Piştî saleka şerî, Xezeyî meraq dikin ka dê çawa kavilên bi milyon tonan çareser bikin? – REUTERS

06/10/2024
SS, Botan Timesê ji vîdeoya The Guardianê standiye

Neteweyên Yekbûyî texmîn dike ku zêdetirî 42 milyon ton kavil li Xezeyê hene. Ev 14 caran ji kavilên ku di navbera 2008 û destpêka şerê niho de kombûyîn zêdetir e.

Ev mîqdar 5 caran zêdetir e ji kavilên ku piştî şerê 2016-2017ê li Mûsila Iraqê mabûn.

Rewşa niho

Xezeyî dest bi hewldanên biçûk kirine da ku bi van kavilan re mijûl bibin û çareserîyekê jê re bibînin.

Li bajarê Xan Yûnisê, malbata Cîhad Şemalê 42 salî, kavilan ji bo çêkirina kevirên goran bikar tîne. Kurê wî yê 11 salî, Mihemed, perçeyên banê xanîyê wan ê hilweşiyayî kom dike û dişkîne.

NY û rayedarên Filistînî plana projeyeka pîlot çêkirine da ku di vê mehê de li Xan Yûnis û Deyr el-Belehê dest bi rakirina kavilên li ser rêyan bikin. Alessandro Mrakic, serokê Ofîsa Xezeyê ya Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) dibêje ku astengî mezin in, lê girîng e ku niho dest pê bikin.

Pirsgirêkên heyî

Di nav kavilan de term, bombeyên neteqiyayî û madeyên jehrî hene. Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê dibêje ku dibe ku nêzîkî 10,000 terman di bin kavilan de bin. Herwiha kêmbûna cih, amûr û sotemenîyê jî astengîyên mezin in.

Encamên tenduristîyê

Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê di sala borî de nêzîkî milyonekê rewşên enfeksîyonên tund ên bêhnçikînê li Xezeyê qeyd kiriye. Bijîşk ji zêdebûna penceşêr û kêmasîyên zarok çêkirinê ditirsin.

Berdevkê WHO’yê Bisma Akbar dibêje ku toz “xemeka girîng” e û dikare avê û axê jehrî bike û bibe sedema nexweşîyên pişikê.

Planên paşerojê

NY hêvî dike ku beşek ji kavilan ji bo çêkirina rêyan û xurtkirina peravê bikar bîne. Lê belê, ji bo vê yekê pêdivî bi alîkarîya navneteweyî û çareserîyeka sîyasî heye.

Berpirsekî NYê yê ku nexwest navê wî bê gotin got: “Her kes bi fikar e ka gelo dê li Xezeyê veberhênanê bikin eger çareserîyeka sîyasî tunebe.”


Çavkanî: Botan Times û Reuters

Nivîskar: Mohammed Salem, Hatem Khaled, Emma Farge û Nidal Al-Mughrabi


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Foto – Defîleya Cil û Bergên Kurdî ya KASEDê

Weşana paşê

پشتی سالەکا شەری، خەزەیی مەراق دکن کا دێ چاوا کاڤلێن ب ملیۆن تۆنان چارەسەر بکن؟ – رەوتەرس