Di cîhana bilez a îroyîn de, girîngiya birêvebirina wextî (time management) a bibandor bi gelemperî wekî mifteya serkeftina pîsporî û kesayetî tê destnîşankirin. Îhtîmaleke mezîn her yek ji me ev fikra birêvebirina wextî ya bibandor wextekî meraq kiriye. Bi rastî, van demên dawîyê ez jî li ser vê mijarê difikirim. Wekî psîkologekê, ji bo min birêvebirina wextî ji çêkirina bername û lîsteyên tiştên wê bên kirin, pir wêdetir e. Birêvebirina wextî di hûndirê xwe de têgeha wextî, pêvajoyên cognitive yên mejiyî û rutînên me vedihewîne. Ji ber vê yekê, birêvebirina wextî a bibandor ji bingehên plansaziya rojane wêdetir e. Hewceyî têgihîştineke kûr e ku em bizanin ka em derheqê wextî de çawa difikirin, hîs dikin û bi têgeha wextî re têkiliyeke çawa datînin. Bi vê gotarê armanca min ew e ku li ser birêvebirina wextî perspektîfeke nûjen pêşkêş bikim û balê bikşînim ser bandorên wê yên girîng ên di jiyanê me de.
Fêmkirina Têgeha Wextî
Têkiliya me ya bi wextî re bi kûrayî psîkolojîk e. Têgeha wextî, ango serpêhatiya subjektîf a wextî, di navbera kes û rewşan de pir diguhere. Ev yek pirseke balkêş derdixe holê: Dema em mijûl in, çima wext wekî diherike xuya dike, lê wext di karên kêmtir balkêş de dirêj dibe? Ev ferqa awayê têgeha me ya wextî, ne tenê aliyekî balkêş ê serpêhatiya mirovî ye. Ew di heman demê de, di navenda birêvebirina wextî ya bibandor de cih digire. Bi têgihiştina vê diyardeyê, em dikarin peywirên xwe bi wan çalakiyan ahengdar bikin yên ku bi xwezayî, xwe bi xwe, bi demê re zûtir derbas dibin. Yanî divê em tespît bikin ka rastî jî çi bala me dikşînê. Dema ku em bala xwe didin ser karên bi me ve eleqedar, em ê ne tenê hilberîna xwe zêde bikin lê di heman demê de razîbûna xwe ya li ser bikaranîna wextî jî baştir bikin.
Rola Fonksiyonên Cognitive
Birêvebirina wextî, bi awayekî kûr û dûr girêdayî awayê xebitîna mejiyê me ye. Bi taybetî sê fonksiyonên cognitive li vir roleke mezin dilîzin: Dîqet, bîranîn û fonksiyona birêvebirinê. Ji bo baştirkirina birêvebirina wextî, pêdivî ye ku mirov li ser van sê fonksiyonên bingehîn ên cognitive hûr bibe.
- Pêşvebirina Dîqetê: Dîqet, ew e ku mirov bikare li ser karekî bikonsantre bixebite. Ji bo baştirkirina dîqetê, teknîkên wekî Pomodoro (Cirillo, 2006) dikarin pir bi bandor bin. Di vê teknîkê de mirov bi gelemperî 25 deqîqeyan dixebitin û dû re navberên kurt didin. Ev rêbaz dibe alîkar ku di demên dirêj de astên konsantrasyoneke bilind bên parastin. Digel vê yekê, hebûna cihekî rehet ji bo xebat û meditasyonê jî dikare alîkariya pêşvebirina diqetê bike.
- Bihêzkirina Bîrê: Bîr di bibîrxistina erk, mawe û hûrguliyên girîng de roleke mezîn dilîze. Bikaranîna amûrên mîna plansazên dîjîtal, ji bo zêdekirina bibîrxistinê dikarin pir alîkar bibin.
- Bihêzkirina Fonksiyona Rêvebirinê: Fonksiyona rêvebirinê ji plansazkirin, pêşekî û birêvebirina erkan pêk tê. Ji bo bihêzkirina vê yekê, pêdivî ye ku erk li gorî lezgînî û girîngiya wan bên dabeş kirin. Di heman demê de, danîna armancên rojane û heftane dibin alîkar ku em biryar bidin ka kîjan erk hewceyî baldariya tavilê ye û kîjan dikarin bimînin. Li gel vê yekê betlaneyên birêkûpêk jî ji bo baştirkirina fonksiyona rêvebirinê girîng in.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Bi balkişandina ser van fonksiyonên cognitive û pejirandina stratejiyên taybet yên ji bo baştirkirina wan, kes dikarin jêhatîbûna xwe ya birêvebirina wextî bi pêş ve bibin.
Hêza Rûtînê
Hebûna rutîn û şopandîna wan hem alîkariya me dike ku em hesantir organîze bibin û hem jî barê me yê zîhnî yê ji bo plansazkirin û biryardayînê kêm dike. Ev yek çavkaniyên me yên zîhnî kêrhatîtir dike û afrînerî û dîqeta me ya li ser karê me bi pêş ve dibe. Di vê astê de belkî hûn jî bipirsin ‘ji bo ku afrînerî û dîqeta xwe xurttir bikim, divê rutîneke min a çawa hebe?’. Mixabin formulek ji bo wê yeke nîne. Hunera pêşketin û domandina rûtînan bi kûrahî şexsî ye. Lêbelê em ê li hin mînakan binêrin ku ji bo me bibin alîkar.
Bo nimûne, em berê xwe bidin nivîskar û helbestvana navdar Maya Angelou. Wê stargeha xwe ya afirînerîyê di odeya otêlekê de dît. Maya Angelou ji malê dûr dixebitî da ku jiyana xwe ya pîşeyî û ya şexsî ji hev cuda bike. Li odeya otelê, bi dîqeteke kûr afirîneriya xwe hilda û her roj bi qasî 5 heta 7 seatan ji nivîsandinê re terxan kir. Li aliyê din, Sigmund Freud ku ew pêşengê teoriya psîkanalîtîk e, demên xwe yên herî berhemdar li ofîsa mala xwe, bi berhevoka xwe ya kevnar û bi derdoreka ji pirtûkan dorpêçkirî derbas kir. Di vê hawirdora naskirî û şexsî de Freud bi gelemperî rojê 16 demjimêran dixebitî û wî teoriyên xwe yên herî bibandor di wan deman de bi pêş xistin.
Ev mînak, destnîşan dikin ku birêvebirina wextî û hilberîna bibandor têgînên pir şexsî ne. Ya ku ji bo Angelou û Freud dibe, dibe ku ji bo kesekî/e din nebe. Ya girîng ew e ku mirov rîtm, tercîh û hawîrdorên xwe yên bêhempa fehm û hembêz bike.
Paşdeavêtin: Pevçûneke Psîkolojîk
Paşdeavêtin, yek ji astengên herî mezin e ji bo birêvebirina wextî ya bibandor. Paşdeavêtin, ne tenê mijara plansaziyeke nebaş e, ew di heman demê de tevgereke psîkolojîk a tevlihev e. Di bingeha paşdeavêtine de şêwazeke xweparastinê heye. Ango, dema em tiştan bi paş dixin, em bi gelemperî xwe ji hestên neyînî yên wekî anksiyete, tirsa têkçûnê û tirsa serkeftinê diparêzin an jî xwe dûr dixin. Hin kes gelek hêvîyên mezin ji xwe dikin an jî derdora wan ji wan dikin û ev yek jî dibe sedema celebeke felcî. Ango ew kes di bin vê stresê de dikarin gelek dereng dest bi karekî bikin an jî ewqas bi hûrguliyan ve mijûl dibin ku destpêkirin û qedandina karekî ji bo wan ne mimkin be. Sedema vê yekê jî ew e ku ew ditirsin karê ji wan tê hêvîkirin têra xwe baş nebe. Sedemeke din ya ji bo paşdeavêtinê jî ew e ku ger em karekî watedar an jî xelatdar nebînin, îhtîmal e ku em wî karî bi paş bixin.
Têgihiştina faktorên psîkolojîk ji bo derbaskirina paşdeavêtinê pir girîng e. Bi vê rêyê em dikarin wextê xwe bibandortir îdare bikin. Herwiha, hest û tevgerên ku di rêvebirina wextî da me asteng dikin, em dikarin çareser bikin.
Efsaneya Pirerkbûnê (The Myth of Multitasking)
Berevajî baweriya popûler, mejiyê me ji bo ku di heman demê de gelek erkan bi hev ra bike nehatiye çêkirin. Gelek kes ji me, ew tiştê ku wekî pirekbûnê dizane esasen çûnûhatina bilez a di navbera erkan da ye. Ya rastî ew e ku ev kêrnehatin dibe sedema bêtir xeletiyan û ev yek kalîteya encama erkan kêm dike.
Dema ku em li felsefeya Rojhilata Dûr, bi taybetî pratîkên wekî Zen Budîzmê dinêrin, em dibînîn ku ew bi giştî li ser berevajiya pirerkbûnê (multitasking) disekinin. Ev felsefe balê dikişîne ser pêkanîna yek tiştî di carekê de û bi vê yekê jî fokûsek yekjimar û kûr teşwîq dikin. Yanî mirov bi tevahî, bi wext û erka liberdest mijûl dibe; ew herçiqas vexwarina çayê an jî nivîsina gotarekê be jî ferq nake. Ev perspektîf, bi lekolînên derûnnasiyê yên sînorên barkirina me ya cognitive ve jî tên piştraskirin.
Li Zanîngeha Michiganê, di lêkolîna Dr. David Meyer (1997) de, pirerkbûnî, bi teybetî jî li ser karên tevlihev, ji ya ku em difikirin kêmtir kêrhatî ye. Dema ku em di navbera erkan de tên û diçin, ji ber ku mêjiyê me ji bo adaptasyonê hewcedarî bi wextî heye, di wê navbêre de “lêçûneke guhastinê (switch cost)” çêdibe. Ev jî dibe sedema windakirina wextî û herwiha 40% kêmbûna hilberînê. Encamên vê lekolînê diyar dikin ku her çend pirerkbûnî berhemdar xuya bike jî, di encamê de ew bi gelemperî dibe sedema zêdetir xeletîyan û windakirina bêtir wextî.
Di dawiyê de, birêvebirina wextî ji jêhatîbûnekê wêdetir e; Ew pêvajoyeke psîkolojîk e ji bo ku mirov fêm bike ka têkiliya me ya ligel wextî û nêzîkbûna mirovî ya ji bo wextî çawa ye. Bi girtina rêgezeke holîstîkî ya ku guhastina fonksiyonên cognitive, rutîn, stres û dema vala vedihewîne, em dikarin ji bo birêvebirina wextê xwe nêzîkatiyeke bibandor û domdar bi pêş ve bibin.
Çavkanî:
Cirillo, F. (2006). The Pomodoro Technique. Francesco Cirillo.
Meyer, D. E., & Kieras, D. E. (1997). A computational theory of executive cognitive processes and multiple-task performance: Part 1. Basic mechanisms. Psychological Review, 104(1), 3-65.
Weşanên dawiyê
- Nivîskar11/02/2024Psîkolojiya Birêvebirina Wextî: Balansa Saet û Hişî
- Nivîskar21/01/2024Di Psîkoterapiyê de Rola Zimanê Zikmakî: Nêrîneke Kûr li ser Serpêhatiyên Kurdan
- Nivîskar19/11/2023Çima Em Kesayetiyê Qurbana Guncaniya Komê Dikin?
- Nivîskar22/10/2023Li ser Aşitî û Çareserkirina Pevçûna Bandorên Psîkolojîk ên Şer