Qesra Sipî bi hezaran belgeyên ser kuştina Kennedy diweşîne

16/12/2022

Qesra Sipî bi hezaran belgeyên ser kuştina Serokê Amerîka yê 35an John F. Kennedy weşand.

Bi 13,173 belgeyên ser kuştina Kennedy, Qesra Sipî da zanîn ku %97ê belgeyan êdî eşkere ne.

Dîrokzan hêvî dikin ku bi van belgeyan ser kuştina Kennedy hin agahîyên nû bibînin.

Kennedy, di sala 1963an de dema bo xebatên hilbijartinê silav li gel dida hat kuştin.

Arşîvên Neteweyî yên Amerîka ragihand ku 515 belge dê neyên weşandin û 2545 belgeyên din jî dê nîv-girtî bimînin. 


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Babacan destekê dide Demîrtaş û sîstema qeyuman rexne dike

Weşana paşê

Rojên Belgefîlmên Mafên Mirovan li Amedê 20 fîlman belaş nîşan dide