Pirtûka Zulkuf Ergun, a bi navê “Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî” çap bûye

  • 15/03/2022
Pirtûka Zulkuf Ergun, a bi navê “Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî” çap bûye
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

15/03/2022

Abdulla Peşêw yek ji helbestvanên girîng ê kurdîya soranî ye. Ji sala 1967an û vir ve bi dehan diwan çap kirine. Lewra jî ew ji bo helbestvanîya kurdî wek stûnekî tê dîtin.

Helbestên Peşêwî di van salên dawiyê de ji bo kurmanciyê jî hatine çapkirin. Di kurmanciyê de çar weşanxaneyan pirtûkên wî weşandine. Ji bilî ya Weşanxaneya Belkî (Hilbijartin-Ji Hemû Dîwanên Wî), Weşanxaneya Dîwan (Xewa Min Nayê) û Weşanxaneya Avestayê (Veger – Birakujî), Weşanxaneya Peywendê hemû berhemên helbestvanî weşandiye. Peywendê berga yekem bi navê “Şevnameya Şa’îrekî Têhnî” di sala 2016ê de ya duyem jî bi navê “Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min” di sala 2019ê de çap kiribû.

Zulkuf Ergunî ji bo Peywendê helbestên Peşêwî wergerandibû kurmanciyê. Zulkuf Ergunî niha jî jiyan û nirxandina helbestên Peşêwî weke pirtûkek serbixwe weşandiye. Weşanxaneya Nûbiharê ev pirtûk çap kiriye. Ergun pirtûk bi navê “Abdullah Peşêw – Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî” amade kiriye.

Çavkanî: Bianet Kurdî

%d