Promîyera ”seyran”ê li Batmanê ye, Nisêbîn û Amed dûre ”seyr” dikin

  • 30/12/2022
Promîyera ”seyran”ê li Batmanê ye, Nisêbîn û Amed dûre ”seyr” dikin
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

30/12/2022

Şanogerên Batmanê yên li Nîsk Hunerê kom bûne di sala nû de bi Seyrana Li Çeper derdikevin pêş şanohezan.

Derhênerê Hunerê Egît Firat ji Twitterê bernameya Seyrana Li Çeperê eşkere kir. 

Li gor bernameyê, promîyera Seyrana Li Çeper dê li Batmanê were lîstin.

Piştî promîyera li Batmanê, Seryana Li Çeperê dê bi dorê Here Nisêbîn, Amed û Wanê.

Afşîşa lîstikê raber dike ku şanogerên Nîsk Hunerê dê Seyrana Li Çeperê ya Fernando Arrabal bi wergera Aydin Rengîn bilîzin.

Lîstikvanên Seyrana Li Çeperê, Denîz Ozer, Gulan Mizgîn, Habîb Çelîk, Şîrvan Yelboga û Bahoz Ozsunar in.

Bo vê şanoyê, Nazmî Karaman derhênerî kiriye û Egît Firat jî derhênerê hunerê ye.

Muzîkên şanoyê jî Gokçe Selîm hazir kirine ku ew bi karên xwe yên li Sîya Şevê jî tê naskirin.

Hêjayî bîrxistinê ye, şanogerên ku li dora Nîsk Hunerê kom bûne, bi rêzefîlmên Îşev û Migooyê jî di rojeva hunerhezan de ne.


%d