Serokê Amedsporê, Azîz Elaldîyî ragihandiye ku qedexeya li ser alîgirên Amedsporê hatiye rakirin.
Li gor agahiyan, Amedspor wê di hefteya 10an a Lîga 1 a Trendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de li hemberî Pendîksporê bilîze.
Ji ber ku zemîna Stadyuma Amedê xirab e, biryar hatiye dayîn ku pêşbirk li Îdirê pêk were. Ji bo lîstika ku wê roja yekşemê di saet 16:00an de pêk were, “Desteya Ewlekarîyê” ya Îdirê bi hinceta “ewlekarîyê” qedexe danîbû.
Serokê Amedsporê Azîz Elaldîyî bi rêya medyaya civakî ragihand ku di hevdîtina bi Cantûrk Alagoz û Walîyê Îdirê re encam hatiye standin û qedexe hatiye rakirin. Elaldî got: “Em hemû alîgirên xwe vedixwînin ku piştgirîyê bidin.”
Çavkanî: MA, Botan Times, X
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.