Qesra Spî ji ber kokaînê hatiye valakirin

05/07/2023

Qesra Spî şeva yekşemê ji ber toza spî hatibû valakirin. Hat diyarkirin ku ew toz, kokaîn e.

Servîsa veşartî ya Amerîkayê ragihand ku di kontrolên ewlehîyê yên li avahîya toza spî hat ditîn.

Li gorî nûçeyên Washington Post ve Associated Pressê li gorî çavdêrîyên polîsan ve encamên testên tozê destnîşan dikin ku ew kokaîn e.

Berdevkê Servîsa Veşartî ya Amerîkayê Anthony Guglielmi bo BBCyê axiviye û beyan kiriye ku şeva yekşemê seat derdora 20.00an wan tozên spî dîtine û ji bo ewlehîyê avahîya Qesra Spî vala kirine.

Piştî valakirinê Qesra Spî bang li îtfaîyeyê kirine û wan diyar kiriye ku toz bê zerar e û avahî ji nû ve hatiye vekirin. Derbarê wê bûyerê da lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li cihê ku toz lê hatiye dîtin, ofîsa serokê Amerîkayê û alîkarê wî û çend rayedarên payebilind hene.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Mem û Zîn û Sînemaya Amûdê

Sînemaya Amûdê çima hat şewitandin? Zindana Diyarbekirê çima hat avakirin? Gundê me

Penaberên Sûriyeyî ji ber şerî ji Libnanê vedigerin welatê xwe

Bi sed hezaran penaberên Sûriyeyî yên ku berê ji ber şerê navxweyî

Ji ber çi The Guardian dê hesabên xwe yên Xyê bigire

Rojnameya Brîtanî The Guardianê biryar daye ku hesabên xwe yên fermî li