Polîsan bi ser avahiya Îdirê ya DEM Partiyê de girt

10/10/2024

Polîsan vê sibê bi ser avahiya Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îdirê de girt.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê hêzên taybet yên polîsan tevahiya kolan û cadeyên derdikevin avahiya partiyê girtin.

Sedema serdegirtinê diyar nîne û lêgerîna li avahiya partiyê didome.

DEM Partiyê daxuyanî da

Derbarê serdegirtinê de Navenda Giştî ya DEM Partiyê ragihand ku hevserokên bajar hatine desteserkirin.

Daxuyaniya DEM Partiyê weha ye:

“Avahiya me ya Îdirê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin û di nav de Hevserokê me yê Bajêr jî hene, desteserkirin pêk hatiye. Polîs û daraz bûne darê destê desthilatê û bi her pêngavê re mafê siyaseta demokratîk asteng dikin û vê didomîne.”

“Ev hewldan vala ne. Hûn ê nikaribin bi hedefgirtin, desteserkirin û girtinan yek endamekî me jî bixin çogan.”


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Çima li Tirkiyeyê Discord hatiye qedexekirin? – BBC

Weşana paşê

Cihûyên li Tirkîyeyê di nav tirsê de dijîn: Êrîş li du sînagogan hatiye kirin

Te hay ji vê heye?

Erdhêj û adem-î merkezîyet

Ev nivîsa ku 2023yê hatiye nivîsîn,

Maşallah Dekak: Medyaya cîhanî bi profesyonelî patronên xwe vedişêre, lê ya kurdî bi serbilindî qala patronên xwe dike

“Hawar, derbeke “Xencera Celadet Alî Bedîrxan”

Ziman û Dîstopya: 1984 û 2084

Insan, ji gelek aliyan ve, ji

Xwezî tu helbestvan nebûyayî!

Geranium in a Flowerpot (Derzîloka di