Piştî sê salan dê LaWjê li Stenbolê konserekê bide

17/02/2022

Piştî pandemîyê angu piştî 3 salan LaWje dê cara yekemîn bi orkestrayekê mezin derkeve ser dikê. Konser dê 18ê Sibatê roja înê saet 20:00ê li Navenda Çanda Suleyman Seba ya Beşiktaşê li dar bikeve.

LaWjeyê di 2003an de li Colemêrgê dest bi xebatên berhevkirinê kir, ji denbêjan û çîrokbêjan stran û kilamên folklorîk berhev û tomar kirin, ew stranên berhevkirî bi şîroveya xwe ji nû ve strandin û ji bo guhdaran pêşkêş kirin.

Koma LaWje ya ku zêdetir muzîka Colemêrgê ji xwe re wekî bingeh qebûl dike ji bajarên derdorê yên wekî herêma Botanê (Şirnex û Cizîr) jî stran û kilaman şîrove dikin. Ji demên qedîm û berê pê ve stranên bi forma kilam, payîzok, heyranok, şeşbendî û narînk yên herêma Colemêrgê û Botanê bi muzîkala xwe ji nû ve sitrandine, herwiha form û miqamên van stranan parastine. LaWje behra muzîka Colemêrgê û Botanê pêşkêşî guhdaran dike. 

Ligel van formên her du herêman LaWje stranên qedîm û yên kûlt jî bi muzîkal û şîroveyê xwe ji nû ve distrîne.

Chalak Events ya ku konserê lidardixe dibêjin eleqeyek zêde ji bo vê konserê heye û ew li bendê ne ku salon tije bibe.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Em Çi Dixwînin? (1) : Term/ Hisên Kemal

Weşana paşê

Resûl Bafeyî li Kolanên Amedê pirsî; Hûn navê çend bavikên xwe dizanin?

Te hay ji vê heye?

Alî Tekbaş dê dersên Newayên Kurdî yên Gelerî bide

Hunermend û stranbêj Alî Tekbaş dê

LaWje dê li Stenbolê konsertekê bide

LaWje dê li Stenbolê li salona

Li Wanê bi pêşengîya Chalak Eventsê ‘Çalakîyên sînemayê’ dest pê dikin

Chalak Events dê navbera 5ê tebaxê

LaWjeyê ji nû ve deng da berhema ‘Ho dilo’

Nûnera muzîka Kurdî ya kevneşopî LaWjeyê,