Polîsan gaz avêt: Devrîm Demîr birine nexweşxaneyê

Polîsan gaz avêt: Devrîm Demîr birine nexweşxaneyê
Polîsan gaz avêt: Devrîm Demîr birine nexweşxaneyê
Botan Times

Polîsan ji nêzîk ve gaz avêtine berbijêra hevserokatîya şaredarîya Mêrdînê Devrîm Demîrê.

Demîr ji bo şopandina hilbijartin û sindoqan çûye navçeya Mehserta Mêrdînê û di wê navbera ku ew li ser sindoqan digerîya gengeşî derket. Di encama gengeşîyê da polîsan gaz avetê xelkê. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan ji nêzîk ve gaz avêtine serûçavên berbijêra hevserokatîya şaredarîya Mêrdînê Devrîm Demîrê û ketîye erdê.

Di encama wê da Devrîm Demîr birine Nexweşxaneya Omerlîyê ya Dewletê.

Herwiha, Özgür Aksoy hat desteserkirin ku wî dixwest foto û vîdeoyên êrişê bigire.