PODCAST Çİ YE?

PODCAST Çİ YE?
PODCAST Çİ YE?
Vahdet Uçar
  • 28 Ekim 2021 11:58

HATICE KAMER*

BBC, SBS

*Nûçegihana beşa tirkî ya BBCyê ye. 10 sal in ji bo beşa Kurdî ya VOAyê nûçeyan çêdike. Ji bo radyoya SBSyê ya Awistiralyayê û WDRya Elmanyayê nûçeyan çêdike. 2003yê li Gün TVyê dest bi karê rojnamegerîyê kiriye û ev 17 sal in rojnamegerîyê dike. Ji navçeya Farqînê ya Diyarbekirê ye.

Podcast berhemên deng û vîdyoyên medyaya dîjîtal in ku ew berhem dikarin li ser telefon, kompûter û tabletan bên tomarkirin û di her wextî de bi rêya wan bên guhdarkirin.

ÇI AVANTAJ Û TAYBETIYÊN PODCASTÊ HENE?

» Bikarhênerên Podcastê dikarin bi rêya abonetîyê xwe bigihînin rêzepostcastan.

» Bikarhêner di her kêliyê de dikarin bi rêya podcastan hînî tiştekî nû bibin.

» Di salên dawî de podcast herî zêde ji bo perwerdehî, kar, keyfê tên bikaranîn.

» Her podcastek dikare gelek caran bê guhdarkirin.

» Bê rêya abonetîyê beşên nû yên podcastan dikarin bên bidestxistin.

» Bi rêya telefon yan jî compûterekê podcastek dikare bi hêsanî bê çêkirin û weşandin.

HIN AGAHÎYÊN BALKÊŞ

» Li gorî daneyên 2018an li ser İtunesê 525 hezar podcast û 18 hezarî zêdetir beş hene.

» Li 155 welatan bi 100 zimanan weşan hatine kirin.

» 2014an de 7 milyar podcast hatine tomarkirin.

» Di adara 2018an de li ser apppodcastê 50 milyar podcast hatine daxistin.

» Her guhdareke podcastê di hefteyekê de kêm zêde heft podcastan guhdar dike.

» Ji sedî 49 guhdar podcestan li malê, ji sedî 22yê wan di rê de û dema erebeyê dajon gohdar dikin.» Bi pêşketina telefonê biaqail, ji 2014’an vir ve gohdarikirina podcastan ji sedî 157 caran zêde bûye.

» Ji 2017an heta sala 2018an jî ji sedî 14 zêde bûye. Piranîya guhdarên podcastan ji destpêkê heta dawîyê guhdarîya podcastê dikin.

DI AMADEKIRINA PODCASTAN DE TIŞTÊN LAZIM ÊN KU DIVÊ BÊN ZANÎN

» Temaya sereke ya podcastê çi ye?

» Ji bo ragihandina vê temayê yan jî vê mijarê cihê herî baş podcast e?

» Gelo bi vê weşanê tu çi ji xwe re dikî armanc?

» Cudahiya weşana te ji podcastên din heye?

» Gelo li ser vê mijarê tu çiqas xwediyê agahîyan î?

» Ji bo vê mijarê tu çiqas bixwestek î?

» Tu dikarî berdewamîya weşanê bînî?

» Tu dikarî herî kêm 7 an jî 10 beşan amade bikî û biweşînî?

» Ji bo ku her beşekê herî kêm du sê roj lazim in; mijar, mêvan, naverok, tomarkirina dengî, montaj û weşan…

» Wekî din ji bo weşanê kompaniyek hostîngê, domaînê mesrefek wê heye. Gelo tu dikarî mesrefa wan heta beşa dawî bi xwe peyda bikî? 

» Gelo wextê te yan jî çavkaniyên te têrî mijara potcastê dikin ew podcast ku bi rêkûpêk temam bibe?

» Gelo hûn ê bikaribin guhdaran bi kelecan bikin da ku heta dawiyê guh bidin podcasta we. Hewce ye kelecana poscastçêker wekî roja pêşîyê be lê divê di karê xwe de profesyonel tevbigere.

» Divê podcastçêker bizanin ka dixwazin ji kê re çi dibêjin, gelo mijara we xort in, kal in, jin in?

» Divê podcastçêker li ser wê yekê bisekine ku çawa dikare mijara xwe balkêştir bike.

» Berî ku podcastçêker li ser mijarekê podcastekê amade bike divê jixwe bipirse ka guhdar çima bixwaze guhdariya vê mijarê bike.

» Gelo ev podcast wê feydeyeke çawa bide jîyana guhdêran.

» Guhdar li ku û çawa guhdariya we dikin; li malê, li derve, di trênê de, dema diçe kar?

» Podcastçêker piştî weşanê dixwaze li ser guhdaran bandoreke çawa çêke, li ser wê mijarê dixwaze çi bi wan bide hîskirin an çi bide hînkirin?

» Beriya her tiştî guhdar dê weşana te bi kê re û bi çi armancî parve bike?

» Yanî beriya ku we mijarek an armancek da pêş xwe divê hûn li ser van pirsan bisekinin, bersivên van li ber dilê xwe, di mêjiyê xwe de zelal bikin eger kes bi saetan guh nade we.

ÇI TEKNÎK DIVÊ?

Ger bersiv û amadekarî temam bûn, mijar û mêvan jî dîyar û zelal bûn, kerem bikin em dest pê bikin:

Berê ji bo amadekirina raportekê recordek divîya. Lê niha di pergala amûrên amadekirina podcastan de raportên dengî li ser telefonekê jî tomar dibe, lewma hûn dikarn bi mikrofonekê jî li ser mijarekê raporta dengî amad bikin.

Podcast li ser Apple İTunes, Apple Podcast, Spotify ne.( 700 hezar podcast hene li ser van mecarayan)

Ez ji bo weşanên radyoyan raportên dengî amade dikim û paşê ew raport weke podcastan li ser malperê tên belavkirin da ku guhdar bikaribin wan tomar bikin.

Lê ku hûn bixwazin bi serê xwe tiştekê amade bikin ji bo malperan çawa ku malper hostîngê divê, ji bo podcastan jî domaîn pere divê.

» Piştî ku we mijar diyar kir navekê li bernameya xwe bikin da ku ji nav hezaran podcestan navê podcasta we di bîr de bimîne.

» Podcast divê di nav 20-45 deqeyan de be. Lê ya îdeal 30 deqe ye da ku guhdar aciz nebe.

» Ger weşana te hefteyê carekê be, di hefteya duyemîn de jî divê di heman rojê û heman saetê de biweşînî da ku di hiş de bimîne.

» Hûn dikarin ji bo sezoneke di navbera 6-12 beşan de li ser mijarekê weşanê bikin. Heta hûn dikarin di sezona 2-3an de jî lo ser heman mijarê dewam bikin.  

» We mijar dîyar kir, recorder û mikrofon peyda kir, li ser mijarê we hevepyvîna xwe kir, teksta xwe amade kir, senaryoya xwe jî çêkir, îca hûn dikarin dest bi xwendinê bikin.

» Ji bo wê jî divê dengê we ji dil û can, germ , rast û divê xwendina we di cî de be. Hewce ye hevokên we zelal û herikbar bin . Divê hûn bikaribin bi denge û teksta xwe dîmenan ava bikin.

Piştî we xwendina deng jî temam kir îcar dor tê li ser montajê.

» Ku Audicity ji bo mac PC dikarin bê pere daxînin û hemî dengan li gorî kompozisyona xwe montaj bikin.***(nehat fêmkirin)

» Adobe Audition, Cool Edit Pro jî hene lê ew bi pere ne. Ji bo profesyonelan jî Protools heye.

Pişti we her tişt temam kir, divê hûn a weşana xwe li ser malpera xwe host bikin û linka RSS çêkin an jî podcasta xwe li ser hostingên podcastê bicî bikin. Ji bo wê jî divê podcasta xwe li ser servisên

medyayê qeyd bikin, paşê jî lînka RSS li ser servîsê wek İtunes, Spotify, Stitcher, Google Podcast, Pandora podcastê qeyd bikin.

BEŞÊN KURDÎ YÊN RADYOYÊN NAVNETEWÎ

1) VOA Kurdish – Amerika

Malper: https://www.dengeamerika.com/ Face: https://www.facebook.com/pg/voakurdi/

2) WDR – Cosmo KOLN RADYO – Almanya

Malper: https://www1.wdr.de/radio/cosmo/programm/ sendungen/bernama-kurdi/livestream-bernama- kurdi-100.html

Face: https://www.facebook.com/bernamakurdi/

3) SBS –Avusturalya

Malper: https://www.sbs.com.au/language/kurdish/ podcast/sbs-kurdi

Face: https://www.facebook.com/SBSKurdish/

PIRS:

Hewce ye ku podcastek çend deqîqe be?

Maweya podcasta te li gorî mijara te reng digire. Heke podcasta te li ser mijareke dirêj be û tu bixwazî çend alavên wekî mûzîk û tiştên din lê zede bikî wê çaxê maweya podcasta te jî dirêj dibe.