Naûm Faîq eynî wekî roşinbîrên me yên îro bi qîrîn dibêje “Korîtîya fikrî ji korîtîya çavan xirabtir e.” Dibêje “Ronahîya malê lamba ye, lê ronahîya dinyayê alim e.” Û dixwaze miletê asûrî guh bide alimên xwe. Lê heyhat!
***
Micadele, uslûb û qîrîna roşinbîrê suryanî Naûm Faîqî (1868-1930) dişibe micadele, uslûb û qîrîna roşinbîrên me yên îro. Camêr heta jê hatiye micadele kiriye ku miletê wî were ser xwe. Heta dawîya emrê xwe deng li gelê xwe kiriye ku qet nebe terka zimanê xwe nekin, lê qîrîna wî di nivîsên kovaran de maye.
Xanîyê Naûm Faîqî li Diyarbekir, li nav Sûrê, li Kuçeya Pûşîcîyan ya taxa Alî Paşa ye. Niha navê vê taxê kirine “Ziya Gökalp Mahallesi”. Ez û hevalê xwe yê hêja Nîzamedîn Pirinççioğlu ku xelkê Dêrika Çiyayê Mazî ye, demekê em li kuçeyên Diyarbekirê gerîyan, wî fotografekî min li ber xirbeya mala Naûm Faîqî girt. Naûm Faîq di sala 1868an de li vê malê hatiye dinyayê û di sala 1930î de li welatekî gelek dûr, li Amerîkayê, li New Yorkê çûye rehmetê. Rewşa xirbeya xanîyê Naûm Faîqî li ber çavê min tam rewşa miletê asûrî ya îro sembolîze kir! Di wextê xwe de xanîyekî mamûr, muhteşem û şên bûye. Lê îro, di halekî wêran de ye.
Xanîyê Naûm Faîqî ne ku tenê nimûneyek ji medenîyeta asûrîyan e, herwisa nimûneyekî muhteşem ji mîmarîya Diyarbekirê ye jî. Piştî ku malbata Naûm Faîqî çûye, ev xanî ketiye destê hinekên din. Dû re, ew jî çûne. Xanî bêxwedî maye, bi demê re ketiye halekî wêran.
Navê wê kuçeya ku xanîyê Naûm Faîqî têde ye, ji berê de “Kuçeya Pûşîcîyan” bûye lê Beledîyeya Sûrê ji bo xatirê miletê asûrî navê “Naûm Faîq Palak” lê danîye. Lêbelê paşê, beledîyeya qeyûman ev nav betal kiriye, bi Tirkî kiriye “Puşucu Sokak”. Lewma lewheya navê kuçeyê bi xanîyê li serê kuçeyê re hatiye badanakirin, winda bûye.
Ez hêvîdar im xanîyê Naûm Faîqî wekî eslê xwe were restorekirin û wek xatirayeka hêja ya miletê asûrî, herwisa wek nimûneyek ji mîmarîya Diyarbekirê heta bi heta li piya be. Eger em wextên gelek kevin li wir bihêlin, bi hezaran salan cîrantîyeka baş di navbera kurdan û asûrîyan de hebûye. Di serî de zîraet û karê çandînîyê di gelek warên jîyanê de wan tesîreka baş li ser miletê me kirine; mesela, ji alîyê jîyana civakî û kulturî ve; di cilûbergan de, di muzîkê de, di govendê de gelek motîf û edet û meqamên me mişterek in, ji zimanê wan jî gelek peyv ketine nav Kurdîya me.
Miletê Asûrî
Asûrî qewmekî Samî ne. Serê pêşî, ji vir bi qasî çar hezar sal berê, navenda wan kelehek bi navê “Asûr” ku teqrîben sed kîlometre li jêrê Mûsilê, li kevîya çemê Dîcleyê bûye. Heta sedsala çardehan ya Berî Mîladê di bin hukmê Mîtanîyan de bûne. Lê ji ber ku li ser riya bazirganîyê ya rojhilat-rojava û bakur-başûr bûne, di warê bazirganîyê de gelek pêş ve çûne û bûne serbixwe. Paytexta dewleta wan berê Neynewa, paşê Babîl bûye. Di warê alfabeyê û nivîsînê de ji bo medenîyeta dinyayê jî xizmeteka wan a hêja bûye. Lê di dema hukimranîya xwe de gelek zilim bi miletên din kirine. Mesela, di kitabeyên ku li ser latên Birqleynê (Licê) kolane, qralên wan bi devê xwe behsa zilma xwe dikin ku çawa milet qetil kirine. Dîsa, di Kitabê Miqedes de jî tê behskirin ku çawa zilm bi qewmê Îsraîl kirine. Herwisa, di efsaneya Newrozê de behs dibe ku zilm bi miletê kurd jî kirine. Lê berîya Mîladê di sala 612an de xelkê Medî di pêşengîya Kawayê Hesinkarî de qralê wan Dehakî dikujin. A ev efsaneya Newrozê ji wir tê. Jixwe ji wê rojê vir de êdî pişta asûrîyan rast nabe. Gelek car Medan û Persan bi hev re li wan xistine, heta ku bi temamî ji dewletbûnê ketine. Dewleta wan çûye lê asûrî wek milet mane. Îcar dema ku Mesîhîtî li nav miletan belav dibe, asûrî xirîstîyanîyê qebûl dikin. Lêbelê li ser mezheban cihê dibin. Ev cihêbûn netewayetîya wan bêhtir zeîf dike. Piştî ku îslamîyet li ser van erdan belav dibe, êdî dibin teba. Bitaybetî di dewra Usmanîyan de tehda li wan dibe. Dema ku di sala 1911an de Îtalya li Trablûsxerbê şerê Usmanîyan dike, hingê Îtîhad-Teraqîstî li ser miletên xirîstîyan dest bi qetlîaman dikin. Naûm Faîq wê demê, di sala 1912an de direve diçe Amerîkayê. Li wan salan serek û sermiyanên suryanîyan bo sultanê Usmanîyan bîatnameyekê dinivîsin, îtaeta xwe bi samîmîyet nîşan didin ku ew ê bi Usmanîyan ve girêdayî bimînin û guh nedin dewletên xirîstîyan yên Ewropayê, lê dîsa jî, di sala 1915an de wekî ermenan, bi taybetî li bajaran, ew jî dikevin ber tehcîrê. Asûrî ji bo wan rojan dibêjin “seyfo” yanî “şûr”. Îro li tevayî dinyayê texmînen bi qasî 30 mîlyon nifûsa wan heye, lê pirranîya wan li dinyayê belav bûne. Nifûseka gelek hindik li derdora Mêrdînê, li Midyadê, dîsa li herêma Behdînan û li Sûrîyê maye.
Qîrîna Naûm Faîqî
Naûm Faîq mielim bûye, ji sala 1888an heta sala 1911an li Diyarbekir, li Ruha û li Humusê 24 sal mielîmtî kiriye. Li Diyarbekir kovareka bi navê Kewkbo d-Madinho (Istêra Rojhelatê) derxistiye. Piştî ku çûye Amerîkayê, li wir kovara Beth-Nahrîn derxistiye.
Çawa ku qewmê Îsraîl ji çemê Feratê bigirin heta bi çemê Nîlê wek “Erdî Mewhûd” (Erdê Wehdbûyî) yanî wek erdê xwe dibînin, asûrî jî Mezobotamyayê, yanî erdê ku dikeve navbera Dîcle û Feratê wek welatê xwe dibînin û jê re dibêjin “Beth-Nahrîn” (Navbeyna Du Çeman). Lewma Naûm Faîqî navê kovara xwe Beth-Nahrîn danîye.
Beledîyeya Sûrê ya Diyarbekirê di sala 2011an de kitêbek bi navê Beth-Nahrîn weşand. Di vê kitêbê de 61 nivîsên Naûm Faîqî ku di kovaran de weşîyane hene. Elîyo Dereyî ev nivîs wergerandine ser Tirkî. Kawa Nemirî jî ji Tirkî wergerandine ser Kurmancî.
Naûm Faîq di nivîsên xwe de tarîxa berê tîne bîra miletê xwe, bi qîrîn gazî dike ku asûrî bibin yek û vegerin ser rewşa xwe ya berê. Mesela, di nivîseka xwe de wisa dibêje: “Gelê suryanan, ji xewê şiyar bin, di destê me de tu tişt nema, tenê mûyek li serê me maye. Xizîneya me tarûmar bû, rêzdarîya me ji dest çû, gelê me ji biyanîyan re bûye kole. Zemanek, me ferman dida, lê di roja îro de em hatine qewirandin û em bûne kole mane. Welatê me Beth-Nahrîn e, di roja me de ewladên wê welatê xwe terk dikin û li dinyayê belav dibin. Xelkên xerîb li ser erdê me yê dewlemend bûne serwerê welatê me û hêza miletê me yê xurt zeîf kirine.” (Ji beşa Tirkî: r. 8-9) Bi qîrîn dibêje “Beth-Nahrîn! Tu erdê me yî. Tu ronahîya me yî û tu şefeqa me yî. Ziman û alfabeya me ji te derketine.” (Ji beşa Tirkî: r. 11) Dibêje “Kevirê bingehîn yê Suryanîtîyê tenê û tenê bi xwendina zimanê bav û kalan, bi xwendina kitêb, kovar û rojnameyên ku bi zimanê me çap dibin tê danîn. Miletê ku bi zimanê bav û kalên xwe perwerde nebe, nasnameya xwe ya neteweyî winda dike. Miletê ku nasnameya xwe diyar neke jî mimkun nîne ku wek milet were naskirin.” (Ji beşa Tirkî: r. 58)
Naûm Faîq eynî wekî roşinbîrên me yên îro bi qîrîn dibêje “Korîtîya fikrî ji korîtîya çavan xirabtir e.” Dibêje “Ronahîya malê lamba ye, lê ronahîya dinyayê alim e.” Û dixwaze miletê asûrî guh bide alimên xwe. Lê heyhat! Qîrîna wî di rûpelên kovaran de dimîne.
Tiştê ecêb, Naûm Faîq dilê xwe dibijîne me kurdan jî, wek nimûneyekî baş me nîşanê miletê xwe dide. Dibêje “Ereb li kîdera dinyayê bin; li Misrê, li Îspanyayê, li Îraqê, li welatê persan, li Sûrîyê, li Beth-Nahrînê, ew bi zimanê xwe xeber didin û gelek cehd dikin ku zimanê wan geştir be. Ermenî jî wisa; li Rûsyayê, li Tirkîyê, li Bulgarîstanê, li Tatarîstanê, li Hindîstanê, li Amerîkayê, li Parîs û Londinê bi zimanê xwe xeber didin, kovar û kitêbên xwe çap dikin û li dibistanan didin xwendin. Kurd jî; li her dera ku diçin û têde dimînin zimanê xwe xeber didin. Proto-suryanîyên ku alfabeya herî pêşîn îcad kirine, nivîsînê fêrî dinyayê kirine û li ser çarîgeka dinyayê hukim kirine, îro zimanê xwe ji bîr kirine û bi zimanên miletên din xeber didin. (Ji beşa Tirkî: r. 58)
Dema ku min nivîsên Naûm Faîqî xwendin, min got qey roşinbîrekî me yê îro deng li miletê kurd dike, hîs û hizrên wî ji min re ewçend nas û nêzîk hatin.
Em dikarin ji tarîx û rewşa miletên derûdora xwe dersên muhîm bigirin. Mesela, miletekî bêdewlet mehkûmê windabûnê ye; îro yan sibê, bi her tiştê xwe ve winda dibe diçe. Û eger miletekî welatê xwe terk kir çû nav miletên din, yan jî, eger zimanê xwe ji bîr kir, êdî zehmet e ku careka din vegere ser erdê xwe yan jî zimanê xwe ji nuh ve zinde bike.
Ez hêvîdar im aqîbeta me nebe mîna aqîbeta miletê asûrî.