Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkîyeyê (YSK) ragihand ku roja 14ê Gulanê heta seat 21:00an ragihandina encamên hilbijartinê qedexe ye.
Her wiha roja hilbijartinê ji seat 06:00an heta 24:00an firotina alkolê jî hat qedexekirin.
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan (YSK), qedexeyên roja hilbijartinê ragihandin. Li gor biryarê roja hilbijartinê heta seat 18:00an li ser medyayê derbarê encamên hilbijartinê de ragihandina pêşbînî û nirxandinan qedexe ye û heta demjimêr 21:00 ragihandina encaman qedexe ye.
Qedexeyên hatine ragihandin wiha ne:
1- Roja dengdanê heta seat 18:00 li ser radyo û hemû corên weşanan derbarê hilbijartin û encaman de belavkirina nûçe, pêşbînî û nirxandinan qedexe ye.
2 – Di navbera seat 18:00 û 21:00 li ser radyo û di hemû qenalan da tenê nûçe û zanyariyên ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ve tên belavkirin, dikare bên weşandin.
3 – Piştî seat 21:00 hemû weşan serbest in, lê dema pêwîst bê dîtîn Komîsyona Bilind a Hilbijartinan dikare pêş seat 21:00 jî biryar bide.
4 – Ji bilî hêzên emnî hilgirtina çekê li cihên niştecîhbûnê qedexe ye.
5 – Roja hilbijartinê dê hemû kargehên wek qehwexane, çayxane û kafeyên înternetê girtî bin.
6 – Li cihên xwerinê wek restorant û xwaringehan tenê dê xwarin bê dayîn.
7 – Roja hilbijartinê şahî piştîseat 18:00 serbest in.
8 – Eger hilbijartina serokkomariyê bimîne gera duyem, dê heman rêkar bo 28ê Gulanê jî bên cîbicîhkirin.
9 – Li navçe û navendên bajaran di her sindoqekê de dê 360-380 kes deng bidin. Li gundan eger hejmara dengderan 400î derbas neke, dê tenê li sindoqekê deng bê dayin.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.