Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) dê sonda kurdî bixwe.
Endamên PCSyê 1 Cotmehê li ser hesaba xwe ya Xê daxuyanîyek belav kiribûn ku wan destnîşan kiribû dê sonda Bi Navê Xwedayê Kurdistanê bixwin.
PCS dê li Amedê, li qada Şêx Seîd 5ê Mijdarê saet 14:00yan Sonda Jîyana bi Kurdî bixwe. Ev çalakîya wan ya ewil e.
Wan bi kurdî (zazakî, kurmancî), tirkî û ingilîzî agahîyên çalakîya xwe ya protestoyê belav kirine.
Ew, cîhanbînîya xwe Tewhîd, îdeolojîya xwe Kurdistan (welatparêzî) û metoda xwe ya têkoşînê jî wekî Berxwedana Pasîf bi nav dikin.
Botan Times bi endamên PCSyê re li ser avabûna vê hereketê, çalakiya wan a Sonda Kurdî, metoda berxwedana pasîv, têkiliya PCSyê û tevgerên din û helwesta dewletê ya siberojê axivîbû.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Ji bo hevpeyvînê bitikîne.