Di perwerdeya çendkultûrî da cihêrengîya etnîkî baştir dihête nîşandan, herwisa ramanên li dijî nijadperestîyê ji bo xwendekaran dihên hînkirin. Helwestên serekî yên perwerdeya çendkultûrî dibêjin ku divê kultûra etnîkî ji bo hînbûna xwendekaran bihên bikaranîn û li gor wê jî derfetên beramber û wekî hev ji bo hemû xwendekaran hebin.
***
Ji ber ku Îran welatek e ku ji netewe û herwisa dîn û rêbazên cihêreng pêk hatîye û nêrîna desthilatdaran li hember van netewe û dînan di tarîxê da cîyawaz bûye, rewşa kultûr û perwerdeyê jî li Îranê û li pey wê, li rojhilata Kurdistanê digel beşên din ferq dike. Kultûrên cihê yên ku li Îranê dijîn gelek tesîran li hev û herwisa li sîstema perwerdeyê jî dikin; lê di bernameya dersî ya fermî ya Îranê da, ev kultûr kêmtir dihên nîşandan. Elbet ji ber hin sebeban ku em ê bînin zimên, jêrkultûrên ku hene, xwe dixin nava bernameya dersî ya mamostayan; bi taybetî li deverên wekî Kurdistan û Belûçistanê ku zimanê axaftinê ne farsî ye. Lê di vê sîstemê da rola mamosta jî kêm e. Mebest ji peyva kultûr, di vir da berhevek ji bawer û rewiştên komên mirovan e. Elbet pênase û şiroveyên kultûrê li gor kesan ferq dikin.
Bi giştî pênaseyên kultûrê sê cure ne: 1. Pênaseyên tarîxî ku mîrateya civakî ya mirovan di tarîxê da berçav digirin. 2. Pênaseyên binyadî ku li ser tiştên damezirandî ji alîyê civakê ve radiwestin û 3. Pênaseyên wesfî ku perçeyên kultûrê şirove dikin [1]. Mirov bi kurtî dikare bibêje kultûr berhevek ji wan fikran e ku mirovan di çend hezar salan da afirandine. Jêrkultûr (sabculture), kultûra komeke biçûktir a civakê ye ku digel kultûra serdest cîyawaz e û hewl dide hin nirxên xwe yên binyadî biparêze. Jêrkultûr ji alîyekî ve girêdayî kultûra mezintir e lê ji ber ku xwedîyê nirxên xwe yên cîyawaz e, digel kultûra serdest ferq dike [2]. Kultûrên netewe an etnîk û dînên cihê li Îranê jî di vê nivîsarê da wekî jêrkultûr dihên binavkirin û ji ber ku ji bo kultûrê bêjeya “çand” nehatîye bikaranîn em jêrçandê jî bi kar nahînin.
Perwerde bi xwe babeteke kultûrî ye û xwendekarek wê perwerdeya ku werdigire li gorî kultûra xwe analîz dike. Li cihekî wekî Îranê ku kultûrên cîyawaz hene û dibe ku xwendekar ji kultûreke cîyawaz be, hewceyî bi bernameyeke dersî ya çendkultûrî heye. Li Îranê ji bilî farsî çendîn zimanên din hene ku axêverên wan milyonî ne lê sîstema perwewerdeyê li Îranê sîstemeke yekzimanî ye û hînkirin bi tenê bi zimanê farsî ye. Ji ber ku li gelek cih û deverên Îranê mirov ne yekzimanî ne û çendzimanîtî li Îranê berbelav e ev cureyê perwerdeyê kêmas e û lêkolînên zanistî nîşan didin ku perwerdeya çendzimane baştir û kêrhatîtir e. Duzimanîtî dibe sebeb ku zarokek ji bo her tiştî du peyvan bibihîze û li ser ramana wan bifikire ku wî ji axaftina teqlîdî rizgar dike û mecbûrî fikirînê dike [3]. Herwisa ev sîstem yelkultûrî ye û ji bilî farsan, kultûra netewe an etnîkên din di bernamya dersî û naveroka pirtûkên dersî da nahête xuya an jî gelekî kêm e. Tevî ku zarokên netewe an kultûrên din bi zimanê xwe perwerde nabin, kultûra wan a cîyawaz tesîrê li perwerde û sîstema perwerdeyê li Îranê dike.
Elbet mijara tesîra kultûrên cîyawaz li ser sîstema perwerde û naveroka pirtûkên dersî mijareke berfireh û aloz e. Ji ber ku li Îranê netewe an etnîkên cihê dijîn, sîstema perwerdeyê jî bivê nevê dikeve bin tesîra wan. Herwisa ji bo ku di bernameya dersî da pêgehekê bidin kultûrên etnîkî, di asta perwerdeya seretayî da, du dersên azad hene ku naveroka wan vala ye û xwendekar û mamosta dikarin wan bi xwe û li gorî kultûra dever an etnîka xwe tijî bikin [4]. Elbet zimanê wan du dersan jî divê farsî be. Li gorî qanûna bingehîn a Îranê zimanê fermî, farsî ye lê hînkirina zimanên din li dibistanan serbest e.
Yekemîn qanûna bingehîn a Îranê di sala 1906an da farsî wekî zimanê fermî yê hemû xelkê Îranê ragihand; tevî ku bi tenê nîva xelkê Îranê bi vî zimanî diaxivî. Vê qanûnê di heman salê da ragihand ku divê perwerde ya îcbarî bi zimanê farsî be. Ev yek bû sebeba tundûtîjîyê li hember axêverên zimanên din û mecbûrkirina xwendekaran bo hînbûna farsî [5]. Qanûna bingehên a Îranê dibêje ku: ziman û xeta fermî û hevpar a miletê Îranê farsî ye… lê bikaranîna zimanên lokal û etnîkî li rojname û kovar û medyayan û hînkirina edebîyata wan li dibistanan azad e [6]. Ev qanûn behsa hînkirina ziman û edebîyata wan li dibistanan dike ku digel perwerdeya bi zimanê dayîkê cîyawaz e. Herwisa qanûna bingehîn a Îranê dibêje ku: erkê dewletê ye ku perwerdeya belaş ji bo hemû xelkê Îranê heta bigihîjin zanistgehê amade bike [7]. Bi saya vê qanûnê perwerde ji bo her kesî ji çi kultûr û etnîkekê be belaş e û ev yek dikare bibe sebeba tesîra zêdetir a kultûrên etnîkî li ser perwerdeyê.
Gelek faktor hene ku dikarin pêgeha kultûrên etnîkî di perwerdeyê da nîşan bidin an tesîrê li vê yekê bikin. Bo mînak: Cihêrengîya zimanî, rola malbatê û rewşa aborî ya xelkê jî dikarin tesîrê an jî hebûna van kultûran di perwerdeyê da zêdetir bikin lê tiştê ji hemûyan girîngtir, bernameya dersî ya fermî ye ku pêgeheke kêm dide jêrkultûran.
Yek ji rêyên ku dikare pêgeha jêrkultûran di bernameya dersî da zêdetir bike lokalîzekirina bernameya dersî ye. Ji bo ku bernameya dersî bihête lokalîzekirin pêdivî ye ku rola mamostayan di nivîsandina bernameyê da zêdetir be. Lê di sîstemeke navendî da ku her tişt li navendê dihête kivşkirin, rola mamostayan gelekî kêm e. Lêkolîneke li Îranê nîşan dide ku lokalîzekirina bernameya dersî, dibe sebeb ku jêrkultûr zindî bimînin. Li gorî vê lêkolînê mîrateya kultûrî ya hevpar, yek ji girîngtirîn taybetmendîyên etnîkan e ku bi rêya lokalîzekirina bernameya dersî dihête parastin [8].
Yek ji rêyên din perwerdeya çendkultûrî ye. Herwisa ku me gotî perwerde li Îranê yekkultûrî ye. Li hemberî wê sîstemê, perwerdeya çendkultûrî heye ku ji bo welatekî wekî Îranê pêdivî ye. Perwerdeya çendkultûrî helwesteke ji bo hînkirin û dersdanê ye ku li gorî nirxên demokratîk e û ji bo civak û welatên ku kultûrên cîyawaz tê da dijîn baştir e. Di perwerdeya çendkultûrî da cihêrengîya etnîkî baştir dihête nîşandan, herwisa ramanên li dijî nijadperestîyê ji bo xwendekaran dihên hînkirin. Helwestên serekî yên perwerdeya çendkultûrî dibêjin ku divê kultûra etnîkî ji bo hînbûna xwendekaran bihên bikaranîn û li gor wê jî derfetên beramber û wekî hev ji bo hemû xwendekaran hebin [9].
Tevî lêkolîn û nêrînên zanistî ku nîşan didin perwerdeya çendkultûrî û çendzimanî ji bo Îranê baştir in, mixabin hêşta jî perwerde li Îranê yekzimanî û yekkultûrî ye û herwisa ku hat gotin beşa jêrkultûran di bernameya dersî ya fermî da kêm e. Ji bo zêdebûna vê pêgehê pêdivî bi baldarîya zêdetir ya dewletê heye lê mixabin xelk û neteweyên Îranê jî bi qasî ku pêwîst guh nadin guherîna perwerdeyê û vê yekê di xwestekên xwe da naguncînin. Pêdivî ye ku ev mijar zêdetir bikeve nava xelkê û bi qasî ku pêwîst e bihête gotin.
Çavkanî (hemû çavkanî bi farsî ne):
[1] Venêrînek li ser çend şiroveyên ji kultûrê, Mihemedriza Ziya û Seher Zari, kovara Rehyaftê Ferhengê Dînî, sala sêyan, hejmara duyan, payîza 2020an
[2] Helwesta çendkultûrî di perwerdeyê da, Mujgan Fêrêydûnnijad, Têhran, 2019, weşanxaneya Sazîya Ragihandinên Îslamî, rûpera 21
[3] Duzimanîtî û çendzimanîtî li dibistanan, Mihemedriza Mihemedzade, nehemîn konferansa navneteweyî ya lêkolînên zanistên mirovî li Îranê, zivistana 2021an
[4] Pêgeha kultûrên lokal di pirtûkên dersî û bernameya dibistanan da, Fatime Eşrefîzade( https://sedayemoallem.ir/%D9%BE%DA%98%D9%88%D9%87%D8%B4/item/4610-%D8%AC%D8%A7%DB%8C%DA%AF%D8%A7%D9%87-%D9%81%D8%B1%D9%87%D9%86%DA%AF-%D8%A8%D9%88%D9%85%DB%8C-%D8%AF%D8%B1-%DA%A9%D8%AA%D8%A7%D8%A8-%D9%87%D8%A7%DB%8C-%D8%AF%D8%B1%D8%B3%DB%8C-%D9%88-%D8%A8%D8%B1%D9%86%D8%A7%D9%85%D9%87-%D9%87%D8%A7%DB%8C-%D9%85%D8%AF%D8%A7%D8%B1%D8%B3)
[5] Rewşa zimanê kurdî di serdema Pehlewîyê yekem da, Îrfan Keremî ( https://t.me/urmiye24_ir/87085)
[6] Qanûna bingehîn a Îranê, rûpera 4
[7] Qanûna bingehîn a Îranê, rûpera 5
[8] Lokalîzekirina bernameya dersî ya dibistanan û te`sîra wan li ser nasnameya kultûrî û etnîkî, Mehbûbe Îskenderî û Îsmet Resûlî, duyemîn konferansa helwestên nû di zanistên mirovî da, Têhran, havîna 2016an
[9] Helwesta çendkultûrî di perwerdeyê da, Mujgan Fêrêydûnnijad, Têhran, 2019, weşanxaneya Sazîya Ragihandinên Îslamî, rûpera 28