Pirtûka nû ya Kawa Nemir bi navê “Axiftinek Li Gel Arjen Arî Li Panosê” ji alîyê Weşanxaneya Avestayê ve hatiye weşandin. Ev berhem rê-şi’ireka epîk e ku di navbera salên 2012-2019an de hatiye nivîsandin û bi xetên Şener Ozmenî xemilandiye.
Pirtûk rêwîtîya du şa’irên Kurmanc dibêje
Pirtûk ne tenê şi’ira rêwîtîyeka du şa’irên kurmanc e, her wiha hurmeta şa’irekî bo şa’irekî mezin ê ku zimanê kurdî bi pêş xistiye jî dihewîne. Nemir di pirtûkê de cih dide gelek nav û bûyerên dîrokî yên ku di rêwîtîya wan de xuya dibin.
Panosê wek cihê hevdîtinê hatiye hilbijartin
“Axiftinek Li Gel Arjen Arî Li Panosê” rêwîtîyeka ber bi Panosa Qerekilîsa Bakurê Kurdistanê ye ku tê de du şa’irên navdar ên kurmanc bi hev re rêwîtîyê dikin. Yek ji wan tevî xwelîya Kurdistanê bûye, yê dî jî li derveyî welêt e.
Pirtûk li kelepora şi’ira kurdî zêde bûye
Di pirtûkê de mînakên şi’rê wiha pêşkêş dibin:
“Li fêza darên hêlînên qijikên perbelek, Bi berbangê re bi firê dikevin lek bi lek, Deng meqes, dibirrin cawê laleşeyê yê şîn, Diçin datînine ser qûçên gewr bi kelobîn”
Çavkanî: Avesta
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.