Destê xwe di nav porê xwe de digerînî, xatirxwestinek! Bi du tiliyên xwe têleke porê xwe dikişînî û ji cihê wê diqetînî. Hesteya xwe vêdixî û wê têlika porê xwe ji nişka ve didî ber agir. Tu bi xweşikî nabînî çawa dişewite, lê di carekê de di nav her du tiliyên te de, yên beranek û şehdeyê, tiştekî reş dimîne, wek tozekê. Bêhna kizirî jê tê. Kêfa te tê, têleke din jê dikî, yeke din û yeke din. Heta ku por di serê te de nemîne, yek bi yek, êş bi êş, ken bi ken jê dikî. Te lîstikeke xweş ji xwe re dîtiye.
***
Bêhna te girtiye. Tu dizanî derfeta rawestanê tuneye. Hema kêliyekê jî be tu nikarî bisekinî û bêhna xwe bidî. Rêyeke ervaz li ber te ye û heta ji te tê pêyên xwe sivik dikî û direvî. Qudûmên te şikestine, difikirî, hema firek jî be av hebûya. Zimanê te bi devê te girtiye. Lê divê tu birevî. Serê xwe radikî, çiyayê li hemberî xwe dibînî û careke din hewl didî ku birevî. Tu ji dûr ve reşahiyekê dibînî. Kêfa te tê, dibe ku cihek be û tu bikaribî lê bistirî. Berê xwe didî wê reşahiyê. Direvî û direvî, tê li ber deriyê wê disekinî. Tu fam dikî ku pêyên te yên çûkfirokî tu aniyî li ber devê şikeftekê. Qet nasekinî û derbasî hundir dibî. Ewil nikarî tiştekî bibînî, çavê xwe du, sê caran digirî û vedikî, piştre hînî wê reşahiyê dibî. Gavên xwe giran dikî, di wê şikefta xwar de dimeşî. Diçî, di kûrahiyê de ji xwe re cihekî dibînî û pala xwe didiyê.
Rîtma nefesa xwe ya xirabbûyî, nikarî kontrol bikî. Çend caran bêhneke kûr distînî û berdidî. Piştre çavên xwe di nav şikeftê de digerînî. Divê gurmegurma dilê xwe jî bisekinînî, heke ne dibe ku pê bihese/in û bê/n te bibîne/in. Ditirsî. Wê stargehê wekî mala xwe dibînî, divê tu hîn bibî. Lewre cihekî din tuneye ku tu xwe xilas bikî.
Dîwarên şikeftê ji te re ecêb tên. Kevirên hûrik yên ku pê ve zeliqîne, desenên balkêş çêkirine. Hinek dişibin çavên beloq, hinek ji wan devên mezin ên vekirî ku diran jê firiyane, hinek ji wan zimanên ku li ber devê xwe aliqîne. Ecêb in. Hinekî ditirsî. Biryarê didî ku destê xwe li ser wan bigerînî. Hinek ji wan desenan wek derzokê ne, di tiliyên te re diçin, xwîneke biriqî jê dipijiqe. Ay, dibêjî û destê xwe dibî ber devê xwe, ditirsî ku ew a niha ji ber devê şikeftê derbas bibe/in û bi ayaya te bihese/in. Destê xwe dibî ber devê xwe, tiliyên ku dilopên xwînê lê rêz bûne, digihîjin ser her du lêvên te. Zimanê xwe hêdî hêdî dibî ser lêvên xwe û li tama xwînê dinêrî. Dilê te piçekî tevlihev dibe lê divê tu têhna xwe bişikînî. Tiliyên xwe yek bi yek dixî devê xwe û dimêjî û dimêjî, bi wê tehlayiyê hişê te hinekî jî be tê serê te.
Tu ewqas westiyayî, hema xwe li wê erda rût dirêj dikî, serê xwe datînî ser milên xwe. Dixwazî hinek di xew re biçî. Lê dilê te hê jî aram nebûye. Çawa lêdide! Ecêb e. Guhê xwe nêzîkî dilê xwe dikî, vediciniqî, ne mimkin e ku ev dengê hinde bilind ji dilekî tenê bê. Devê te vedibe, mejiyê te disekine. Tu pê dihesî ku ew deng ji dilekî tenê nayê, du dilên te hene! Her du jî wek zarokên needilî, bê rawestan lê bi rîtmên cuda lêdidin. Tu dibêjî gelo ji kengî ve wiha ye, ji kengî ve du dil bi cih bûne di nav vî singê teng de. Tu guhdariya her duyan jî dikî, cuda cuda, bi rîtmên cuda, rîtmeke tevlihev derdixin. Ev rîtma xirabe te aciz dike. Lê dudilbûn na! Tu dikenî, tu bi tiştekî nû hesiyayî. Ji nişka ve strana te dest pê dike di mejiyê te de, divê tu bê deng bî. Strana te dixwaze tevlî rîtmê bibe, lê kîjan rîtm? Tu jî nikarî biryar bidî û nikarî wan bigihînî hev jî. Dev ji strana xwe berdidî, cara ewil e wexta ku strana te tê, dixwazî wê biterikînî. Wekî ku tu neheqiyê lê dikî.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Tu hinek hînî vê rewşa xwe ya nû dibî, lê pirs jî dikî hema. Pirsên serhev û bêbersiv. Serê xwe datînî ser milê xwe û li ber wan her du rîtmên tevlihev dikevî nav xeweke kûr. Tu nizanî çiqas wext derbas bûye, hê jî her der tarî ye. Ji nişka ve deng tê, dengê pêyan, kesek tenê ye an çend kes in, tu nizanî. Lê hem ji tirsan, hem ji bêçarebûnê dixwazî derkevî ber devê şikeftê û bibînî. Tu dernakevî, tu dizanî ku xetere ye. Dengê mejî, dil û nefesa xwe bê his dikî û disekinî. Tê/n derbas dibe/in. Wexta ku diçe/in tu êdî dikarî xwe hêdî hêdî bistirînî. Wekî ku rîtm jî normal dibin. Strana te? Ew jixwe ji zû ve çûye.
Hêdî hêdî radibî ser xwe. Tiliyên te yên ku xwîn jê pijiqîbûn ditarihin, tîr didin. Tu her du destên xwe digihînî hev, miz didî, tiliyên xwe li ser çermê xwe digerînî, piştre dîsa dibî ber devê xwe, wekî ku dixwazî wan derman bikî. Çokên te qerimîne, radibî ser xwe û gava xwe diavêjî derve. Ji ber ronahiya tavê, çavên te şilû dibin. Bi zorê vedikî û bi rê ve diçî. Bêhna te ji te re xweş nayê. Rûyê xwe diqurmiçînî.
Porê te li ba dibe, wekî ku dibêje ka tu Xwedê bes e, li derekî star bibe, em westiyane, em zehf westiyane. Tu dimeşî, tu yê çawa bisekinî? Dibe ku dîsa vegere/in! Di bin darekî de hesteyekî dibînî, lê tu yê çi bikî jê? Radihêlî dixî nav bêrîka xwe. Derekî asê ye, tu nizanî tu yê bi kîjan aliyî ve biçî, hema bê ser û ber dimeşî. Li wir, li derekî ku hin kulîlk gihîştine hev, çemekî dibînî. Ji şahiyan nizanî çi bikî. Diçî li ber rûdinî, bêhna xwe didî. Çawa ku tu hinek tê ser hemdê xwe, destê xwe dibî nav bêrîka xwe û hesteyê bêkes derdixî. Destê xwe di nav porê xwe de digerînî, xatirxwestinek! Bi du tiliyên xwe têleke porê xwe dikişînî û ji cihê wê diqetînî. Hesteya xwe vêdixî û wê têlika porê xwe ji nişka ve didî ber agir. Tu bi xweşikî nabînî çawa dişewite, lê di carekê de di nav her du tiliyên te de, yên beranek û şehdeyê, tiştekî reş dimîne, wek tozekê. Bêhna kizirî jê tê. Kêfa te tê, têleke din jê dikî, yeke din û yeke din. Heta ku por di serê te de nemîne, yek bi yek, êş bi êş, ken bi ken jê dikî. Te lîstikeke xweş ji xwe re dîtiye.
Her du dilên te bi coş dibin. Tu dixwazî lîstikeke din jî bilîzî. Hema tiliya xwe, ya ku hê jî bêhna kizirî jê tê, radikî û ji nişka ve dixî nav kûrahiya çavê xwe yê rastê. Çavê xwe yê giloverik, bi awayekî hostane, ji malika wî derdixî. Quleke mezin di şûna wî de dimîne. Radihêlî çavê xwe, bi çavê din lê dinêrî û hema datînî ser dilekî xwe. Piştre çavê din jî derdixî û datinî ser dilê xwe yê din. Radibî ser xwe. Ber bi avê ve dimeşî. Piyên te digihîjin avê û bedena te vediciniqe. Xwe dirêj dikî û berdidî nav himbêza çemê boş. Her du qulên çavê te, devê te, pozê te, guhên te tijî av dibin. Xwe berdidî û diherikî.