Piştî 24 salan dê berdewamîya fîlma Gladyatorê bê

Şirketa produksîyonê Paramount Picturesê ragihand ku berdewamîya fîlmê dê di 22yê Mijdara 2024an da bê weşandin.

Ji bo rola sereke ya fîlmê bi aktor Paul Mescalî ra hevdîtin tên kirin.

Senaryoya fîlmê par temam bûye, lê heta niha navê fîlmê nehatiye dîyarkirin. Di berdewamîya fîlmê da dê behsa bûyerên piştî mirina “General Maximusî” bê kirin.

Fîlma Gladyatorê di sala 2000an da ketibû vîzyonê. Derhênerîya fîlmê Rîdley Scottî kiribû û aktorê Awistiralyayî Rusell Crowe di rola sereke da lîstibû.