Prof. Dr. Qedrî Yildirim rojeke wekî îro koça dawî kir

Prof. Dr. Qedrî Yildirim rojeke wekî îro koça dawî kir
Prof. Dr. Qedrî Yildirim rojeke wekî îro koça dawî kir
Botan Times
  • 26 Mart 2023 13:52

Zimanzan û nivîskarê Kurd Prof. Dr. Kadrî Yildirim di 26ê Adara 2021an de ji ber xwînrijiya ser mêjiyê wî jiyana xwe ji dest dabû.

Yildirimê di 62 saliya xwe da koça dawî kir li du xwe jiyaneke têr û tije hişt.

Prof. Dr. Kadrî Yildirim kî ye?

Prof. Dr. Kadrî Yildirim di 5ê Sibata 1959an da li navçeya Licê yê Amedê ji dayik bibû.

Li Zanîngeha Harranê Fakulteya Îlahyatê qedandiye. Li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê û Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê jî mamosteyî kiriye.

Herwiha di zaningeha Artukluyê de cîgirtiya rektor û kordînatoriya Beşa Ziman û Çanda Kurdî yê jî kiriye.

Prof. Dr. Kadrî Yildirim li Zaningeha Dîcleyê di sala 2010an da bûye profesor û li ser ziman, edebiyat, çandê 14 pirtûk nivîsandiye.

Yildirim ji xeynî Kurdî bi zimanê Erebî, Tirkî, Farsî û Îngilizî jî zane.

Herwiha Prof. Dr. Kadrî Yildirim di serdema 26emînde bûbû parlementerê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP)