Pirsa mûlakatê: Te çima beşa kurdî xwend?

Pirsa mûlakatê: Te çima beşa kurdî xwend?
Pirsa mûlakatê: Te çima beşa kurdî xwend?
Vahdet Uçar
  • 30 Aralık 2021 09:46

Encamên mûlaqatên bicîkirina dersdaran, ên sala 2022an 28ê Kanûnê hatin eşkerekirin. Piştî ku encamên mûlakaqan hatin eşkerekirin, hate dîtin ku gelek dersdarên ku di Îmtîhana Hilbijartinê ya Personelên Civakî  (KPSS) de puanên bilind standine lê di mulaqatê de puaneka kêm standine û bi vê yekê jî bicî nebûne. Hate dîtin ku gelek endaman di ezmûnê de puan û rêzkirineka bilind bi dest xistine lê di mûlqatê de ew paunên wan gelekî hatiye daxistin. Kesên mexdûr li ser medyaya civakî bertek nîşanî vê rewşê dan.

Helbet ji bo endamên mamosteyên kurdî ev rewş hîn jî dijwartir bû, lewra mamosteyên kurdî jî hem bi mûlaqat û lêpirsînê re rûbirû dimînin hem jî jixwe tenê 2 kontenjan ji wan re vedibin.  Em bi mamosteyekî ku di îmtîhanê de puanên bilind girtine û di rêzika 3yan de ye lê ji ber ku tenê 2 kontenjan hene bi cî nebûye ye axivîn.

Ji KPSSyê 82 puan standiye û ketiye rêza 3yan.

Wî diyar kir ku wî ji KPSSyê 82 puan standiye û di rêza 3yan de ye, lê ji ber ku tenê 2 kes bi cî dibin wî mafê bicîbûnê bi dest nexistiye. 

Di mûlaqatê de du pirsên bersiva wan bersiveka zanistî û du pirsên bersiva wan şîrove ye jê hatine pirsîn. Wî bersiva rast daye her 4 pirsan jî û heyetê jî puanê mûlaqatê 82 puan dayê, yanî puanê wî ji 82yan nexistine.

Te çima ev beş xwend? 

Lê diyar kir ku yekî pirsa “te çima ev beş xwend” jê pirsî ye û wî fam nekiriye gelo ka ev opirs pirseka ji rêzê ye yan niyeteka xirab tê de heye. 

û gava ev pirs kiriye gotiye “ka em pirseka derveyî mûlaqatê ji te bikin, hinekî muhebbetê bikin”. 

Herweha jê re gotiye “tu mamostetîyê neke tu akademîsyenîyê bide”, endamê mamostetîyê diyar dike ku van gotinên wî ew hinekî tirsandine û êxistiye gumanê. 

Heger min beşeka din xwendibûna heta niha bi 82 puanî bi cî bûbûm

“Di beşa kurdî de 2 kesan bi cî dikin, ez kesê 3yan bûm, ji ber vê jî ez bi cî nebûm. Tê dîtin ku problema esasî di vir de, ji bo beşa min, kontenjan in. 1 zazakî 2 kurmancî 3 kesan bi cî dikin û ji ber ez di kurmancî de di rêza 3yan de me bi cî nebûm.  Heger min beşeka din xwendiba heta niha bi 82 puanî bi cî bûbûm.”