Portrenk: Ez çîroka kesên “bi tenê” dibêjim

24/12/2022

“Min çîrokên li ser ‘darên bi tenê’ yên Herman Hesseyî xwendin û min got divê ez jî bi şêweyê xwe çîrokên tenêtîyê bibêjim.”

Xwediyê van gotinan Ali Bagdu ye. Ew bi hesabê xwe yê “Portrenk tê nasîn. Zêdetirî 100 hezar kesan wî dişopînin. Ew derhênerekê 23 salî ye û ji Cizîra Botan e. Derhênerê ciwan bi Botan Timesê re axivî.

Berê kameraya min li êş û xemê ye

“Ez hez ji tenêtîyê dikim. Hevaliya digel êş û xeman beşeka heyata min e. Gelek çîrokên tenêtîyê li dora me hene. Gelek kes û gelek rewş hene ku ji ber bala ti kesan nekêşaye ew bi tenê û ji çavan dûr mane. Dixwazim ûslûbek û tarzeka min hebe, wan çîrokan bêjim û tenêtîya wan digel çîrokên xelkê bikim heval.”

Kalemêrê 24 seetan serê xwe nerakirî

“Ez xema kalemêrekê ji bîr nakim. Em di trênê de bûn. Wî rojek û şevekê hîç serê xwe nerakir. Di nav kûrayên xemê de dixweya. Bêyî ku pê re biaxivim ez jî ketim kûraya xemên wî. Min jê pirsî û wî bi tenê got ‘sê zarokên min mirine’ tiştek dî negot…”

Ez hej seyrêkirina rêyê dikim

“Di dolmîşê de cih hebû lê kurikekê şîrîn bi tenê çûbû di paşiya dolmîşê de û nehat pêşiyê. Ez çûm nik wî. Min jê re got ‘te xêr e’ got ‘ez hej seyrêkirina rêyê dikim. Paşê me bi hev re li rêyê temaşe kir. Abê heqîqeten seyrêkirina rêyê xweş bû.”

Ali Bagdu

Ali Bagdu dîmenên bernameyeka bi navê “Te’imîrcîyê Jiyanê” girtine ku di bernameyê de Hasan Kizil her hefte organên protez ji bo heywanekê çêdike.

Derhênerê ciwan, derhêneriya klîbên Koma Lawje, Rûken Yilmaz û Berfîn Aktayê jî kiriye.

Klibeka ku Ali Bagdu derênêrê wê ye

[email protected]


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Murat Bayram

Avakarê Botan International û Botan Timesê ye.

Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo The New York Times, The Guardian, Al Jazeera International, Deutsche Welle û Middle East Eyeyê kar kiriye.

Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) û li bernameya "lihevguhertina zanînê" li rojnameya The Guardianê li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.

Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 52 kitêban kiriye.

Weşana berê

Etar û doktor ji niha ve li hejmara nexweşên sermayê heyirîne

Weşana paşê

”Agladikça”: Ahmet Kaya li Parîsê mir, Mîr Perwer li wî bajarî hat kuştin

Te hay ji vê heye?