“Piştî du hefteyan emeliyata min heye, dora rontgenê dê piştî 5 mehan bigihe min!”

“Piştî du hefteyan emeliyata min heye, dora rontgenê dê piştî 5 mehan bigihe min!”
“Piştî du hefteyan emeliyata min heye, dora rontgenê dê piştî 5 mehan bigihe min!”
Beril Caymaz
  • 2 Şubat 2023 19:07

Li Tirkiyeyê welatî ji bilî qeyrana dermanan di warê tedawikirinê de jî gelek probleman dikişînin.

Nexweşan ji Botan Timesê re gotin ku kesên dixwazin tedawî bibin nikarin randevuyên doktoran jî bi dest bixin.

EMG (elektromîyografî) ji bo nexweşên kansêrê tên kişandin. Ew ji ber pandemîyê li Amedê tenê li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tê kirin.

Li wî nexweşxaneyê du teknîker li ser cihazekî dixebitin. Nexweşên kanserê neçar in ku bi mehan li bendê bin EMG bigirin.

Jineke bi pençeşêrê ku naxwaze navê xwe eşkere bibe got ku:

Hefteya borî ez çûm nexweşxaneyê Dîcleyê doxtorî got ku ez ê di hefteyekê de emeliyatê bikim. Lê Doxtorî ji berîya emelîyatê ji min xwest ku EMG bikişînim. Herî zû di meha Tebaxê de diroka EMG dane min. Min jî lezgînîya xwe jî teknîsyenan re îzah kir. Wan di behnvedana nîvroyê de EMGya min kişand. Ger ez biçûma nexweşxaneya taybet jî diviyabû min 2 hezar lîre bidaya. Bûdçeyek min a bi vi rengî ji tune ye.

Li melpera Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl ya Perwerde û Lêkolînê ya Diyarbekirê raber dike ku 12 doxtoren beşa rodyolojîyê hene.

Nexweşên ku naxwaze navê xwe eşkere bibe jı Botan Times re gotin di vê beşê de 1 teknîsyen dixebitin.

“Kesên ku dixwazin rontgenê bikişînin bi saetan li rêze de dimînin.”

Li gor agahiyên nexweşê dide me ew bi seatan li benda kişandina Rontgenê û MR sekinîne. Her wiha dibêje;

Kesek tenê di hundurê de dixebite ger 2 kesên din jî hebûna em e ewqas direj li bende nebûna.

Nexweşek din jî diyar kir ku her çend ew nexweşekê acîl bû jî, wî diroka rontgenê 24ê sibatê stand.