Qiralîya Yekbûyî dê derîyê xwe li “koçberên neqanûnî” bigire

05/03/2023

 Serokwezîrê Qiralîya Yekbûyî Rishi Sunakî diyar kiriye ku ew dê rê li ber koçberên neqanûnî bigirin.

Li gor nûçeya Rûdawê serokwezîr, Rishi Sunak îro Yekşemê di hevpeyvîneke bi medyaya welatê de ragihandiye ku ew ê roja Sêşemê qanûneka nû ya koçberiyê ragihînin. Armanca wê qanûnê rêgiriya koçberan e.

Rishi Sunakî diyar kiriye ku Wezareta Navxweyî bi hevahengiya wezaretên peywendîdar qanûnek amade kiriye û got, “Mijara koçberên neqanûnî yek ji karên min ên pêşîn e û min soz da ku dawî li hatina koçberên derqanûnî bînim û ez li ser soza xwe bi israr im.”

Wêne: Malpera Serokwezîrîya Qiralîya Yekbûyî


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Em xwe çawa ji trawmayên piştî erdhêjê biparêzin?

Weşana paşê

Beyî Akşenerê civîna yekem: Duşemê dê namzet bê eşkere kirin