Li Tirkiyeyê lêkolîneka nû ya li ser piştgirîya medyayê li NLTRyê hatiye weşandin. Amadekarên raporê Dr. Sarphan Uzunoglu û Ezgi Yeşilbaş in. Rapor li ser rewşa rojnameger û karmendên medyayê ye û pirsgirêkên giran ên di warê aborî û teknîkî de destnîşan dike.
Pênc pêşniyarên girîng ji bo medyayê hatin kirin
Di raporê de pênc pêşniyarên sereke ji bo baştirkirina rewşa medyayê hatine kirin. Li gor pêşniyaran divê demên piştgirîyê ji salekê dirêjtir bin û piştgirî bi awayekî berdewam bê dayîn. Her wiha prosedurên serîlêdanê yên ji bo rojnamegerên serbixwe û dezgehên biçûk hêsantir bibin. Pêşniyareka din jî ew e ku divê şefafî û zelalî di hilbijartina projeyên serkeftî de zêdetir bibe. Divê krîterên hilbijartinê ji bo hemû kesan vekirî bin. Di raporê de tê gotin ku divê torên piştevanîyê bên avakirin da ku rojnameger bikaribin tecrûbeyên xwe parve bikin û hevkarîyê bikin. Pêşniyara dawî jî ew e ku divê bernameya mentorlugê ya dirêjdem bê amadekirin.
Lêkolîn bi 52 pisporên medyayê re pêk hat
Lêkolîn bi rêya pirs û bersiv û komxebatan hatiye kirin. Ji bo berhevkirina agahîyan, bi 52 karmendên medyayê re hevdîtin hatine kirin. Di nav beşdaran de rojnamegerên serbixwe, karmendên nûçegehan û afirandêrên naveroka dîjîtal cih girtine. Her wiha 7 pispor di komxebatan de beşdarî lêkolînê bûne.
Piştgirî erênî ye lê têrê nake
Ji sedî 76ê beşdaran gotiye ku bernameyan karîgerîyeka erênî li ser pêşveçûna wan kiriye. Bi taybetî di warê hilberîna naveroka dîjîtal, podcastan û rojnamegerîya daneyan de pêşketin çêbûye. Lê belê ji sedî 58ê beşdaran dîyar kiriye ku alîkarîya darayî tenê ji bo despêkê têr dike û ji bo berdewamîyê ne bes e.
Serkeftinên herêmî hene
Li Wanê rojnamegerekê bi alîkarîya teknîkî û darayî projeyeka medyaya herêmî ava kiriye. Li Yalovayê afirandêreka podcastê bi saya mentorluga NewsLabTurkeyê naveroka xwe pêş xistiye. Li Diyarbekirê rojnamegerekê çîrokên multîmedya yên herêmî amade kirine. Lê belê piranîya van projeyan piştî qedîna alîkarîyê rastî zehmetîyan hatine. Ev yek nîşan dide ku piştgirîya berdewam pêwîst e.
Çavkanî: Botan Times, NLTR