“Pirtûkzade”yê dest bi projeyeka xwendina kurdî ya online kiriye

12/11/2024

Komeka xemxurên zimên îro projeyeka nû ya belavkirina xwendina kurdî ya bi navê “Pirtûkzade” dest pê kiriye.

Projeya ku dê her du rojan carekê pasajên edebiyata cihanê bi kurdî bişîne, li ser platformên online hatiye destpêkirin.

Xwendina kurdî di 5 deqîqeyan de

Projeyê ku ji alîyê komeka xemxurên zimên ve hatiye amadekirin, dê bi rêya e-mailê pasajên bijarte ji edebiyata cihanê pêşkêş bike. Her pasaj welê hatine eyarkirin ku xwendevan dikarin di nav 5 deqîqeyan de bixwînin.

Abonetî

Ji bo beşdarbûna projeyê, xwendevan tenê pêdivî bi qeydkirina nav û e-maila xwe li ser formê ne. Pirtûkzade soz dide ku dê baştirîn pasajên roman û çîrokan bigihîne xwendevanên xwe.

Armanc û perspektîf

Armanca sereke ya vê projeyê belavkirina xwendina kurdî ye. Bi vê yekê, tê xwestin ku xwendevanên kurd bi awayekî berdewam û hêsan bigihîjin berhemên edebî.

Çavkanî: Botan Times, Instagram


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Îsraîlê dora bakurê Xezeyê girtiye

Weşana paşê

Konferansa Weqfa Ragihandinê ya IPS/bianetê: Rojnameger Bi Mafên Xwe Hene