Qeyîkên Behra Hibrê

Marcel Proust ji bo ku li labîrenta bîranînên xwe bigere, Balzac ji bo bablîsokên ruhê jinan vebêje, Fîrdewsî ji bo ronahîya zêran û Ehmadê Xanî ji bo biçûkên kurmancan kitêbên xwe nivîsîn. Her yek ji wan bû sitûneke edebîyata cîhanê û qeyikên zimanên xwe berdan behra hibrê.

***

Kitêb, kewareyên herfan in ku her herfeke wan hest û ramanên nivîskaran hildigirin û mîna kevokên peyaman, ji xwîneran ra radigihînin. Di wextên kevnare da şikeft, teht, kevir û tabletên ji herîyê, mazûbanîya nivîsê kirine.  Piştra çermên heywanan, bi taybet jî çermê xezalan rûyê xwe ji perîkên hibrê ra vekirîye. Bi hezaran kesan bi îstînsaxkirina kitêban katibîya îlm û îrfanê kirine û barê çanda devkî ji nifşekî derbasî nifşên din kirine. Di demên borî da ji ber ku zêdekirina kitêban a bi destan karekî zehmet bû, kitêb wek destxet dihatin binavkirin û qîmetekî wan ê mezin di nava gel da hebû. 

Johannes Gutenberg bi îcada matbaayê ji alîyê kopîkirina kitêban ve teknîkeke bêhempa dîyarî mirovahîyê kirîye û bûye şoreşgerekî şaristanîya dinyayê yê hevpar. Gutenberg bûye wesîle ku heman kitêb ji refikên malên arîstokratan bifilitin û daxilî malên feqîrên xwende bibin. Bi zêdebûna kitêban raman, bi hêsanî li nav gelan belav bûne û behra zanînê pêl bi pêl berê xwe daye zeryaya mirovahîyê. 

Kelama qudsî ya kitêbên îlahî bi rêya matbaayê di demeke kin da bi hêzeke zêde li nava Ewropayê belav bûye û xisûsen di nava Xirîstîyanan da gengeşîyên teolojîk rû dane. Çîna rûhban ne wek berê xwedîyê hêzeke Xwedayî ye lewra kelama Xweda li ber dest e û piştî wergera Martîn Luther a Încîlê ya zimanê almanî esrar û maneya ayetan li her kesî eyan bûye. Bawerîya ku kitêbên qudsî kana hemû zanînê ye, binpê bûye û mentalîteya skolastîk îflas kirîye.

Kitêb û matbaa ji tevgerên Reform û Ronesansa Ewropayê ra bûne kanîya îlhamê û şaristanîya Ewropayê bi çargavî berê xwe daye asoyê û jiyaneke modern û bextewar. Li gor Victor Hugoyê fransî  çapkirina kitêban îcada herî mezin a dinyayê ye. 


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Orhan Pamuk, di destpêka kitêba xwe ya Yeni Hayatê da weha dibêje: “Rojekê min kitêbek xwend û jiyana min guherî.” Gelo kitêbek dikare rastîya jiyanê biguherîne? Ronahîya herfan di şevên reştarî da çiqas rênîşander e? Mirovekî heta qirikê di nava pirikê da be, gotinên xweş ên kitêbekê dikare bibe çarenûsa belengazekî? De kerem bikin em têbigihêjin ku kitêbek, tenê ne ji kaxez, hibir û zemqê pêkhatî ye. 

Şaîrê Romayî Horatîus,  dibêje ku eger di dest min da bûya min ê wek çandina genim, li her bihosta axê kitêb biçandina. Xwedîyê vê gotinê, lawê koleyekî azadkirî bû û bavê wî ji bo lawê xwe hemû pereyên xwe xerc kiribûn da ku lawê wî li Romayê û piştra li Atînayê perwerdeya yewnanî û felsefeyê bibîne. 

Hûn ji Senecayê Romayî  bipirsin dê ji we ra bibêje ku “Jiyana bêyî kitiban mîna ku mirov kor, kerr û lal bijî.” Lewra kitêb şibakeyên mejîyên mirov li dîmenên nû vedikin û guhên mirovan bi sewtên nebihîstî dadigirin. Dema çav û guh têr dibin, ziman dilebite û behsa jiyaneke nûwaze dike. 

Helbestvanê kanonîk ê zimanê latînî Ovidiusê ku di biçûkanîya xwe da ji ber zilma bavê xwe gelekî êş û azar kişandibû û bavê wî nivîsîna helbestan lê qedexe kiribû, derheqê kitêban da dibêje “Ew milletên ku ciwanên xwe bi kitêban xwedî nekin talîya wan tehl e. 

Bavê bizava rasyonalîzmê Descartes, îdîa dike ku xwendina kitêbeke hêja, mîna axaftina bi nivîskarên sedan sal berê ye. Bifikirin dema hûn Dewleta Platon vedikin mîna ku hûn bi Platonê yewnanî ra, di bîra zemanî ya bêbinî da hevûdû bibînin û guhê xwe bidin dengekî ku laşê wî kêm zêde du hezar sal berê rizîyaye. Belê, kitêb dengê mirîyên hezar salan digihînin siberoja me. 

Dîderot ku ensîklopedîstekî navdar e, bi ramanên xwe îlham daye Şoreşa Fransî û di ronakgerîya fransî da cihekî girîng girtîye û ew dibêje: “ Dostekî min heye ew jî kitêb in û yek dijminê min heye ew jî dostên min ên cahil in.” Çima kitêbên ji kaxiz û zemqê, şûna mirovên bi xwîn û goşt digirin? 

Marcel Proust, berêvareke ewravî, li şaneşîneke avreşandî, biskuvîtekê di çayê dadike û bêhn dike. Bêhna vê biskuwîtê dibe çem-romanek û çardeh salan diherike. Derdora milyon û dused û pêncî hezar bêje û nêzî sê hezar rûpel nivîs, bûne hilgirê bîranînên Marcel Proust ên bêhnekê. 

Honore De Balzac serê xwe dixist ber xwe û rojê hijdeh saetan dinivîsî, da ku jîyana wî biguhere. Jîyana wî bi dehan cildên kitêbên ku nivîsî, çiqas guherî em nizanin lê ya rast ew e ku romanên wî bandor li ser jîyana gelek kesan kir û xisûsen bûne nexşeyên fêmkirina ruhê jinan. 

Şemsî Tebrîzî, rojekê derdikeve hemberî Mewlana Celaleddîn, bi hefsarê hespê wî digire û jê ra pirsekê dike, hişê Mewlana serobino dibe. Pişt ra rojekê kitêba destê wî digire û diavêje çem da ku Mewlana tiştên ji kitêban hîn bûye deyne alîyekî û berê xwe bide peyvên negotî. Gelo di dinyaya gewrik da peyveke ku nehatibe gotin heye? 

Fîrdewsî ji bo nivîsîna Şehnameyê sih salan xebitî û derdora 60 hezar beytan anî ba hev û kitêbek saz kir. Gelo di nava van 60 hezar beytan da çend peyvên heta wê roja nehatibû gotin bûn para Fîrdewsî? Fîrdewsîyê ku bi xeyala ji bo her beytekê zêrekî bistîne derketibû vê rêwîtaya dûr û dijwar, talîya talî şelika situya xwe xwirandibû û bi şingeşinga çend zêran hatibû ser. 

Ehmedê Xanî di demeke ku rewac li zimanê kurdî tunebû û bazar kesad bû bi navê Mem û Zînê mesnewîyek ava kir ku di eyara Romeo Julîeta Shakespere da bû. Kitêba Xanî hem bi şêwaza xwe ya edebî hem bi naveroka xwe ya civakî û sîyasî ji bo dîrok, çand û hunera kurdî bêhempa ye. 

Marcel Proust ji bo ku li labîrenta bîranînên xwe bigere, Balzac ji bo bablîsokên ruhê jinan vebêje, Fîrdewsî ji bo ronahîya zêran û Ehmadê Xanî ji bo biçûkên kurmancan kitêbên xwe nivîsîn. Her yek ji wan bû sitûneke edebîyata cîhanê û qeyikên zimanên xwe berdan behra hibrê.

Nivîskar/rojnameger
Roger Acun
Roger Acun
Sala1984an li Mêrdînê hatîye dinyayê. Perwerdeya xwe ya lîsansê sala 2004an, di beşa Ziman û Edebîyata Tirkî da li Zanîngeha Dîcleyê bi yekemînî temam kirîye û mastera xwe jî di beşa Ziman û çanda Kurdî da li Zanîngeha Mardîn Artûklûyê li ser "Îmajên Helbesta Kurdî ya Modern" sala 2016an temam kirîye. Sala 2024an li Zanîngeha Dîcleyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî da teza xwe ya doktorayê li ser "Rexneyên di Romana Kurdî ya Dîyasporayê" da parastîye û pileya doktorayê wergirtîye. Salên 2007 û 2009an, di televîzyoneke taybet da bi navê Düşlerin Beşiği" û "Okuyan Us" du salan bernameyên hefteyî yên çand û hunerî amade û pêşkêş kirine. Heta aniha sê kitêbên wî çap bûne. Gelek helbest, nivîs û gotarên wî di rojname û kovaran da derçûne. 20 sal in li Dîyarbekirê mamostetîya Ziman û Edebîyata Tirkî dike.