Polîsan 6 kes desteser kirine, Walîtîya Amedê gilîya parlamenterên DEMê kiriye

13/10/2024
Murat Bayram, Botan Times, Amed

Walîtîya Amedê bi daxuyanîyeka nivîskî daye zanîn ku 6 kesên beşdarî bernameya daxuyanî-xwendiyê ya partiyên DEM û DBPyê bûyîn hatine desteserkirin.

Herweha walîtîyê gilîya parlamenteran kiriye ku wan biryara qedexekirinê ya walîtîyê piştguh kiriye.

Li gor daxuyanîya walîtîyê 1500 kes kom bûbûn.

Çi bûbû?

DEM Partî û DBPyê xwest îro li bajarê Amedê “Mîtînga Azadiyê” pêk bîne. Bi vê mîtîngê partiyan dê bixwestiyan dîyar bikin ku divê aştîyek çêbibe û divê ev pêvajo digel serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalanî bimeşe.

Polîsan rê li ber wan girt û piştî mûzakereyan wan li ber avahîya AZC Plazayê daxuyanî da. Partiyan dixwestin li Meydana Îstasyonê mîtîngekê pêk bînin. Cihê daxuyanî lê hatî dayin bi meşê nêzîkî 5 deqîqeyan ji meydanê dûr e.

Hevserokên partiyên DEM û DBPyê piştî peyamên aştiyê dayîn girseya kom bûyîn belav bûn.

Çavkanî: SurAjans


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Amerîkayê 100 leşker û sîstema parastina esmanî şandiye Îsraîlê

Weşana paşê

Tankên Îsraîlê ketine navendên NYyê yên li Libnanê