Rapora Bianetê ya tundkarîya mêran: Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine

Rapora Bianetê ya tundkarîya mêran: Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Rapora Bianetê ya tundkarîya mêran: Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Botan Times
  • 4 Mart 2022 10:12

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Sibata 2022an de herî kêm 22 jin kuştine û tecawiz li 3 jinan kirine.

Di meha Sibatê ya 2022an de medyayê mirina herî hindik 16 jinan (Afyon (1), Çanakkale (1), Isparta (4), İzmir (1), Kayseri (1), Kutahya (1), Mereş (1), Mêrdîn (1), Mûgla (1), Samsûn (1), Sînop (1), Tekirdag (1), Riha (1) wekî “biguman” nivîsandiye.

 Mêran li Eskîşehîr, Îdir û Enqereyê  gefa kuştinê li 3 jinan xweriye.

Li Kocaeliyê çapemeniyê mirina jinekê weke “kuştina ku faîlê wê diyar nebûye” nivîsandiye. Li Denîzliyê mêran hewl daye jinekê bikuje.

Kuştin

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Sibata 2022an de herî kêm 22 jin kuştine. Di heman meha sala borî de ev hejmar 33 bû. Her weha mêran 3 mêre ku li gel jinan bûye jî kuştine. Ji jinên ku mêran ew kuştine jê yek welatiya Ûkraynayê bûye.

Jinekê astengdar bûye. Mêran hêrî kêm sê jin digel ku biryara “parastin” ango “jêdûrxistinê” hebûye ew kuştine.

Jinên ku di meha Kanuna Paşiyê de hatine kuştin

Arife A., Aysel Yaşar, Azime Akman, Damla Kuş, Duriye Taşdelen, Eda Nur E., Esin D.,

Gulbahar K., Guler Gul, Gulsum K., Hanife B., Hasret Dalkoparan, Hatice D.,

Hazal Alpyoruk, Hilal A., Husne E., Nazife B. Olha E., Şahizer A., Tulin Çetin, Vasfiye E., Yasemin A.

Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine

 Enqere (1), Balikesîr (1), Bursa (3), Duzce (1), Stenbol (4), İzmir (1), Konya (1), Mereş (1), Mersin (1), Sakarya (1), Samsun (2), Sêwaz (1), Riha (2), Uşak (1), Zonguldak (1).

Çapemeniyê “hinceta” kuştina 14 jinan ya mêran nenivîsandiye. Mêran şeş jin ji ber ku xwestine“cihê bibe”, jinekê ji bo xesp bike û jinekê jî ji ber “mal û milk” kuştiye.

Mêr, destgirtî û mêrê berê 15 jin kuştine. çar jin kur- bav û du jin jî xizmên wan ew kuştine. jinekê jî zavayê wê ew kuştiye.

Mêran ji nîvê jinan zêdetir di nava malê de kuştiye.

Mêran 17 jin li nava malan, 4 jin jî li cihên weke nexweşxane, park, market, nexweşxane, kuçe û kolanan kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran jinekê li kîderê kuştiye.

Mêran ji nîvî zêdetirê jinan bi çekên gulexwar kuştine.

Mêran 11 jin bi çekên gulexwar û 9 jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê kuştine. Her weha 2 jin jî derp kirine kuştine.

Pêvajoya hiqûqî

Herî kêm 22 faîlên mer hebûne ku jin kuştine. Bitenê 15 mêr hatine girtin. Derbarê faîlek de tene lêpirsîn destpê kiriye. Sê faîl hatine desteserkirin.

Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek weke “reviye” û ya du faîlan jî weke “xwekuştine” nivîsandiye.

Kuştina zarokan

Di Sibata 2022an de mêran herî hindik du zarok kuştine. Zarokekê ji aliyê mêrê ku ew bi darê zorê di temenê piçûkî de pê re daye zewicandin ve hatiye kuştin. Zarokekê jî birayê wê yê mezin ew kuştiye.

Li Amed, Îzmîr, Bûrsa û Aksayarê bav li Bûrsayê jî bira zarok derp kirine. Li Xarpêtê zarokê bi navê B.B.(16) bi awayekî biguman miriye.

Navê zarokên ku mêran ew kuştine 

Yahya A., Sila Ş.

Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine

Gîresûn(1), Erzîrom(1)

Pêvajoya hiqûqî

Du faîl hebûne ku zarok kuştine. Jê yek hatiye girtin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlê din nenivîsandiye.

Êrişa Zayendî / Tecawiz

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Sibata 2022an de herî kêm tecawiz li 3 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hejmar 12 bû.

Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 4 mêrên ku tecawiz li 3 jinan kirine kî ne. Mêran li qadên derveyê mal yên weke kolan, odeya otele tecawiz li sê jinan kirine.

Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye

Aydin(1), Stenbol(2)

Pêvajoya hiqûqî

4 mêrên fail hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Tenê faîlek hatiye girtin. 3 faîl piştî desteserkirinê serbest bûne.

Tacîz

Mêran di meha Sibatê de herî kêm tacîz li 7 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 9 bû.

Doktor tacîz li du jinan, karmendê tenduristiyê li jinekê, karmendê mixazeyê li jinekê, û jinekê jî di balafirê de ji aliyê mêrê ku pê re rêwîtî dikir ve hatiye tacîzkirin. Çapemeniyê nenivisandiye bê ka mêrê ku tacîz li du jinan kirine nas e an ne nas e.

Mêran du jin bi girtina foto-vîdeo tacîz kirine. Her weha jinekê jî bi mastirbasyonê tacîz kiriye.

Mêran bi devkî û laşî tacîz li 4  jinan kirine. Mêran 7 jin jî li qadên wek kolan, kargeh û yên derveyê mal tacîz kirine.

Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye

 Aydin(1), Dersîm(1),  Stenbol (5)

 Pêvajoya hiqûqî

7 failên mêr hebûn ku jin taciz kirine. Tenê faîlek hatiye girtin. 2 faîl hatine desteserkirin, derbarê faîlek de lêpirsîn hatiye destpêkirin, faîlek serbest bûye, maeşê faîlek weke ceza hatiye birîn, derbarê faîlek de jî biryara jêdûrxistinê hatiye dayîn.

Îstîsmara li zarokan 

Mêran di meha Sibatê de îstîsmar herî hindik li 26 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de çar bû. 

Herî kêm 17 zarok ji aliyê dersdêrên xwe ve hatine îstismarkirin. Mela herî kêm îstismar li 7 zarokan kiriye. Zarokekê zirbav û yek jî cîranê wî îstismar lê kiriye.

Mêran li dibistan, kolan û qadên din ên ji derveyî malan îstismar li 26 zarokan kirine. Mêran zarokekê jî di medya civakî de îstismar kiriye.

Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine
Bilecik (1), Erzîrom (7), Eskişehir (10), Stenbol (2), İzmir (2), Ordû(1), Tekirdag (1), Wan (1), Zonguldak (1). 

Pêvajoya hiqûqî

11 faîl hebûn ku îstîsmar li zarokan kiriye. Tenê 7 faîl hatine girtin. Derbarê faîlek de doz hatiye vekirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek weke “lêdigerin” ya faîlek “ji wezîfeyê hatiye girtin” û ya faîlek jî weke “pêvajoya hiqûqî destpê kiriye” nivîsandiye.

Tundkarî/Birîndarkirin

Mêran di meha Kanûna Paşiyê de mêran tundkarî kêmanî li 78an jinan kiriye. Par heman mehê ev hejmar, 57 bû. 

Heşt jinên ku mêran tundkarî li wan kirine, bi giranî birîndar bûne û ew birine nexweşxaneyan. Digel biryara parastinê jî, mêran tundkarî li 12 jinan kiriye. 

Du jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye, trans bûn. Mêran jineke azerbaycanî û yek qirgizistanî birîndar kirine. Yek din jî ne welatiya Tirkiyeyê bû, lê nehatiya zanîn bê ka welatiya ku ye. 

Bajarên ku mêran lê tundkarî li jinan kiriyeEdene (3), Afyon (1), Aksaray (2), Antalya (1), Artvin (1), Bursa (5), Çorum (1), Amed (1), Duzce (1), Edirne (16), Erzerom (2), Hatay (1), Îdir (1), Stenbol (27), Îzmîr (2), Kayseri (1), Kırıkkale (1), Kocaeli (2), Meletî (1), Mereş (1), Sakarya (2), Tekirdag (1), Riha (1), Zonguldak (3)

Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 15 mêrên tundkarî kiriye û 25 jinên tundkarî li wan bûye, hev nas dikin yan na. Hevjîn, destgirtiyan tundkarî li 49 jinan kiriye, Kurên du jinan, hevpîşeyê jinekê, zavayê jinekê tundkarî lê kiriye. Xizmê jinekê tundkarî lê kiriye. 

Çapemeniyê mahneya kuştina 64 jinan nenivîsiye. Mêran, 12 jin bi mahneya “nexwestiye li hev were”, “xwestiye cida bibe”, jinek bi mahneya “otobis nehatiye”, jinek jî bi mahneya “cil û bergên wê neecibandiye” kuştiye.

Mêran derb li 54 jinan dane û ew birîndar kirine. Heft jin bi kêr û yên weke wê, sê jin dîl girtine, 11 jin bi çekên gulexwar, du jin jî şewitandine û birîndar kirine. Mêran tundkariya dijîtal bi kêmanî li jinekê kiriye.

Mêran 37 jin li salona kuaforiyê, li kargehê, li nava otobisê, li daristanê ango li derveyî malan, 38 jin jî li nava malan birîndar kirine. Mêran bi rêya medyaya civakî tundkarî li jinekê kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran tundkarî li ku li du jinan kiriye. 

Pêvajoya hiqûqîKêmanî 76 faîl hebûn ku tundkarî li jinan kiriye. Bi tenê pênc faîl hatine girtin. Çapemeniyê ji bo 27 faîlan nivîsiye ku “karûbarên qanûnî ji bo wan dane destpêkirin.”Ji bo 5 faîlan biryara “tedbîrê, dûrxistinê” hatiye dayîn. 12 faîl hatine desteserkirin. 5 faîlan xwe kuştiye. Çapemeniyê ji bo heft faîlan nivîsiye ku “reviyaye, lê digerin.”, derbarê 15 faîlan de jî zanyarî nedaye.

Karkeriya seksê ya mecbûrî 

Mêran di meha Sibatê de bi darê zorê karkeriya seksê bi 107 jinan dane kirin. Par ev di heman mehê de ev hejmar 104 bû. 55 jinên ku bi darê zorê karkeriya seksê kirine, ne welatiyên Tirkiyeyê ne. Zarok jî di nava van kesan de hene ku bi darê zorê karkeriya seksê bi wan hatiye kirin. 

Pêvajoya hiqûqîHukuki102 faîl hebûn ku bi darê zorê karkeriya seksê bi jinan dane kirin. 61 faîl hatine desteserkirin.  41 faîl hatine girtin. 

Çavkanî: Bianet Kurdî