Hate zanîn ku vê sibehê polîsan bi operasyonên hevdem avêtine ser şaxa İHDyê ya Diyarbekirê û mala rêvebirê wê Ferhat Berkpinarî.

Polîsan avahîya İHD tê de ye dorpêç kirin û lêgerîn dane destpêkirin. Hate zanîn ku serdegirtin bi hêceta ku Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê derbarê Rêveberê ÎHD’a Amedê Ferhat Berkpinar de daye destpêkirin pêk hatiye.

Lêgerîn û dorpêç hîn berdewam e.