Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Peywendiyên Nepenî: Keşifkirina Hebûna Me ya Têkildar

26/06/2023

Di nav jiyana me ya tevlihev de, di nav lêgerîn û çîrokên me yên takekesî de, em pir caran ji bîr dikin ku em perçeyeke nûwaze ya puzzlekê ne. Eger em hinekî bisekinin û bi nêrîneke berfirehtir li derdora xwe binêrin, em ê wêneyekî seyr ê peywendiyan bibînin. Ev peywendî, wekî tevnekî ye ku ji milyaran jiyanan pêk hatiye û her motîfeke wê, têkiliyekê me bi hev ve girêdide û temsîl dike. Ev ne meseleyeke sade ya refleksa helbestkî yan feylosofî ye; ev têgeha peywendiyê, xwe dispêre bingeheke ilmî û zanistî. Ji fîzîka kûantûmê heya biyolojîyê; ji aborîyê heya derûnnasiyê em dikarin nimûneyên vê peywendiyê bibînin. Di vê nivîsarê da ez dê li ser peywendiyên nepenî hûr bibim yên ku me hev ve girêdide.

Di asta jêr-atomê (subatomi) de pirtik (particle), tevgereke ecêb nîşan didin ku ev yek wekî “tevliheviya kûantûmê” (quantum entanglement) tê zanîn (Horodecki et al., 2009). Ev tevlihevî yek ji taybetmendiya herî balkêş ya mekanîka kûantûmê ye. Di kûantûmê de wextê ku du yan jî zêdetir pirtik peywendiyekê durist dikin, tevliheviyek pêk tê. Di vî halî de, herçend pirtik ji hev dûr bin jî, wextê ku halê pirtikekê tê pîvan, demildest bandorê li ser halê ya/yên din jî dike. Ev keşif, ne tenê têgihîştina me ya fizîkê berfireh dike; herwiha ev şêwazeke têkiliyeke tevlihev jî destnîşan dike ya ku li sertaserê gerdûnê derbas dibe.

Wextê ku em ji pîvangeke berfirehtir li tayên peywendiyê dinêrin, em dibînin ku di cîhana biyolojiyê de jî sêhra xwe berdewam dikin. Bo nimûne em li têkiliya mêş û kulîlkan binêrin.

Ev sembiyos nîşan dide ku zindîman û rehetiya du cûreyên temamen ji hev cûda girêdayî peywendiya wan e. Mêş ji nektara kulîlkan xwarina xwe werdigirin û di berdêla wê de bi rêya veguheztina polenên kulîlkan alîkariya zêdebûna wan dikin (Anderson et al., 2011). Mîna mêş û kulîlkan, mirov jî ji bo zindîmayîn û pêşkeftinê mecbûrî têkilî û peywendiyan in. Bo nimûne, ji bo ku karên xwe pêk bînin, cotkar, ajokar, firoşkar, kirryar mecbûrî hev in. Bi gotineke din, berdewamiya jiyana me ya rojane, girêdayî kiryar û reftarên muşterek in.

Di qada aboriyê de jî, em bi hêsanî dibînin ku hemû bazarên gerdûnî ji nêz ve bi hev ve girêdayî ne. Herçiqas piçûk jî be, wextê ku problemek çêdibe, dikare bandorên giring pêk bîne yên ku li çar aliyên cîhanê têne hîskirin (Cohen, D., & Soto, M., 2007). Yanî eger li welatekî guherînên darayî pêk bên, ew dikarin bandorê li aboriya çar aliyên cîhanê bikin.

Derûnnasiya civakî piştrast dike ku danûstandin û peywendiyên me yên li gel însanên din, tesîrê li ser cîhanbînî, helwest û tevgerên me dikin. Em ne îzole û goşegîr in; raman û tevgerên me bi berdewamî ji hêla kesên li dora me ve têne çêkirin. Bi gotineke din, em bi têkiliyên xwe yên bi kesên din re fêr dibin, mezin dibin û diguherin.

Eger em berê xwe bidin hundurê xwe, laşê me bi xwe nimûneyeke berbiçav ya peywendiyê heye. Trîlyon mîkrob di hundurê me de dijîn û ji hezimkirinê heya xweragiriya bedenê (immunity) bandorê li her tiştên me dikin (Sender, R., Fuchs, S., & Milo, R., 2016). Ev organîzmayên piçûk di hundurê me de mezin dibin û li şûna vê jî tenduristiya me diparêzin.

Ev tabloya berdest ya ji zanistên muxtelîf pêk tê, rastiyeke bingehîn pêşkêşî me dike. Kokên me yên jiyanê bi hûr û kûr bi hev ve girêdayî ne. Ji ber hindê, haya me jê hebe û nebe, tevger û perspektîfên me di nava vê tora têkiliyan de tesîrê li kesên din dikin.

Ev peywendiya hûr û kûr ya di navbera me de, girîngiya empatî û hevkariyê jî tîne bîra me û destnîşan dike ku piştevaniya kesên din ne tenê mêhrebanî û dilnizmî ye, herwiha ew ji bo aramî û xweşiya pergaleke berfirehtir hewcedariyek e.

Her pêngava û hewla me ya alîkarî û qenciyê tesîreke xwe heye ku ji armanca xwe wêdetir e. Ev kiryarên dilovaniyê, pêlên enerjiyeke erênî li temamiya têkiliyên me dike û tevkariyeke erênî li tenduristiya civaka me ya gerdûnî dike.

Ji bilî vê, ev perspektîf ne tenê bi qenciyan sînordar e. Her alîkariya em ji bo civakê dikin, çi parvekirina zanyariyan be û çi beşdarbûna çalakiyên kolektîf be bandoreke wan ya dûrûdirêj heye. Em wekî takekes, bi beşdariya xwe ya çembera kolektîf ya dilnizmî, têgehiştin û pêşkeftinê civakên têkoşer, hevgirtî û çalaktir ava dikin.

Wekî encam, têgihiştin û naskirina hebûna me ya hevpar û têkiliyên tevlihev ên ku me bi hev re girêdide, firsendan dide me ku em bi hestiyarî, hevkarî û rêzgirtinê cîhaneke pêşkeftîtir ava bikin. Gava ku em dikevin nav govenda jiyanê, bila li bîra me be ku em bi tenê nareqisin. Her pêngava ku em diavêjin, tesîrê li rîtma tevahîya govendê dike. Dema ku em destê xwe yê qenciyê dirêj dikin, em ne tenê moralê didin yekî/e din, em di heman demê de ji bo tevahiya mirovahiyê govendeke ahengtir digirin.

Çavkanî:

  • Horodecki, R., Horodecki, P., Horodecki, M., & Horodecki, K. (2009). Quantum entanglement. Reviews of Modern Physics, 81(2), 865.
  • Anderson, B., Terblanche, J. S., & Ellis, A. G. (2011). Predictive modelling of pollinator abundance: honeybees and their nectar sources. Ecological Modelling, 222(17), 3232-3243.
  • Cohen, D., & Soto, M. (2007). Growth and human capital: good data, good results. Journal of Economic Growth, 12(1), 51-76.
  • Sender, R., Fuchs, S., & Milo, R. (2016). Revised estimates for the number of human and bacteria cells in the body. PLoS biology, 14(8), e1002533.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û

Axiftina Alî Duran Topuz a li Parlamentoya Ewropayê

Alî Duran Topuz Birçîbûna Herêmê: Ji Çîrokekê Heta Rastiyê Di çîrokeke Qoçgîrîyê