Polîsan edîtorê bianet kurdiyê Aren Yildirim desteser kiriye


Navenda Nûçeyan
Polîsan vê sibê saet di 06.00ê de girtiye ser mala edîtorê bianet kurdiyê Aren Yildirimî ya li Uskudara Stenbolê.
Yildirim birine Midûriyeta Emniyetê ya Watanê li Fatîhê.
Ji parêzerên Yildirimî Ulku Şahînê diyar kir k udi dosyeya Yildirimî de biryara nepeniyê heye û qedexe ye ku ew 24 saetan di parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
Derbarê Aren Yildirimî de
Ji sala 2019an û vir ve edîtorê bianet kurdiyê ye. Wergêr, zimanzan û rojnameger e.
Nivîskarê pirtûka Rêbera Axavtinê ya Soraniyê û Bo Biyaniyan Kitêbî Fêrbûnû Kurdî ye. (TY/HA)