Peydabûna Nivîskarîya Kurdî

12/02/2024

Em dikarin bibêjin ku Ehmed Ramiz bi vê hişmendîya xwe ya kûr û bikerîya xwe ya çalak dibe yek ji bîrmendên pêşî yên nivîskarîya kurdî û hewl dide nivîskaran jî bike beşek ji çîna ruhanîya zimanê kurdî. Loma jî herwek Hacî Qadirî carinan bi rexneyên tund carinan jî bi şîret û lavayan li ber kurdan digere da ku “zanîn” û “ziman”î bînin cem hev û bi fedakarî xizmeta qewmê xwe bikin. Belkî jî nîşaneya ruhanîbûna wî ya zimanî di vê gotina wî ya navdar da veşartîye ku dibêje: “Eger emrê min bihata firotin bê tereddud min dê bifirota, di rêya kurdan da serf bikira. Lewra xelk aşiqê mal û mulkê dinê ye, ez aşiqê lefzê kurmancî me.”

***

Nivîskarî ji katibî û rûdannivîsîyê cudatir di nav xwe da “azadî” û “bikerîyek”ê vedihewîne û çalakîyeke hişmendane ye. Ji vî alîyî ve peydabûna nivîskarîyê bi çîroka azadî û bikerîya mirovan ve girêdayî ye û kodên wê kêm zêde di nav geşedanên modernîteyê da veşartî ne.  Ji dariştina wê ya ferhengî jî dîyar dibe ku “nivîskar” bi hevalbendîya “nivîs” û “kar”î pêk tê. Loma jî ji wan kesan ra nivîskar tê gotin ku nivîsînê ji bo xwe dikin kar û pîşe. Li Rojavayê bi pêşketina teknolojîya çapemenîyê, derketina rojnameyê, çalakbûna çîna burjuvayê û peydabûna bazara azad a çandî stêrka vê çîna nû geş dibe û nivîskarî dibe dîyardeyeke nû ya çandî.

Mîna hemû dîyardeyên modern, nivîskarî jî di nav mercên taybetî yên civak û ronakbîrîya kurdî da peyda nabe û mîna gelên din ên rojhilatî di bin karîgerîya raman û kesayetîyên rojavahî da derdikeve holê. Di destpêka nîvê duyem ê sedsala 19ê da Akademîya Zanistî ya Saint Petersburgê ji konsolosê Rûsyayê Alexandre Auguste Jabayî (1803-1894) dixwaze ku ji bo wan destnivîsên zimanê kurdî kom bike. Li ser vê daxwazê, Jaba hin melayên kurd dicivîne û ji wan dixwaze ku jê ra pirtûkên kurdî kom bikin û eger nebin jî ew bi xwe hin berheman binivîsin [1]. Em dikarin bibêjin ku ev kar dibe sedem ku bingeha nivîskarîya kurdî bê danîn.

Ji nav van kesan ji ber zanatî, şarezatî û zêdebûna xebatên wî Mela Mehmûdê Bazîdî (1799-1860) ji hemûyan zêdetir derdikeve pêş û di bin patronaj û rêberîya Jabayî da li ser çand û edebîyata kurdî gelek deqên kurdî dinivîse. Rast e ku Mela Mehmûd bi van xebatên xwe ji bo nivîskarîya kurdî bingehekê datîne lê gelo em dikarin Mela Mehmûdî wek nivîskarê pêşî yê serdema modern qebûl bikin? Bersiva vê pirsyarê zehmet e. Lewra hişmendîya modern a ku Hacî Qadirê Koyî di qada helbestê da berceste dike, bi heman zelalîyê di pexşannûsîya Mela Mehmûdî da nayê dîtin. 

Herçend xebatên Mela Mehmûdî bi naverok û cureyên xwe berhema hişmendîyeke modern bin jî em baş nizanin ev merîfet heta çi radeyê ji alîyê wî ve hatîye famkirin û çend encama arastekirina Jabayî ye. Lewra ji bilî teswîrkirina mijara xwe em di nav xebatên wî da rastî riwangeheke rexneyî û daxwaza bikerîya neteweyî ya Hacî Qadirî nabînin. Tevî vê, bi arastekirina Jabayî be jî Mela Mehmûd cure nivîskarîyekê dike ku di navbera katibîya pêşmodern û nivîskarîya modern da diçe û tê. Lê bi çi awayî dibe bila bibe karên ku Mela Mehmûd dike ji gelek alîyan ve mînaka pêşî ya nivîskarîya modern e û berhema hişmendîyeke modern e.

Nivîskarîya modern barhilgirî û belavkirina her cure zanînê li xwe bigire jî bi raya me di gewhera wê da berhemanîna zanîna li ser xwe heye ku xwenasîn û xwenasandinê dike armanca xwe ya sereke. Mela Mehmûdê Bazîdî jî bi nivîsîna çîrokan, wergêrana deqên edebî û dîrokî, destnîşankirina normên rêzimanî, amadekirina berhemên hînkarîya zimanî, nivîsîna deqên dîrokî, destnîşankirina etnografîyaya kurdan, berhevkirina berhemên folklorîk, dîyarkirina taybetmendîyên çanda kurdî û venivîsîn û saxkirina deqên dîrokî yên kurdî di warên curbicur da tomarên nivîskî yên kurdî çê dike, berfirehîya zimanê kurdî nîşanî me dide û me bi me û bi bîyanîyan dide nasandin. Ji ber vê, herçend em li ser hişmendîya nivîskarîya wî xwedî agahîyeke zelal nebin jî em dikarin bibêjin ku ev xebat heta radeyeke baş bingeha nivîskarîya kurdî ya modern datînin.

Mixabin ev hewldan ji ber ku li ser bingeha dînamîkên xwemalî yên kurdî peyda nabe, piştî nemana patronaja Jabayî û mirina Mela Mehmûdî vedimire û heta derketina rojnameya Kurdistanê li ser navê nivîskarîya kurdî tu tiştek nayê kirin. Lê di 1898ê da bi derketina rojnameya Kurdistanê Mîqdat Mîdhed Bedirxan û Ebdurehman Bedirxan wek xwedîyên vê rojnameyê, vî karî bi hişmendîyeke xurt dikin û mirov bi rehetî dikare bibêje ku di nivîskarîya wan da bikerîyeke xurt heye. Ji ber vê Mîqdat Mîdhed Bedirxan di hejmara pêşî ya Kurdistanê da dîyar dike ku ew bi vê rojnameyê dixwaze behsa qencîya îlm û merîfetan bike, cihê hînbûna van zanistan destnîşan bike û li ku derê çi dibe ji kurdan ra bibêje [2]. Bi vî awayî rola hişyarkirin û perwerdekirina nivîskarîya modern bi bîr dixe û bi van gotinên xwe nîşan dide ku vî karî bi hişmendî û bi mebest dike. Tevî vê hişzelalîyê jî ji ber dûrbûna van bikerên çandî ji civata xwe û nebûna piştgirî û piştevanîya civakî û sîyasî ev hewldanên wan bi tevahî nagihîjin armanca xwe. Ji ber vê jî nikarin hejmara nivîskarên kurdî zêde bikin û nivîskarîyê di nav civaka kurdî da bikin dîyardeyeke çandî. 

Belkî jî nebûn yan jî kêmasîya çîna nivîskarên kurdî herî baş di rîsaleyeke Ehmed Ramizê Liceyî da tê destnîşankirin. Di Reşbeleka xwe da dîyar dike ku pênc sal berê (1906) li Misirê bang li kurdan dike ku ji bo çap bike jê ra pirtûkên kurdî bişînin lê di vê maweyê da tu kes jê ra pirtûkên kurdî naşîne. Ehmed Ramiz mîna Hacî Qadirî vê yekê wek kêmasî û bêxîretîyeke dîrokî ya çîna xwendewar a kurdan dide zanîn û rexne li zanayên kurdan digire, bi qasî ku xizmeta zimanên bîyanîyan dikin bîr bi nivîsîna zimanê xwe nabin. Li gor wî di demên berê da ji bilî çend kesên mîna Elîyê Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Ehmedê Xanî zana û edîbên kurdan bi kurdî nanivîsin û çend berhemên heyî yên kurdî jî di nav kurdan da belav nabin. 

Aşkera ye ku Ehmed Ramiz nivîsîna bi kurdî wek parastina nasname û hebûna kurdan dibîne û di nav 6 milyon kurdên wê demê da nebûna “şeş însan”ên ku bikarin qencîyekê li miletê xwe bikin metirsîyeke mezin dide zanîn. Li gor wî, dema miletek nikaribe îlm û mearîfê bi zimanê xwe binivîse ew milet hêdî hêdî ji nav diçe û nav û nîşanên hebûna wî winda dibin. Lewra miletê ku nikaribe bi zimanê xwe binivîse nikare mafê xwe jî biparêze. Ji ber vê bi awayekî tund rûbirûyê wan kurdan dibe ku nasnameya xwe bi dilxwazî ji bîr dikin û dikevin bin xizmeta bilindkirina nasnameyeke din. Ehmed Ramiz van kesên “heramzade” dişibîne wan “tajîyan” ku nan û ava kurdan dixwin lê ji bo kesên din nêçîrê dikin.

Em dikarin bibêjin ku Ehmed Ramiz bi vê hişmendîya xwe ya kûr û bikerîya xwe ya çalak dibe yek ji bîrmendên pêşî yên nivîskarîya kurdî û hewl dide nivîskaran jî bike beşek ji çîna ruhanîya zimanê kurdî. Loma jî herwek Hacî Qadirî carinan bi rexneyên tund carinan jî bi şîret û lavayan li ber kurdan digere da ku “zanîn” û “ziman”î bînin cem hev û bi fedakarî xizmeta qewmê xwe bikin. Belkî jî nîşaneya ruhanîbûna wî ya zimanî di vê gotina wî ya navdar da veşartîye ku dibêje: “Eger emrê min bihata firotin bê tereddud min dê bifirota, di rêya kurdan da serf bikira. Lewra xelk aşiqê mal û mulkê dinê ye, ez aşiqê lefzê kurmancî me” [3].

Çavkanî

[1] Pîrball, Ferhad, Mela Mehmûdî Bayezîdî (1799-1860) Yekemîn Çîroknûs û Pexşannûsî Kurd. Arbil, 4.

[2] Kurdistan (1898). Kurdistan. 1, 4.

[3] Ji bo van zanyarîyan bnr: Licêyî, Kurdîzade Ehmed Ramiz (2013). Reşbeleka Kurdîzade Ehmed Ramizê Licêyî.  Nûbihar. Mesûd Serfiraz – Bahadîn Hawar (Amd.). 124, 5-9.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Zülküf Ergün di 1980yê da li Licê ji dayik bûye. Di 2001ê da ji beşa Ziman û Edebîyata Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûye. Di sala 2012ê da ji Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê bawernameya mastirê û di 2017ê da jî ji Beşa Zimanê Kurdî ya Zankoya Zaxoyê bawernameya doktorayê wergirtîye. Di sibata 2023yê da bûye doçent.

Ji 2012ê û vir ve li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî da wek mamosta kar dike û li vir di bernameyên lîsans, mastir û doktorayê da dersên edebîyata nû dide. Herweha ji 2016ê û vir ve jî di nav Koma Kurmancîyê ya Weqfa Mezopotamyayê da cih digire û piştgirî dide xebatên standardkirina kurmancîyê.

Heta niha di çendîn kovarên akademîk da gotarên wî hatine weşandin. Herweha bi navê Bajar-Edebîyat û Cizîra Botan (2014), Nerît û Helbest (2017) û Abdulla Peşêw Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî (2021) û Edebîyata Kurdî ya Sovyetê (2023) çar pirtûkên wî hatine weşandin.

Ji bilî hin xebatên wî yên hevbeş ên hînkirina zimanî, ji kurdîya soranî bi navên Rêzimana Kurdî Kurmancî-Soranî (2013), Şevnameya Şa‘îrêkî Têhnî (2016), Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min (2019) û Ber bi Zertavê (2023) çar pirtûk kirine kurmancî û ji farisîyê jî bi navê Demsala Nan pirtûkeke çîrokan kirîye kurdî.

Te ev dîtıne?

Cîran

Fîlmê Mano Xelîl [1] ê metrajdirêj Neighbours [2] (2021), di Şeşemîn Festîvala

Notên Hefteyê: Çîroka kesên ku nikarin çîroka xwe vegêrînin!

I. Hema wisa! Ez, xwe! Yê ku xwe ji bîr dikim û

Romana Kurdî û Rexne -3- : Helîm Yûsiv, Musayê Qamişlokê û Sykesê Londonê

“Şiîr ji birîna derkirî re diaxive” dibêje John Berger [1]. Gelo roman