Platforma Jinan a 25ê Mijdarê: Li dijî tundkariya mêran li Tunela Taksîmê bin

20/11/2024

Platformê hemû jin û her kesên ku dixwazin piştgiriyê bidin vexwend çalakiyê û weha got, “Em bi hev re dikarin bi hêz bin. Em jiyan, maf û azadiyên xwe diparêzin.”

Platforma Jinan a 25ê Mijdarê, di çarçoveya Roja Têkoşîna li Dijî Tundkariya li Ser Jinan a Navneteweyî bang li her kesî dike ku di 25ê Mijdarê roja Duşemê saet 19.30an de li Tunela Taksîmê kom bin.

Platformê di daxuyaniya xwe de got, “Jiyana me, biryarên me, evînên me, bedena me û keda me ya me ye. Têkoşîna me ya li dijî tûndkariya mêr-dewletê ji bo hev e.

“Em jiyanê dixwazin”

Platforma ku banga têkoşîna li dijî tundkarî, zext û cudakariya li ser jinan kiriye û wê di çalakiyê de peyama hevgirtin û yekîtiyê bide. Jinên ku dibêjin “Em jiyanê dixwazin” dê li Taksîmê li dijî her cure tundiyê careke din dengê xwe bilind bikin.

Banga piştevaniyê

Platformê hemû jin û her kesên ku dixwazin hevgirtinê nîşan bidin vexwendiye çalakiyê û weha gotiye, “Em bi hev re dikarin bi hêz bin. Em jiyan, maf û azadiyên xwe diparêzin.”

bianet

Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya bianet û Botan Timesê de hatine weşandin.

Weşana berê

Hozan Aydin rakirine nexweşxaneyê

Weşana paşê

Çapa çarem a pirtûka Bedirxanîyan derketiye

Te hay ji vê heye?