Pisîka Biçûk û Pişta Birîndar

Pisîka Biçûk û Pişta Birîndar
Pisîka Biçûk û Pişta Birîndar
Înan Eroglu
  • 12 Nisan 2023 10:26

Dawiya sala 1913an heyeteke îngilîz û rûsan berê xwe dide ser axa Kurdistanê ji bo ku neliheviya ji ber Peymana Qesra Şîrînê ji holê rake û sînorên navbera dewleta Osmanî û Îranê diyar bike. Gilbert Ernest Hubbardê ku li ser kîsê îngilizan tê û sekreteriya vê komîsyona diyarkirina sînoran dike, 29ê Tîrmeha 1914an berê xwe dide gola Ûrmiyê û ji wir jî ber bi deşta Şinoyê lê dixe.

Heyet piştî ku di çadireke biçûk de li zilamên waliyê herêmê dibe mêvan, berê xwe dide mala bavê rêberekî xwe. Mûsa Xanê ku yek ji malbatên giregir ên vê herêmê ye, di nav îhtişamiyekê de pêşwaziya mêvanên xwe dike û berevajî kurên xwe, ne bi çêkirina minyatûran lê bi nivîsîna fablan eleqedar dibe. Hildide ji wan re fableke xwe dibêje. Neqleke hinekî kurtkirî ji Hubbard:

Leoparek rojekê rastî pisîkekê tê û jê re dibêje, “Çar lingên te jî hene, teriya te heye û xetên te, lê dîsa jî tu ji min cudatir î. Eve tu çi heywan î?” 

Pisîk dibêje, “Ez jî berê wekî te bûm, lê li cem mirovan çêbûm, mezin bûm. Loma wisa zeîf û biçûk mam.”

Leopar ji pisîkê dixwaze ku mirovan nas bike. Bi hev re diçin cem xwediyê pisîkê û leopar ji xwedî re dibêje,

Ez dixwazim bi te re bikevim micadeleyê. Ez ji pisîka te xurttir im, lê eger ez te têk bibim, lazim e sibehê tu min berdî.

Mêrik qebûl dike lê paşê tê dibêje, “Heta sibehê ne mimkin e wisa serbest bî, tu heywanekî kûvî yî, lazim e te girê bidim.” Leopar qebûl dike, piştre mêrik tê sîlehê berdide leoparê û wê dikuje. 

Pisîk li dû wê dibêje,

Jiyana li gel mirovan aha tiştekî wisa ye. Te îcar fam kir ez çima wisa hûrik û çîçelaskî mame?

Ev fabla ku Mûsa Xan dibêje min nivîsiye, piştî çendîn salan, bi guhertoyeke din, di nav destnivîsên ferdekî malbata Cemîlpaşa de em dibînin. Esat Sezai Cemiloğluyê (1904-2002) ku bêtir bi boksoriya xwe tê naskirin, di nav notên xwe de behsa vê fablê dike û Malmîsanijê ku li ser Cemîlpaşazadeyan kitêbeke bi navê Cemîlpaşazadeyên Diyarbekirî û Neteweperweriya Kurdî amade dike, hildide vê fabla di nav notên Esat Sezai de dike girîzgaha kitêbê. Neqleke hinekî kurtkirî ji vê girîzgahê: 

Li daristanê pisîkek rastî şêrekî tê. Şêr dibêje, “Tu ji cinsê min î, çima ewqas kiçik mayî?” Pisîk dibêje, “Ji ber zilma benîadem.” Şêr pirsa benîadem dike, bi hev re diçin benîadem bibînin. 

Benîadem dareke qerase birriye û hewl dide bi bivirê xwe wê biqelêşe. Mêrik çav bi şêr dikeve û gazî wî dike, “Ey şahê ajalan, dibêjin tu gelek hêzdar î. Ji kerema xwe alîkariya min bike.”

Şêr pencên xwe diavêje nav qelşê û mêrik jî wê gavê hildide bivir û çend derban li pişta şêrî dixe. Pisîka ku dibîne şêr di nav xwînê de dest bi revê dike, dibêje, “Ka hela bisekine, tu bi kû ve direvî?”

Şêr dibêje,

Ger ji ber zilma benîadem tu ewqas mabî, cardin tu zêde mayî. Ger ez bim, ez bi qasî te jî namînim.

Esat Sezaî bêyî ku bi nav bike bê ka ew “benîadem”ê li ser serê me kî ye, di dawiya vê fablê de nivîsiye: “Em jî, ger em ji ber zilma hindekan mabin, cardin em zêde mane.” Diyar e qesta wî ji hindekan “tirk” e, û eger hebe qesteke wî ya din, “ereb û faris” e. 

Di demeke wisa de, di vê gorana hilbijartinê ya Tirkiyê de, cardin ev fabl hat bîra min, û tirsa edebî ya Milan Kundera ku digot “her ku diçe karakter hûrik dibin, ez ditirsim rojekê bi temamî ji holê rabin.” Herçî em in ku pêşî bi sîlehê an jî bivirê li pişta me dan û paşê ji me hat xwestin em “xwediyê” xwe li pişta xwe ya birîndar bikin, pê de pê de hûrik bûn, lê tu li vî telebextî, hîn jî em ji holê ranebûne. 

Gotina Esat Sezai teqabulî gotareke berbelav a îro ro jî dike, gotareke ku di xwe de “qebûl” û “razîbûn/sertewandin”ê jî dihewîne: Zilmeke nedîtî li me hat kirin, asîmîlasyoneke bêhed li ser serê me geriya, normal e em îro di vê rewşê de bin. Ev gotin gava ku rastiyekê eşkere dike, rastiyeke din xumam dike: Tevgerên me yên ku dike em biçûktir bibin û ji pişta xwe ve birîndar bibin, siyaseta me ya ku dike tim “hindek” li ser pişta me bin. 

Tevî vê hemû “biçûkbûna” me jî, siyaseta me ya serdest ji bedêla ku tevgerekê bi rêk bixe em roj bi roj mezintir bibin, roj bi roj em biçûktir dibin, ji bedêla ku me ji devê bivirê bifilitîne, me dehf dide ber derbên bivirê.  

Di rewşeke weha de ku “zilma hindekan” û “siyaseta me ya encamnegir” digihîje hev, ji pisîkan xerabtir li me dibe, û tu çi şêr bî an jî leopar bî, rewş naguhere. An dê wekî karakterên çîrok û romanan li me bên ku roj bi roj wenda dibin û vegêraneke ez-navendî û bêkarakter hikmê xwe saz bike, an jî divê siyaseta me ya zal biguhere û ji xwe re jêder û çavkaniyên xweser peyda bike -ne bi lafezaniya ku pişta xwe dispêre teoriyên ku xwedî literaturên berfireh in lê halê hazir ji bo me ne ewçend encamgir in, ji bo fikra herî bêkêr jî îro em dikarin ji xwe re lîteraturekê payda bikin û wekî sermestan îqtibasan jê bikin, lê çêtir e dibêjim qey ev sermestî tenê ji milkê edebiyatê re bimîne, ne ku ji bo siyaseta rojane. Çinku em li ber devê bivirê ne û wextê me ewçend tune ye em di nav sermestiyeke fantazmayî de doş bibin, hey doş bibin. 

Çavkanî

 Gilbert Ernest Hubbard, Basra Körfezi’nden Ağrı Dağı’na Seyahat, Amd. Dr. Galip Alçıtepe, Aram, 2012, r. 128-129.

 Malmîsanij, Cemîlpaşazadeyên Diyarbekirî û Neteweperweriya Kurdî, Wer. Roşan Lezgîn, Vate, 2008, r. 11.