tiştên ku di meha Cotmehê de li rojnamegeran hatine kirin ne ev tenê ne. û wiha lê hate zêdekirin; “Bi taybetî di darazê de, rojnameger hê jî di nava lêpirsîn û dozan de ne û ji bo bên tirsandin. Vê mehê dîsa di derbarê gelek hevalên me de lêpirsîn hatin destpêkirin. Di derbarê 4 rojnamegeran de dozên nû hatin vekirin. Vê mehê 58 rojnameger derxistin pêşberî dadger û hatin darizandin. Weke ku di agahiyên berfireh ên nûçeya me de jî tê dîtin, “Lêpirsîn û doz tenê ji ber xebatên rojnamegeriyê ne û bi armanca ji kar avêtina rojnamegeran hatine kirin. Rojnamegerên di bin lepên darazê de ne hewl didin bên bêdengkirin.”

Di raporê de hat bibîrxistin ku hîna gelek rojnameger di girtîgehan de ne û wiha hat gotin; “Her çendî ku bêparkirina rojnamegeran bi serê xwe rewşeke giran e, binpêkirinên mafên ku hevalên me rû bi rû dimînin, tabloya neyînî ya ku tê jiyîn bi kurtî radixe ber çavan. Carcaranb hevalên me yên rojnameger ji girtîgehan ji me re nameyan dinivîsin û binpêkirina mafan ên li wir vedibêjin. 

Dİ MEHA COTMEHÊ DE  50 NÛÇE HATİNE ASTENGKİRİN

Di raporê de hat gotin ku di meha Cotmehê de dîsa sansurê lez û hêza xwe winda nekirine. “Nûçeyên ku ji aliyê hikûmet û alîgirên wê ve nayên ecibandin, bi bikaranîna organên darazê bi lez û bez tên sansûrkirin. Bi qasî ku me karî em tespît bikinli gor tespîtên me, tenê di meha cotmehê de 50 nûçe hatiye astengkirin, 5 malper û xwegihandina navê wan jî hatine astengkirin. Astengkirin û sansûra li ser medyaya dîjîtal tê kirin bi van ne tenê bi van reqeman sînordar e. Ji van kiryaran tê fêmkirin, desthilatdar ji rastiyê pir ditirsin, ji bo ku nûçe negihêjin raya giştî serî li rê û rêbazên cûrbecûr didin. Lê rastî zû bi zû nayên jibîrkirin.

58 ROJNAMEGER HATİNE DARİZANDİN

Di raporê de hat ragihandin ku li Tirkiyeyê ji 2’yê Mijdarê ve hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin 62 ye, di meha Cotmehê de 3 rojnameger hatine binçavkirin, êrîş li 6 rojnamegeran hatiye kirin, 8 rojnameger dema nûçe dişopandin hatine astengkirin, lêpirsîn Lİ 8 rojnamegeran hatiye vekirin, 4 rojnameger hatine desteserkirin û hatin darizandin. 

2 sal û 6 meh û 12 roj cezayê girtîgehê û 16 hezar û 600 TL cezayê pere li 3 rojnamegeran hat birîn. Rûniştina doza 58 rojnamegeran berdewam dike. Li girtîgehê li dijî 3 rojnamegeran binpêkirina mafan tê kirin. 2 cezayên RTÛK’ê hatin dayîn. Hat diyarkirin ku ketina 50 nûçeyan û 5 malperan hatine astengkirin.

Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê