Pirtûka helbestên Bertolt Brecht bi Kurmancî hat weşandin – Botan Times

26/03/2025

Pirtûka helbestên Bertolt Brecht bi navê “Li keviya rê” ji alîyê Serhat Aydın ve ji zimanê almanî hatiye wergerandin û ji Weşanxaneya Avestayê derketiye pêşberî xwîneran. Di pirtûkê de komeka helbestên bijarde yên helbestvanê cîhanî cih digire.

Helbesta “Li keviya rê” balê dikşîne

Di danasîna pirtûkê de helbesta bi heman navî “Li keviya rê” balê dikşîne:

“Li keviya rê rûniştî me. Ajovan tekerê diguhere Ji cihê ku têm, ne qayîl im. Cihê ku herimê, pê ne qayîl im. Çima li guhertina tekerê temașe dikim? Wisa bêsebr!”

Bertolt Brecht û bandora wî ya cîhanî

Bertolt Brecht (1898-1956) yek ji girîngtirîn nivîskar û derhênerên şanoyê yên sedsala 20emîn e. Wî teorîya “tiyatroya epîk” pêş xistiye û bi afirandinên xwe bandoreka mezin li ser hunera cîhanê kiriye. Di jiyana xwe de nêzîkî 2300 helbest nivîsîne û helbestên wî ji metinên bêqafiye heta destanên klasîk ên bi qafîyeyên cot vedihewînin.

Helbestvanekê li dijî cenga cîhanê

Brecht di xortanîya xwe de helwêsta xwe ya li dijî cenga cîhanê diyar kiriye. Bi nivîsîneka “Mirin ji bo welatî hêja û rûmetdar e tenê diruşmeka propagandaya mirovên vala ye” vê helwêsta xwe eşkere kiriye. Dûre di salên 1920ê de xebatên tiyatroyê kir û bi berhema xwe ya “Dengên Defê di Şevê de” xelata Kleist wergirt.

Ji bo wergera berhemên wî kar hatiye kirin

Li Tirkîyeyê gelek berhemên nivîskar ji alîyê Yılmaz Onay ve hatine wergerandin. Di nav wan de “Baal”, “Gecede Trampet Sesleri”, “Mezbahaların Kutsal Johanna’sı”, “Kafkas Tebeşir Dairesi” û gelek berhemên dî cih digirin. Herwiha helbestên Brecht ji alîyê hunermendên wek Arif Kemal ve jî hatine bestelekirin.

Çavkanî:

Botan Times


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Batman Teachers’ Union Launches Poetry Contest Honoring Prominent Kurdish Poet

Weşana paşê

Bertolt Brecht’s poetry collection published in Kurdish